"Ramanên Ocalan hêviya hemû neteweyên bindest e"

Endama Rêvberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Cumana Ehmed diyar kir ku armanca tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan sînorkirina ramanên wî û qirkirina hemû pêkhateyên herêmê ye.

RONÎDA HACÎ
Hesekê - Dewlata tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda giran dide meşandin. Ruxmî ku parêzer û malbat gelek caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirine jî heta niha tu bersivên erênî nehatine dayîn. Tecrîd li her devera Kurdistanê cihê nerazîbûnan e. Têkildarî tecrîdê, Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Cumana Ehmed tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi tundî şermezar kir.
"Ramanên Rêber Apo kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e"
Cumana da zanîn ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviya hemû neteweyên bindest e û wiha pêl da gotina xwe: "Rêber Apo, rêber û hêviya hemû neteweyên bindest e lê mixabin di roja îro de ji ber tirsa ji ramanên wî, tecrîdeke girankirî li ser tê maşandin. Ger îro pêkhateyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava aştî û demokrasiyê de dijîn, ev yek berhemên fikrên Rêber Apo ye. Dewleta tirk dixwaze Rêber Apo ji gelê wî û ji tevahî cîhanê veqetîne. Bi vê yekê hewl didin pêşî li ber raman û felsefeya Rêber Apo bigrin. Ji ber ku felsefeya Serok Apo felsefeyeke demokratîk û aştiyane ye û kilîta çareseriyên pirsgirêkên Rojhilata Navîn e."
"Di riya naskirina ramanên Rêber Apo de jinan rastiya xwe nas kir"
Cumana teqez kir ku jinan di riya naskirina ramanên Rêber Apo de rastiya xwe nas kirine û wiha axaftina xwe domand: "Ji beriya 5 hezar salan ve kirasê koletiyê li jinan hatiye pêçan, bi riya ramanê Rêbertî, jinan dîrok û rastiya xwe nas kir û riya berxwedan û têkoşîna li hemberî hişmendiya baviksalarî hilbijart da ku jiyana azad bidin rûniştandin. Bi taybetî jinên pêkhateyên Ereb ramanên Rêbertî ji bo wan kanî û hêviya azadiyê ye. Îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, jinan di nava hemû pêkhateyan de xeta azadiyê dane pêşiya xwe. Lewma îro em dibêjin xwediyê me rêber Apo ye. Em wek deyndarê wî ne, ji bo wê em banga bilindkirina asta têkoşînê dikin da ku em fikir û felsefeya wî bigihîjînin her jinê."
"Qetilkirina jinan hedefgirtina felsefeya Rêbertiyê ye"
Cumana bal kişand ser qetilkirina jinan û wiha dawî li gotina xwe anî: "Di vê pêvajoya hesas de jin gihîştin asteke wisa ku êdî dikarin zilm û koletiyê li ser xwe qebûl nekin. Li hemberî pergala mêr a desthilatdar di riya fikir û felsefeya Rêber Apo de têdikoşin. Jinan ji bo belavkirina ramanên Rêber Apo û xwegihandina hemû jinan di her qadê de cih girtin. Lewma îro jin li herêmên dagirkirî, di nava civakê de tên qetilkirin û rastî hemû cureyên tundiyê tên. Ev ne tesaduf e, hemû jî ji bo rê li ber belavkirina ramanên Ocalan were girtin tê kirin. Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku yekitiya xwe xurtir bikin da ku em bikaribin bibin bersiv ji vê pêvajoyê re."