Radiya El-Cerbî: Jinên Tûnisê têkoşîna hebûna îradeya xwe ya siyasî didin
Seroka Yekitiya Niştimanî ya Jinên Tûnisê Radiya El-Cerbî di hevpeyîvîna xwe ya li gel ajansa me de pirsgirêkên jinên Tûnisê pêre rûbirû dibin nirxand û got: “Jinên Tûnisê hîna ji bo wekheviya zayendî û tayîbetî jî vîna xwe di cihê biriyarê de bide nîşandan di nava têkoşînê de ne.”
NEZÎHA BOSEÎDÎ
Tûnis- Tevî hebûna zagonan jî bi rêjeyek zêde jinên Tûnisî rastî tundutijiyê tên. Li gel ku di dîroka welatê xwe de yekem car jin serkêşiya hikûmetê dikin jî ev rewş nehat guhertin. Ji sala 2011'an ve xebatên wan ên li hemberî newekheviya zayendî dewamin, hîna jî negihîştine qonaxa wekhevî û hevsengiya jin daxwaza dikin. Bi van hemû zehmetiyan re hîn jî bi şerekî li dijî zîhniyeta mêrsara û nebûna îradeya siyasî re rû bi rû ne. Jinên bi îsrar xebatê dewam dikin hewil didin bi mêran re di cihê biriyardayînê de xwedî nêrînek hevbeş bin. Seroka Yekitiya Niştimanî ya Jinên Tûnisê Radiya El-Cerbî di hevpeyvînek xwe ya bi ajansa me re de behsa rewşa jinan, xebata wan û zehmetiyên ku pê re rû bi rû ne dike. Radiya El-Cerbî têkildarî hêviyên jinan ên ji bo paşerojeke baştir û rola rêxistina jinan a herî kevnare li Tûnisê di parastina destkeftiyên xwe yên di dema domandina şer de ji bo bidestxistina jiyanek nû de bersiv da pirsên me.
Pirsgirêkên herî girîng ên ku yekîtî li ser dixebitin çi ne?
Yekîtiya Niştimanî ya Jinên Tûnisî rêxistineke sivîl e ku di sala 1956'an de hatiye avakirin. Ev sazî ji bo bihêzkirina rola jinan di warên civakî, çandî û aborî de, bihêzkirina hebûna wan di cihên biryardanê de, rû bi rû bûna her cure cudakariya li dijî wan û guhertina zîhniyetê kar dike. Ev jî çi bi riya çavkaniyên xwe yên xweser yan jî bi hevkariya rêxistinên biyanî ji Almanya, Fransa, Îtalya û Spanyayê di warê bihêzkirina aborî ya jinan de bi taybetî jinên cotkar, bi riya alîkariya şandina projeyan, peydakirina çavkaniyên diravî û alîkariya ji bo dawîkirina nexwendewariyê ku di van salên dawî de zêde bûye, bi taybetî li deverên hundur û gundewaran.
Piştî sala 2011'an, Yekîtî rastî gelek zehmetiyan hat û daxwaza hilweşandina wê û serde çend navendên wê de girtin, we çawa ev yek derbas kir?
Belê, piştî şoreşê em di rewşên gelek dijwar re derbas bûn, hin navendên me bi rêyên cuda hatin desteserkirin, em wek rêxistinek girêdayî Partiya Tacemo ya desthilatdar berî şoreşê dihatin hesibandin û me daxwaza hilweşandina wê partiyê kir. Salên dirêj bi hikûmetên li pey hev re derbas bûn û bi taybetî di dema desthilatdariya "Troyka" de li dijî karmendan siyaseta birçîbûnê hate meşandin lê me bi piştgiriya hiqûqnas, siyasetmedar, pisporên çapemeniyê û hin parêzvanên jinan israr kir ku em vê yekê biparêzin. Me ew rewşa dijwar derbas kir û di gelek dozan de bi ser ketin. Bi wê hêza yekgirtina jinan hin navendên mey yên ku hatibûn desteserkirin jî me carekdinê bi dest xistin. Her wiha me navendên nû li başûrê parêzgeha Medenine, Cebel Chanabî, Tozeur û bakurê rojavayê Fernana, vekirin ku di wê baweriyê de ne yekitî rêxistineke ji bo hemû jinan e.
Jinên Tûnisî tevî qanûn û yasayan jî di her warî de ji cihêkarî û binpêkirinên mafê jinan ê her diçe zêde dibin bi gazindin hun vê çawan dibînin, çareseriyek heye?
Tevî yasa û qanûnên heyî, bi taybetî yasaya jimare 58 ya têkoşîna li hemberî tundûtûjiya li ser jinan ku wek yasayên şoreşgerî dihatin dîtin berî hilweşandin û cemidandina endamên wê, ji aliyê Meclisa Nûneran ve hatibû pejirandin, jinên Tûnisî hîna êş dikşînin. Lê belê di rastiyê de ew di pêkanînê de rastî zehmetiyan hat, ji ber ku gazinan ji nebûna yekîtiyê li ser asta rêgezên di derbarê dûrxistina jinê ji êrîşkar, stargeh, dozên bêpere, alîkariya hiqûqî ya mecbûrî û belgeya tenduristiyê dike, lê jin ji hemû lêçûnan êş dikişîne, ev jî dihêle ku dest ji mafê xwe berde û li hember tundiyê bêdeng bimîne. Ji aliyê din ve, tevî destkeftiyên ku jinên Tûnisî ji serxwebûnê û vir ve bi saya têkoşîna xwe bi dest xistine û tevî ku di warê perwerdehiyê de, bi taybetî di zanîngehê de serweriya xwe bi dest xistine, lê hebûna wan di cihên biryardanê de ne li gorî van xalan e. Her wiha rûbirûyê hemû cureyên tundiyê tên û tûşî xizanî û bêkariyê jî dibin. Rêjeya bilind a nexwendewariyê jî mijarek serekeye, niha pêwîstiya wan bi îradeya siyasî û bi şer heye ji bo guhertina zihniyeta ku rê li ber pêşketina jinan di warên cuda de digirin.
Pandemiya korona bûye sedema gelek bertekên neyînî li ser jinên Tûnisî çêbibin, gelo tedbîrên Yekîtiyê ji bo kêmkirina wê çi ne?
Vîrûsa koronayê gelek bandorên neynî li ser jinan hiştine, ji ber ku ew niha ji nebûna derfetên kar û zirara gelek saziyên aborî êş dikşînin. Her wiha wan ji bilindbûna rêjeyên tundiyê êş kişandin ku didema korona de heft qat zêde bû. Ji ber vê sedemê yekîtî di organîzekirina gelek kampanyayên hestiyar û hişyarkirinê de, belavkirina rêyên pêşîlêgirtinê, pêşkêşkirina alîkariyên madî ji bo xizanan û hemêzkirina hin jinên ku hatine çewisandin di Navenda Guhdarî û Rêbertiyê ya Yekîtiyê de beşdar bû. Her wiha beşdarî belavkirina navgînên pêşîlêgirtinê li nexweşxaneyan û amûrên paqijiyê ji bo şaredariyan li gelek deveran bû.
Destdirêjiya cinsî li ser jinên Tûnisî li cihê kar yek ji cureyên tundutujiyê yên herî zêde tê kirine li Tûnisê, helwesta yekîtiyê li ser vê yekê çi ye?
Me çavdêriya vê diyardeyê kir, nemaze piştî ku me gelek gilî ji jinên di navendên biryargirtinê ên ku rastî destdirêjiya zayendî dihatin, wergirtin. Me piştrast kir ku li Tûnisê jin hîn jî pêdiviya xwe bi guhertina zihniyetê, pêkanîna yasayan û alîkariyê heye. Ji ber vê yekê, bi taybetî di derbarê vê cureya tundutujiyê de, serokwezîrê tekezî li ser tekoşîna li dijî wê û ne sepandina yasayan li dijî kesên ku wê tundiyê pêk tînin kir. Ji bo parastina jinan û peydakirina cîhê karekî rehet bi taybetî ku welat pêdiviya xwe bi hemû enerjiya zarokên xwe heye, nemaze jina ku jêhatîbûn, dilpakî û têkoşîna xwe ya li dijî gendeliyê îspat kiriye.
Tûnis di gelek veguherînan re derbas dibe û ji gelek senaryoyan re vekirî ye, li gorî we welat bi hewceyî çi ye, heya ku qeyranên heyî derbas derkeve?
Pêdiviya me bi axaftineke siyasî heye ku bijardeyên xizmeta civakê dikin biparêze. Bernameyên zelal û eşkere pêşkêş bike û li çareseriyên radîkal ji pirsgirêkên ku bi salan kom bûne re bigere. Her wiha em bi hewceyî daxuyaniyekê ne li ser pisgirêkên jin û malbata Tûnisî biaxive, hem jî vegera li kar û sepandina qanûnê bê tirs. Di heman demê de pêwîstiya me bi berpirsiyarîyek adil heye.
Seroka Yekîtiya Jinan Radiya El-Cerbî kî ye?
Parêzer Radiya El-Cerbî endama Buroya Encumena Navdewletî ya Jinan e ku berpirsê karûbarên qanûnî ye û cîgira yekem a Yekîtiya Giştî ya Jinên Ereb e, Sekretera Giştî ya ji welatên Afrîkaya Bakur di Ajansa Jinan a Afrîkayê de û endama berê ya Buroya Konseya Ewropayê ya Jinan e.