Qetilkirina Tuba Ozel di rojeva Meclîsê de ye

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, têkildarî qetilkirina Tuba Ozel a li Êlihê di 8'ê Adarê de hat qetilkirin, ji Wezîr Derya Yanîk pirsa, "Gelo li hemberî kujer Murat Atîlgan biryara parastinê heye?" pirsî.

Navenda Nûçeyan – Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê û Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran qetilkirina Tuba Ozel ji aliyê Murat Atilgan ve a ku di pêvajoya hevberdanê de bû, anî rojeva Meclîsê.

Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku Tuba Ozel di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Êlihê hat qetilkirin, ji bo bersivê ji Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk pirsnameyek pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir. Di pêşnûmeyê de hat bibîrxistin ku kiryar Murat Atîlgan dema ku Tuba Ozel qetil kir zarokek jî birîndar kir. Di pêşnûmeyê de hate xwestin ku bersiva van pirsan bide:

 *Tuba Ozel a ku di 8'ê Adarê de li Êlihê ji aliyê mêrê Murat Atîlgan ê ku di pêvajoya hevberdanê  de bû hat qetilkirin, berê ji tundiyê gilî kiribû?

 * Der barê kujer Murat Atîlgan biryara parastinê heye?

 *Ji zarokên Tuba Özel re dê piştgiriya derûnî bê dayîn?

 *Ji bo Murat Atîlgan cezayê pêwîst bigre hûn ê tevlî dozê bibin?

 *Li Tirkiyeyê di 5 salên dawî de çend jin di qonaxa hevberdanê de hatin qetilkirin?

 *Ji betalkirina Peymana Stenbolê heta niha çend jin hatin qetilkirin?