'Polîtîkaya rantê ya AKP’ê bû sedema qetilkirina bi hezaran mirovan'

Parlamanetera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca behsa erdheja ku ji sedî 70 Semsûrê hilweşand kir û diyar kir ku li bajar gelek mirovên jiyana xwe ji dest dane nehatine qeydkirin, hejmar pir zêdeye û got ku di bin xirbeyên apartmanan de qetliam çêbûye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Piştî erdhejê li Semsûrê gelek kes hewl didin bi piştgiriyê birînên erdhejzedeyan derman bikin. Li bajarê ku bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane, xebatên rakirina xirbeyên apartmanan didomin. Kêmasiya ava paqij û malzemeyên paqijiyê hê jî heye û gelek kes li benda alîkariyê ne. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca bi heyetek re çûbû Semsûrê û bi rojan li wê derê ma, der barê çavdêriyên xwe de ji me re axivî. Feleknas Uca bal kişand ku bajarek mezin û bi deh hezaran mirov bûne qurbanên rantê û got: “Tiştên li vir qewimîn, tu gotin nikare vebêje tu wêne nikara nîşan bide.”

'AKP-MHP di bin xirbeyan de man'

Feleknas Uca got ku di saeta destpêkê ya erdhejê de walî bi gotinên; “Li bajar zêde zirar tune ye” hewl daye bajarê Semsûrê ji rojeva Tirkiyeyê derxe û bi gotinên “Ev felaket û êşeke mezin e” axaftina xwe wiha domand: “Îro dema em li bajar dinêrin dibînin ku ji sedî 70 xirab bûye. Malên ku hilneweşiyane jî ji ber ku xisarek mezin dîtine, mirov nikarin bikevin wan. Dema em li nêzîkahiya dewletê dinêrin, dibînin ku siyaseta hikumeta AKP-MHP’ê di bin xirbeyan de maye. Me ev yek bi çavên xwe dîtin. Dema em nû hatin vê derê me dît ku ji bin xirbeyan hem mirovên zindî hem jî mirî dihatin derxistin.”

'Di rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de jî cudakariyê kirin'

Feleknas Uca diyar kir ku li dijî kesên li ser xirbeyan sekinîbûn, cudakariya elewî Kurd an jî AKP’î hatiye kirin û wiha got: “Dewlet du rojan li van kolanan tunebû. Malbatên ku me bi wan re hevdîtin jî dikir digotin ‘AFAD tune ye dewlet tune ye.’ Dema ku dayikan me dîtin ji me re gotin; ‘çend caran em geriyan lê tu kes nehat. Dengê mirovan ji bin xirbeyan dihat lê rayedarên dewletê dihatin li ser hinek xirbeyan dixebitîn dûre diçûn. Di navbera malbatên elewî, Kurd û yên nêzî dewletê de di erdhejê de jî cudakariyê kirin. Diçûn di avahiyên ku kesên nêzî wan tê de hebûn dixebitîn lê nediçûn ser xirbeyên din. Rojên destpêkê tu kes tunebû. Me bi çavên xwe dît, bi derbeya kepçeyê her der bû gola xwînê. Malbatan jî dîtin. Ji kolanan bêhna cenazeyan dihat.”

'Li vê derê ne AFAD ne jî dewlet hebû'

Feleknas Uca bertek nîşanî xebatên rakirina xirbeyan kir û da zanîn ku di bin avahiyan de hê jî gelek cenaze hene û diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê ji bo rantê bajar xistiye vê rewşê û got ku avahiyên ku destpêkê rûxiyane hemû yên nû hatine çêkirin bûne. Feleknas Uca wiha domand: “Li vir çi derket holê, li bajarên ku şaredariyên HDP’ê lê hebûn mînak li Amedê tenê 7 apartman rûxiyan lê em li vê derê li cihê ku 20 sal in di bin rêveberiya AKPK-MHP’ê de ye dinêrin, dibînin ku bi hezaran apartman hilweşiyane. Gelek ji wan hê nû hatine çêkirin û kest hê neketiye wan. Ji bo rantê, ji bo siyasetê tiştên li vî bajarî kirin, di vê erdhejê de derketin holê. Rojên destpêkê dewlet li vê derê tunebû hê nû derdikevin holê. Ji piştgirî û alîkariya hevalên me polîs û leşkeran sûd girtin.”

'Divê ku bajar bi piştgiriyê ji nû ve were avakirin'

Feleknas Uca got ku gel bi piştgiriyê li ser piyan maye û jiyana xwe didomîne û wiha domand: “Ji bo ku em li gel xwedî derkevin û birînên wan derman bikin, em li vê derê di nava piştgiriyê de dixebitin. Kedek gelek mezin tê dayîn. Destên hemû hevalên me sax bin. Ev êşeke gelek kûr e divê bajar ji nû ve were avakirin. Ger dewlet bi heman zîhniyetê nêz bibe dê tu pêşketin çênebe. Em îro li vê derê dibînin ku ji ber siyaseta wan hem gel hem jî bajar zirarek mezin dît. Dema em li kolanan digerin mirov ji me re dibêjin ku ji derveyî HDP’ê Kurdan û dilxwazan tu kesê nedîtine. Mirov diyar dikin ku bi vê piştgiriyê fikrên wan ên siyasî jî guherîne.”

'Avahiyên bê ruxset û qaçax bûn sedema mirina bi deh hezaran mirovan'

Feleknas Uca diyar kir ku mirovên li ser xirbeyan sekinîbûn rojên destpêkê hêviya wan ji rizgarkirina kesan hebû lê rojên dawî ew hêvî bûbû daxwaza kêlikek gor û diyar kir ku hejmara miriyan gelek zêde ye. Feleknas Uca da zanîn ku avahiyên qaçax û bê kontrol bûne sedema mirina bi hezaran mirovan û wiha got: “Rojên destpêkê mirov li ser xirbeyan li benda rizgarkirina xizmên xwe bûn lê dûre tenê xwestin kêlek gora wan hebe. Dema ku em li kolana walîtî û şaredariyê dinêrin dibînin ku herî zêde apartmanên li wê derê hilweşiyane. Kê ruxset daye, kê destûr da van avahiyan werin çêkirin? Kê îmze da van avahiya qaçax? Ev hemû bûn sedema mirina bi hezaran mirovan.”

'Kesên li gundan mirine di lîsteyan de navê wan tune ye'

Feleknas Uca da zanîn ku kesên li gundan mirine navê wan di lîsteyan de tune ye û got: “Gundên em çûn wan, mirovan ji ber ku alîkarî neçûbû cenazeyên xwe defin kiribûn. Tenê li gundekî 65 mirov hatin definkirin. Ji ber ku belgeyen wan ên mirinê tunene hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane baş nayê zanîn û kesên mirine ji hejmarên fermî yên dewletê pir zêdetir in. Gelo li gundan kesên ku jiyana xwe ji dest dane dê ne mirî wekî kiryar nediyar werin nîşandan?”

'Em li ba gelê xwe ne'

Feleknas Uca got ku trajediya li bajar, bi wêne û gotinek nikare were vegotin û nîşandan û diyar kir ku ew ê ji bo dermankirina birînên gel di nava piştgiriyê de bin. Feleknas Uca herî dawî wiha got:

“Li vê derê dema ku kesek zindî dihat derxistin, her kesê hev hembêz dikir û digiriya. Malbatan qet cudahî nexistin navbera xizmên hev êş û kêfxweşiya xwe bi hev jiyan. Her kesê digot dewlet tune ye gel li vir e. Ev der ji aliyê dewletê ve bêkes hat hiştin. Tu wêne, tu dîmena zindî nikare vê trajediyê vebêje. Divê mirov werin li vir bi çavên xwe bibînin û fam bikin. Semsûr bi êşeke kûr, tenê û bêkes hat hiştin lê gelê me bi yekitî û piştgiriyê şêniyên Semsûrê bi tenê nehişt. Me bi hev re birînên gel dît. Niha li Semsûrê tenê avahiyên hilweşiyayî hene.