‘Piştî 8 salan Kobanê niha jî bi êrîşeke din re rûbirû ye’

Endama Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk a herêma Firatê Semîra Mihemed Elî têkildarî salvegera 8`emîn a rizgarkirina Kobanê got ku piştî 8 salan careke din Kobanê bi êrîşên dewleta tirk re rû bi rû ye.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Îlona 2014`an de êrîşeke dijwar anî anîn ser Kobanê. Çavên cîhanê û bi taybetî dewleta tirk li benda serkeftina DAIŞ’ê bû, li Kobanê. Piştî 134 rojên bênavber ên şer, şervanên YPJ`ê, YPG`ê û hezkiriyên Kobanê, nêrînên dewleta tirk vala derxistin û bi ser ketin. Ev serkeftina ku ji Kobanê dest pê kir rehên xwe berda tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Heta tunebûna DAIŞ ya di warê erdnîgarî de di 23`ê Adara 2019`an de hat ragihandin. Bi vê gavê re gef û êrîşên dewleta tirk ên li hemberî Kobanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir bûn. Bi taybetî di salvegera 8`emîn a rizgarkirina Kobanê de, dewleta tirk gefa dagirkirinê li hemberî Kobanê dixwe.

Di vê çarçoveyê de rêvebera buroya jin a Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojî ya herêma Firatê Semîra Mihemed Elî nirxandin kir.

‘Li kobanê hemû plan vala derketin

Semîra Elî di destpêkê de serkeftina ku li Kobanê pêk hat wiha şîrove kir: "Bi wesîleya 8`emîn salvegera serkeftina Kobanê li hemberî êrîşa DAIŞ`ê em tevahî cangoriyên azadiyê bi bîr tînin. Êrîşa li hemberî Kobanê plankirî bû, armanca wê jî tunekirin û talankirina herêmên Kurdan bû. Bi taybetî bi şoreşa 19`ê Tîrmehê re Rojava di tevahî waran de bû xwedî xweserî. Ji lewre ev êrîş di asta yekemîn de li hemberî vê xweseriyê bû jî. Kobanê herêmeke Kurdan e, xwedî nasnameyeke siyasî û civakî ye. Her wiha devereke sînorî ye ku dewleta tirk cîran e. Tê zanîn ku êrîşa li ser Kobanê bi perspektîfa dewleta tirk bû, Erdogan hewl da bi riya DAIŞ’ê herêmên Kurdan dagir bike. Li hemberî wan êrîşan berxwedaniyê xwe da der û xîlafeta DAIŞ’ê tune kir, hevsengiyên navdewletî guherand û planan berovajî kir. Serkeftin bû para gelê Kurd  ê ku bi salan e ji bo ax, nasname û hebûna xwe têdikoşe."

‘Êrîşên li ser Kobanê û herêmên din xwe dispêrin lihevkirinên Soçî û Astanayê’

Semîra Elî girîngiya Kobanê di warê siyasî de nirxand û wiha behsa lihevkirinên di warê siyasî de kir: "Kobanê nûnertiya nasnameya Kurd ya rasteqîn dike ji lewre hewldanên bênavber hene, ji bo ku ev destkeftî ji holê werin rakirin. Li ser vê bingehê piştî rizgarkirina Kobanê û heta vê rojê gef û êrîşên li ser Kobanê û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestiyan e. Di van êrîşan de lihevkirinên herêmî û navdewletî hene, ji bo ku ev erdîngarî were tunekirin û ya bingeh projeya Kurdan a Netewa Demokratîk bi riya Rêveberiya Xweser hatiye pêkanîn têk biçe. Rast e, ev plan û komplo negihîştine armanca xwe lê belê dewleta tirk hê ranewestiyaye û di her derfetê e hewil dide bigihîje armanca xwe. Bêguman ev plan xwe dispêrin civînên Soçî û Astana ku lihevkirinên eşkere di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de hene. Şêwazên êrîşên dewleta tirk di van salan de hatin guhertin, bi taybetî niha em bi gefeke nû re rû bi rû ne. Lê di bingeha hemû êrîşan de pêkanîna hevpeymanên Soçî û Astana hene. Dewleta tirk ji bo ku serkeftineke siyasî qezenc bike koçberên li cem xwe û hilbijartinan bi kar tîne. Her wiha rojev û nêzikatiyên di navbera Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê de li ser heman bingehê ne."

‘Aliyên siyasî û ewlehî di gefa li ser Kobanê de hene

QSD`ê di vê mehê de ragihand ku îhtîmalên êrîşeke nû ya dewleta tirk li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meha Sibatê de hene. Bi taybetî jî Kobanê de nava plana êrîşê de ye. Semîra Elî di vê çarçoveyê de jî ev tişt anîn ziman û got: "Di nava van lihevkirinan de ya girîng helwesta QSD`ê ye. Em dibînin ku QSD bi hêzeke mezin beşdarî van hevsengiyên navdewletî bûye û li gorî vê yekê daxuyanî û peyamên siyasî dide. Daxuyaniya QSD`ê ku îhtîmala êrîşa dewleta tirk a di meha Sibatê de li ser Kobanê û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilêv dike, girîng e ku mirov aliyên wê yên siyasî, dîplomasî û ewlehî analîz bike. Salvegera rizgarkirina Kobanê ye her wiha hilbijartinên dewleta tirk nêzik dibin û nêzikbûn di navbera Tirkiye û rejîma Sûriyeyê de pêk tên. Ev daxuyanî di naveroka xwe de hişyariyeke siyasî û leşkerî dide civaka navdewletî, hêzên koalîsyonê û hwd. Di nava vê pêvajoyê de tedbîrên me yên siyasî, ewlehî, rêxistinî û hwd. hene. Yanî me xwe ji bo hemû rewşan amade kiriye."

Kobanê nasnameya gelên azadîxwaz e’

Semîra Mihemed Elî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Wekî tê zanîn Kobanê ji bo civaka navdewletî xetek e sor e, dema em dibêjin Kobanê nasnameya gelê Kurd e, di heman demê de Kobanê bûye nasnameya gelên azadîxwaz jî. Ji ber vê dewleta tirk nikare êrîşeke bejahî pêk bîne, ji ber ku wê rastî berxwedaniyeke bêhemba û helwestên navdewletî jî were. Me xwe li gorî tevahî xeterî û hişyariyên heyî birêxistin kiriye, li vir gelekî ku xeta berxwedaniyê dişopîne heye. Ji lewre di salvegera rizgarkirina Kobanê de ku ji vir tunekirina DAIŞ’ê dest pê kir, em bi bîr dixin ku vê carê jî xeteriya dewleta tirk heye."