Pervîn Buldan: Temînata çareseriyê Çepa Kesk e

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna koma partiyê de axivî û got: “Werin em bi hev re dîrokê ji nû ve binivîsînin. Bila pisûlaya me Çepa Kesk be. Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be.

Enqere- Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan beriya hilbijartinên 2023’yan, di civîna koma partiyê xwe ya dawî de axivî û rojevên heyî nirxand. 

Perwîn Buldan, da zanîn ku wê piştî hilbijartinê bi awayek bi hêz bikevin meclisê û got: “Her dawî, di heman demê de destpêkek bi hêz û nû ye, gotina demê ya bi hêz weke koma herî xurt û bihêz a serdema nû, em ê dîsa li vir bin. Bila gumana kesek ji vê tunebe. Em ê ewqas bi hêz werin em ê salona tijî bikin, wê deng û sozên mê ji saonê derbikevin derve û bigihîjin  hemû cihî. Li hemû derê dengê me were bihîstin.”

‘Me soza xwe bi cih anî’

Perwîn Buldan destnîşan kir ku wê Partiya Çep a Kesk bibe hêvî û hêza çareseriya Tirkiyeyê û wiha got: “Tevî hemû astengiyan jî em tu carî dudilî tevnegariyan û me di siyaseta demokratîk de israr kir. Me bi israr got aştî, edalet û demokrasî. Me got ku teqez riyên nû hene. Me soz dabû ku dê bi tu awayî gelên Tirkiyeyê bê alternatîf nemînin û me soza xwe bi cih anî û em bi ser ketin.”

‘Em weke jin tên

Perwîn Buldan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Weke jin em ê dawî li vê rejîma yekzilamî bînin. Em tên da ku Tirkiyeyê veguherînin bihara jinan. Me duh bi partiyên Kurd re li Amedê beyannameya xwe eşkere kir. Me peyama xwe ya çareseriya demokratîk û yekitiya demokratîk li Amedê da. Ji çar aliyên Tirkiyeyê weke Çep a Kesk a bi milyonan kesan tên. Divê hemû kesên ku xwe demokrat dibînin çavekî li beyannameya me bigerînin. Beyannameyên me, bernameyên xurt ên demokratîkkirina Tirkiyeyê ne. Beyannameya me, temînata jiyana azad û wekhev a hemû kesên rastî cihêkariyê tên e. Bingeha demokrasiyeke xurt, aştiyeke birûmet, edalet, wekhevî û azadiyê û temînata çareseriyê ne. Her teahuda di beyannameya me de, bawer bikin manîfestoya jinûveavakirina Tirkiyeyê ye.”

‘Em xwazgîniyên çareseriyê ne’

Hêvî em in, hêvî Çepa Kesk e. Çareserî, Çepa Kesk e. Soza me heye, em ê çareser bikin. Biryara me heye, em ê biguherînin. Em, ji bo ku bi hev re demokrasiyê ava bikin tên. Lê divê   ewil vê pergala faşîzmê ya weke ewrên reştarî li ser serê vî welatî ye biguherînin. Em ji bo ku vî welatî ji rejîma AKP-MHP’ê ya xwe bi şer, cihêkarî, siyaseta nefretê û kedxwariyê xwedî dike rizgar bikin, tên. Em ê bi hev re Tirkiyeyê ji yekperestî, ji derbeyên qeyûman xelas bikin. Divê tevahiya gelê me baş bizane ku kedxwarî, pergala koletiyê, birçîtî û hejarî qedera wan nîn e. Polîtîkaya şer a ku tenê bi xwe re êş û wêraniyê tîne, qedera wan nîn e. Divê bizane ku bêedaletî, zilm û pergala yekperest a mêran ku bingeha xwe ji neheqî, tundî, cînayet û newekheviyê digire qedera wan nîn e. Pêşeroja hatiye dizîn û bêhêvîtiya hatiye afirandin, qedera ciwanan nîn e. Karesatên mezin ên ji ber polîtîkayên rantê diqewimin, qedera bajarên me nîn e. Tu kes neçarî vê pergala krîzê ya AKP-MHP’ê nîn e. Me got ku riyeke din pêkan e. Em ji bo vekirina riyên jiyana azad, wekhev û demokratîk têkoşiyan. Navê wê riyê jî Riya Sêyemîn e, Çepa Kesk e. Em ê tenê kavilên AKP-MHP’ê li pey xwe hiştin ranekin her wiha em ê hesabê hemû felaketên wan bi serê gelê me de anîne ji wan bipirsin. Temenê zivistana reştarî ya AKP-MHP’ê heta Bihara Çep a Kesk e. Dê di biharê de têk biçin. Em ê dawî li vê pergala heramiyan bînin ku gel weke tebaa dibîne, hemû çavkaniyên welat pêşkeşî çeteya 5’an dike û pergala dizî, talan û bêaramiyê ye.”

 ‘Ev tenê ne hilbijartinek e’

“Ev welat deyndarê Kurd, Elewî, Ermen, Suryan, Êzidî, Roman û Lazan e. Deyndarê hemû baweriyên vê xakê ye. Deynê wan ê demokrasî, aştî, azadî, makeqanûneke demokratîk, zimanê dayikê, mafên jinan, pêşerojeke azad a ciwanan heye. Ji bo ku van mafên xwe yên hatine xespkirin dîsa bigrin, em ji bo avakirina demokrasiyeke xurt tên. Lewma hilbijartinên 14’ê gulanê krîtîk û dîrokî ne. Ne tenê hilbijartinek e. Her wiha dîroka pergala nû, diyarkirina pêşerojê ye. Ji bo hilbijartinan demeke kin ma. Êdî dem hatiye ku em xebat û tempoya xwe derxin lûtkeyê. Em ê bi coş, kelecan û daxwazeke mezin, mezintirîn kampanyaya hilbijartinê ya di demên dawî de bimeşînin. Tevî hemû zext û astengkirinan jî me tu carî meydan ji faşîzmê re nehişt. Tevî hemû bêedaletî û newekheviyan jî em ê li qadan bibin dengê gelê xwe. Em soz didin ku dê di hilbijartinan de qadê ji wan re nehêlin. Li dijî kûmpas, dozên girtinê, xefik û operasyonên siyasî, em soz didin ku dê li qadan û ser sindoqan bersiva herî xurt bidin. Em ê bi şev û roj bixebitin. Em ê bayê hêviyê yê Çepa Kesk li her çar aliyên Tirkiyeyê bigerînin. Em ê biçin her deverê û silav bidin her kesê. Ev yek soza me ya ji bo hevalên me yên di girtîgehan de, hevalên me yên li sirgunê û yên jiyana xwe ji dest dane ye.”

‘Temînata çareseriyê Çepa Kesk e’

Belê, dema min beyanname eşker kir jî min got ku hedefa me ew e herî kêm 100 parlamenteran bişînin meclisê. Em xwedî wê hêz û baweriyê ne. Ji bo pêkanîna vê armancê em ê bi şev û roj bixebitin. Parlamentoyeke ku deng, reng û gotina me lê xurt e dê bibe Meclisa rasteqîn a gel. Ji ber ku temînata çareserî û demokrasiyê, hebûna Partiya Çep a Kesk a li Meclisê ye. Her kesê ku Partiya Çep a Kesk hildibijêre her wiha jiyana xwe misoger dike. Lewma dibêjim werin em li dora Çepa Kesk bicivin û sedsala duyemîn a komarê bikin sedsala azadî û aştiyê. Werin em vê sedsalê bikin sedsala çareserkirina pirsgirêka Kurd û dîrokê ji nû ve binivîsînin. Bila pisûlaya me Çepa Kesk be. Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be. Bila navê biharê, bihara Çep a Kesk be.”