Pervîn Bûldan li hemberî komkujiyê banga bilindkirina çalakiyan kir

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di kongreya ANYAKAY-DER’ê de girêdayî komkujiya li Konyayê hatî kirin axivî û got: "Li pişt vê komkujiyê, kujerê hevala me Denîz Poyraz qetil kirin hene. Ev berhemê hişmendiya ku her roj di şexsê HDP’ê de kurdan hedef dide nîşandan e. Kesên dibêjin ez mirov im divê li dijî komkujiyê derkevin."

Stenbol - 2’emîn Kongreya Asayî ya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anadolûyê (ANYAKAY-DER) li Okmeydanî hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di kongreyê de axivî bertek nîşanî qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogullari yên di êrişa nijadperest a navçeya Meramê ya Konyayê de hatin qetilkirin, da.  
“Li pişt vê komkujiyê kujerên Denîz Poyraz hene”
Pervîn Bûldan, diyar kir ku duh li navçeya Meramê ya Konyayê, ji malbateke kurd 7 kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin û wiha got: “Dema ku gule li bedena kurd ketin, em bûn şahid ku di kanalên televîzyonê yên nijadperest û faşîstan de, carek din ev komkujî wekî mirinek normal hat nîşandan. Nexêr, ev komkujî komkujiyek ji rêzê nîne. Ev komkujî bi awayekî zanebûn ji aliyê nijadperest û faşîstan ve hatiye plankirin. Li pişt vê komkujiyê, kujerê hevala me Denîz Poyraz qetil kirin hene. Ev berhemê hişmendiya ku her roj di şexsê HDP’ê de kurdan hedef dide nîşandan e.”
 Pervînê, banga îstîfayê li Wezîrê Karên Hûndir, rayedarên AKP û MHP’ê kir û wiha dom kir: “Li dijî têgihîştina ku rê li ber komkujiyê vedike û hewl dide ku Tirkiyeyê bixe nav xefikeke xeternak, pêwîstî bi yekîtiyê heye ku êrîşên bi vî rengî di pêşerojê de çênebin. Bila baş bê zanîn kurd ne bi tenê û ne bê xwedî ne. Kesên ji xwe re dibêjin ez mirov im û xwedî wijdan im, divê li dijî vê komkujiyê bêdeng nemîne û ref bigirin. Êdî her kes dizane ku, dem hatiye em ji vê rewşê re bêjin êdî bes e. Divê walî, qeymeqam û rayedarên ewlekariyê yên vê navçe û bajarî tavilê îstîfa bikin. Ne tenê ew, divê Wezîrê Karên Hundir, AKP û hevkarê wê yê biçûk MHP, ku ji ewlehiya vî welatî berpirsiyar in, qirêjî, neqanûnî û bêexlaqiya wan her roj bi eşkerekirinên Sedat Peker derdikevin holê, zûtirîn dest ji kar berdin û îstîfa bikin.”