Pervîn Buldan: Hûn ê hesabê bidin û wisa biçin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan a li herêma erdhejê Hatayê axivî, bang li Serokomarê AKP’yî Erdogan kir û wiha got: “Ev welat, ev gel, ev xak û vê erdnîgarî êdî dev ji salekê berde yek rojê jî tehemûla we nake. Hûn ê hesab bidin û wisa biçin.”

Hatay- Şandeyeke ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û nûnerên pêkhateyan pêk dihat, li Hatayê çûn serdana mexdûrên erdhejê. Şandeya ku li Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Îskenderûnê çû serdana mexdûrên erdhejê, li wir daxuyanî da.

Pervîn Buldan ewilî axivî, ji bo malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest û wiha got: “ Ez hêvî dikim gelên me yên li nexweşxane û konan de tedawî dibînin di demek kurt de bigihijîn tenduristiya xwe û şîfaya xêrê dixwazim.”

'Me dît ku piştgiriyek mezin heye’

Pervîn Buldan dest nîşan kir ku îro carek din ditîne êş çiqas mezin e, hilweşîn û karesatek çiqas mezin dîtine û wiha got: hemî ev. Em li vir dîsa bûn şahid bê ka êş û hilweşîneke çiqas mezin heye. Erê rast e êşeke giran, wêraniyeke mezin heye lê li hêla din jî piştevaniyeke xurt heye. Ya ku me li ser pêyan digire jî ev piştevaniye ye.”

‘Divê di dema rakirina kavilan de ziyanê nedin cenazeyan’

Pervîn Buldan balkişand ku di serî de li Hatayê, li hemû deveran gelek kêmasî hene û wiha axivî: “Em dibînin ku dema xelk li ser kavilan li benda derxistina cenazeyên xizmên xwe disekinin, li hêla din ji ber sermayê dicemidin û gelek mexdûriyetên din dijîn. Gelek kon kêm in, xelk nikare xwe germ bike û xelk li hawarê ye. Pêdivî bi konan heye, hewcehî cihê mayînê heye. Divê cenazeyên di bin kavilan de bên derxistin. Ev bajarên ku di rojên ewil de tu mudaxale lê nehat kirin, tu makîneyên kar lê tunebûn, îro bi makîneyên kar tije bûne da ku kavil bên rakirin. Hawara xizmên kesên di bin kavilan de ew e ku cenaze tavilê bên derxistin. Divê di dema rakirina kavilan de ziyanê nedin cenazeyan û li gorî wecîbeyên olê bên definkirin.”

‘Heta ku ev lêkolîn neyên kirin, divê ev kavil neyên rakirin’

Pervin Buldan destnîşan kir ku yên ku roja ewil li holê xuya nedikirin û wiha got: “Îro ji bo rakirina kavilan seferber bûne. Niha li cihê mexdûrên erdhejê û li ser kavilan makîneyên kar bi kar tînin. Her yek ji van kavilan delîleke û ji hêla hiqûqî ve divê beriya lêkolînê neyên rakirin. Ev sûcekî pir mezin e. Heta ku ev lêkolîn neyên kirin, divê ev kavil neyên rakirin.”

‘Hûn ê dê hesabê bidin û wisa biçin’

Pervîn Buldan diyar kir yên ku berpirsyariya wan heyî, yên ku weke tu berpirsyariya wan tune be tevdigerin û wiha axivî: “Bila baş bizanin ku hûn dê hesabê bidin. Bi hezaran mirovên me di bin kavilan de man û hûn dê hesaba vê bidin. Dê gel hesabê ji we bixwaze. Ji ber efûya îmarê dê ji we hesab were pirsîn. Hêj kesên di bin kavilan de nehatin derxistin we kavil rakirin û ji ber vê dê ji we hesab were pirsîn. We bacên erdhejê yên 20 salan ku 40 milyar dolar ji bo kar û barên cuda hatin pûçkirin û dê hesaba vê ji we were pirsîn. Di rewşeke wiha de Serokomar dibêje; ‘salekê mihletê bidin min.’ Em li vir bangî serokkomar dikin; ev welat, ev gel, ev xak û vê erdnîgarî êdî dev ji salekê berde yek rojê jî tehemûla we nake. Dê tu kes weke xelatekê dê salek mihletê nede we. Hûn dê biçin. Ev gel dê ji we hesabê bipirse û hûn dê hesabê bidin û wisa biçin.

‘Têkoşîn, xwebirêxistinkirin û piştevanî girîng e’

Pervîn Buldan diyar kir ku yek ji gavên ewil a xelasiya ji van erdhej û karesatan, têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê ye û wiha got: “Hemû kes di ferqa van êşên we bi gel dayîn kişandin û zilma we heye. Gelên Tirkiyeyê dê bi vê zanebûnê jî AKP’ê êdî ji qada siyasetê tune bike.  Êdî dema wê hatiye ku em ji bo tunekirina AKP’ê ya ji qada siyasetê bikevin nava tevgerê. Têkoşîn, xwebirêxistinkirin û piştevanî girîng e. Em di ferqa van tevan de ne û ya ku me li ser piyan digire jî ev e. Lê gava ewil a ku divê em biavêjin; têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê ye.”

Serdanên şandeyê yên li bajar didome.