Pervîn Buldan: Ev gel dê tu carî heqê xwe li we helal neke!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku mexdûrên erdhejê heqê xwe ji hikûmetê re helal nakin û bi van gotinan banga îstifayê li hikumetê kir: “Em bûn şahidên bêşermiya we ya vê sedsalê. Di bêrûtî û bêşermiyê de tu sînor nîn e.”

Enqere- Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna komê ya Meclisa partiyê de rojeva Tirkiyeyê nirxand.

Pervîn Buldan bi bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir û got: “Em ê seferberiya mirovahiyê ya ku me daye destpêkirin zêdetir mezin bikin û bidomînin. Navenda me ya Koordînasyona Krîzê ji bo gihandina alîkariyê û dermankirina birînan dê bi şev û roj bênavber xebatên xwe berdewam dike.

 ‘Hûn nikarin xwe paqij derbixin’

 Pervîn Buldan qala qotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kir ku duh li Semsûrê ji mexdûrên erdhejê helalî xwest û wiha got: “Her çendî ku desthilatdariya siyasî hewl dide binixumîne, em dibînin ku hê jî alîkarî bi xwesî tê xwestin nagihîje hewcedaran. Pêçandina birînan li aliyekî, em dibînin ku ji bo normalîzekirina pêvajoyê û erdhejê bidin jibîrkirin, bi lez û bez ketine nava hewldanan. Ez ji vir dibêjim; hûn bi gotina yek-du rojên destpêkê kêmasî çêbûn, nikarin xwe paqij derbixin. Pirgirêk ne tenê yek-du roj, 23 roj in berdewam dike.”

‘Pereyên ku we kom kir li ku ne?’

Pervîn Buldan got; “Bi şovan alîkarî kom kirin. Çend roj derbas bûn, hê li holê ye ku ev alîkarî neşandine herêmên erdhejê. Ji ber ku pêwîstiyên lezgîn, roj bi roj zêdetir dibin. Em ji vir pirs dikin. Pereyên ku hatine komkirin, li ku ne? Çima ne li herêma erdhejê ne? Hê jî pêwîstiya lezgîn bi kon, sobe, xwarin, kel û pelên hîjyenî, derman, av û pêwîstiyên din, heye”, da zanîn ew e şopdarên mijarê bin.

‘Divê xebatên rakirina xirabeyan bên rawestandin’

Pervîn Buldan destnîşan kir ku li bajarên ku ji ber erdhejê gelek mal rûxiyane li gel derxistina cenazeyan, xebatên rakirina kavilan dimeşînin, got ku divê ev xebat werin rawestandin û wiha axivî: “Hê bedenên bê can, di bin kavilan de hene. Divê demildest xebatên rakirina kavilan werin rawestandin, rêz ji miriyan re were nîşandan. Divê destpêkê xwe bigihîjînin cenazeyan. Em careke din desthilatdariyê ji vir hişyar dikin, rasterast ji cenazeyên winda hûn berpirsyar in.”

'Zarok li ku ne?'

Pervîn Buldan di axaftina xwe de behsa zarokên ku di erdhejê de hatine dîtin jî kir û got ku berpirsyarên van zarokan Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ye. Pervîn Buldan bi pirsa; "Zarok li ku ne?", agahî da ku ji bo Komîsyona Jêr a Mafên Zarokan a di bin banê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM'ê de hat avakirin, demildest kom bibe hevalên wan daxwazname dane. Pervîn Buldan xwest ku meclis demildest der barê rewşa zarokan de xebatên xwe bimeşîne.

‘Deriyên Efrînê vekin’

 Pervîn Buldan, da zanîn ku ji Efrîna ku erdhejê lê daye, agahiyê nagirin û wê mijarê jî nirxandin kir.

Piştî erdhejê ji Efrîna ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin xeberên xweş nayên. Nûçeyên ku alîkarî ji aliyên çeteyan ve tên girtin di raya giştî de derketin. Li vir em jî bang dikin. Divê deriyê Efrînê demildest ji saziyên alîkariyê, çapemenî û rêxistinên şopandinê re bên vekirin. Ne dîrok ne jî gel wê kesên ji mirovahiyê re derî digirin, efû nekin.”

'Birîn dê bi hevgirtinê bên pêçandin'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hevgirtinê û wiha bang kir:

“Erê, em ê di vê pêvajoyê de ji bo hemû birîn bên pêçandin piştevaniya civakî mezintir bikin. Hilweşandin tenê li 10 bajarî pêk nehat. Li hemû welatan pêk hat. Ev birîna me hevpar e ya me hemûyan e. Ji bo tora piştevaniyeke mayinde em ê rêxistinbûna xwe xurtir bikin. Encax em hev bikaribin rizgar bikin. Em ê hêsrên xwe bi hev re paqij bikin. Em ê birînên xwe yên ku xwîn ji wan tê bi hev re baş bikin.”

‘Hikûmet talanê berdewam dike’

Pervîn Buldan got: “Ya ku jiyan û siberoja me di bin kavilan de hişt ne erdhej, pergala talanê ya qîmetê nade jiyana mirovan e! Sîstema ku AKP-MHP kiriye bela serê vî welatî bû sedema bingehîn a vê felaket û qeyranê. Amadekariya ji bo erdhejê, mudaxaleya lezgîn a di dema erdhejê de xalên jêneger ên vî welatî ne” diyar kir ku hikumet talakirinê berdewam dike. Pervîn Buldan wiha got: “Digel ku êş û azar berdewam dikin, me careke din dît ku hikûmet dîsa ketiye pey rantê û bi rakirina kavilan re dixwaze bingehê hilbijartinê dayne. Haya me ji wan hemûyan heye. Bi biryarnameya ku di çarçoveya Rewşa Awarte de hat derxistin, destûr dan Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ku qadên daristan û çandiniyê ji rantê re veke. Bi vê re dixwazin dest bi talaneke nû bikin, talan bikin. Bi hemû biryarên ku di çarçoveya Rewşa Awarte de hatine derxistin dixwazin erdhejê ji bo xwe veguherînin fersendê.

‘Berpirsyariya xwe bigrin û îstîfa bikin’

Pervîn Buldan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Me di vê erdhejê de bêrûtiya sedsalê dît, em bûn şahidên bêşermiya sedsalê. Qet şerm nakin. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane nêzî 50 hezaran bû, bi hezaran cenaze di bin kavilan de ne. Bêyî ku berpirsyariyê bigrin hê salekê jî dixwazin. Di bêrûtiyê de sînor nîn e. Bi deh hezaran kes di bin kavilan de man. Serokê Giştî yê AKP’ê tê helaliyê dixwaze. Ev gel heqê xwe li we helal nake. Gel ji ber we jiyana xwe ji dest da hê jî hûn dixwazin çi bide? Berpirsên bi hezaran kesên bedenên di bin kavilan de hatine hiştin hûn in! Kesên alîkarî asteng kirin hûn in. Hûn neçar in hesab bidin gel. Hûn nikarin guhên xwe ji dengê ‘hikumet îstîfa’ re bigrin. Tune dihesibînin. Yekane tişta ku hûn bikin îstîfa ye."