Pervîn Bûldan: Emê komîsyonek bihêz a hiquqê avabikin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kirin ku berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê hatiye destpêkirin, dewam dike û gotin: " Em HDP, amadekariyên xwe hemû li ser rojeva girtinê nakin. Em komîsyoneke gelekî xurt a hiqûqê ava dikin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan  diyar kirin ku berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê hatiye destpêkirin, dewam dike û gotin: " Em HDP, amadekariyên xwe hemû li ser rojeva girtinê nakin. Em komîsyoneke gelekî xurt a hiqûqê ava dikin."
 Enqere – Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, bi hevşaredarên partiya xwe re di civîna onlînê de, li hev kom bûn. Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan, di civînê de têkildarî êrişên li ser partiya xwe nirxandinên giring kir.
“Tirkiye li gorî zagonan tevnagere”
Pervîn Bûldan bal kişand ser rewşa li girtîgehan û wiha pê de çû: "Daxwazên hevalên me yên ketine greva birçîbûnê zelalin. Ne ew daxwazin ku neyên bicihanîn. Eger bê xwestin û li gorî hiqûqê nêzîkatî bê nîşandan, hingî wê daxwaz bi cih bêne anîn. Pirsgirêk ew e ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevnagere. Meseleya tecrîda li Îmraliyê ye, neheqiya li kurdan e, binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan e." 
“Mafdariya HDP’ê carekdin hat dîtin”
Pervîn Bûldan doza ku ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin jî bi bîr xist û destnîşan kir ku divê îdîanameyeke bi vî rengî careke din qet nekeve rojeva Tirkiyeyê û wiha got: "Em HDP, amadekariyên xwe hemû li ser rojeva girtinê nakin. Em bi planên xwe yên A, B, C dewam dikin. Dixwazim vê yekê jî parve bikim. Em komîsyoneke gelekî xurt a hiqûqê ava dikin. Ev komîsyona hiqûqê ne tenê têkildarî doza girtinê ye."
Pervîn Bûldan pirsgirêka qeyûm jî nirxand û wiha dom kir: "Lê belê hûn hem hevşaredarên gelê me ne hem jî yên şaredariyên me ne. Gelekî girîng e ku heta hilbijartina bê weke hevşaredar di nava gel de bimînin û kedê bidin. Bêguman ji bo teşhîrkirina qeyûman jî erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê we."