Pervîn Buldan: Dê jin hilbijartinê diyar bikin

Pervîn Buldan a di civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê de axivî, der barê hilbijartinan de bang li desthilatdarî û muxalefetê kir.

Enqere - Meclîsa Jinê ya HDP’ê ji bo diyarkirina polîtîkayên dema nû, li navenda giştî ya partiyê li hev civiyan. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di destpêka civîna Meclîsa Jinê de axivî û rojeva heyî nirxand.

Pervîn Buldan a anî ziman ku jin piştî demeke dirêj bi boneya civîna Meclîsa Jinê li hev civiyan hev, diyar kir ku desthilatdariyê di vê pêvajoyê de têkoşîna jinan ya mezin dibe dît û ev yek kir hedef û got: "Her jina ku gotina xwe ya azad û dest ji çalakiya xwe ya demokratîk bernade bûye fobiya vê desthilatdariyê. Ji ber vê yekê bi taybetî di salên dawî de şerê xwe yê herî dijwar li dijî jinan dimeşînin. Û her ku di bêhêvîtiyê de dimîne, êrîşên xwe zêde dike.” Pervîn Buldan a got, “Vîna jinê ya azad û têkoşîna wê ya demokratîk e”, bal kişand ser pêvajoya binçavkirina Semra Guzel û got ku hewl tê dayîn ji nasmeya jin û Kurd re serî bidin tewandin.

“Semra Guzel vîna gelê me û jinan e. Tewandina wî serî ne hedê kesên heta qirika xwe ketine nava sûcan e. Jinên ku hewl didin serê wan bitewînin wê bi serbilindî meşa xwe bidomînin. Em ji vir careke din li ser navê Meclîsa xwe ya Jinê ji hevala xwe Semra Guzel re hezkirin û rêzdariya xwe dişînin.”

“Berdala vê li jinan didin jiyîn”

Pervîn Buldan a got, "Her ku sûc, bêhiqûqî û gendelî ya wan zêde dibin, êrîşî hemû beşên civakê dikin" di axaftina xwe bal kişand ser qeyrana aborî ya li welat tê jiyîn.

“Guman nîne ku rewşa herî giran ê hilweşîna aborî jin dijîn. Berdala her bertîl û her xizaniyê jin weke xizaniya herî giran didin. Jin bêkar in, jin bê ewle ne û jin bi awayekî belavbûyî xizan in. Ev rewş tundiyek aborî ya siyaseta mêr ya bi zanebûn li ser jinê dide meşandin e. Li aliyê din tundiya piralî û sûcên li dijî jinan her ku diçe girantir dibe. Ji zêdebûn û belavbûna van sûcên zayendî hikûmeta AKP’ê û hevkarên wî berpirsyar e.”

“Amadekariyên hilbijartinê hê zêdetir tirs, zext û kaos e”

Pervîn Buldan a bal kişand ser nîqaşên derbarê hilbijartinê de, diyar kir ku desthilatdarî polîtîkaya bêçareseriyê ferz dike û got: "Amadekariyên hilbijartinê bi piranî tirs, zext û kaos e. Êrîşên li ser destketiyên jinan, kurdan, hêzên demokratîk û kedê, gefa şer a li welatên cîran bûye kampanyayeke hilbijartinê ya desthilatdariyê. Îşkenceya li girtiyan, desteserkirina mafê wan û gefên li wan tên xwarin, beyannameya hilbijartinê ya vê desthilatdariyê ye, soza wê ya ji civakê re ye."

Bila tu kes li ser HDP'ê siyasetê neke”

Pervîn Buldan a balkişand li ser nîqaşên tifaqê, bersîva we ji civîne da:

Ji bo hilbijartinê li qada siyasetê nîqaş têne kirin, hin hesab têne kirin. Dixwazim bi rengekî eşkere bibêjim. Tu hesabê ku cih di nav de nebe bi ser nakeve. Bi fikrê HDP'ê re ku li ser mezinkirina têkoşîna jinê ava bûye û partiyeke jinê ye, di vê mijarê de bi rengekî eşkere em helwestê nîşan didin. Bila Tifaqa Cûmhûr jî ya Milet jî zanibin. Bila tu kes li ser HDP'ê siyasetê neke. Bila HDP'ê ji xwe re nekin malzemeya siyasî. Bila her kes bi hedê xwe zanibe. Gava ku HDP bilêv kir, divê hezar carî bifikire."

Pervîn Buldan diyar kir ku dê jin encamên hilbijartinê diyar bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ê pêşerojên azad diyar bikin. Em jin dê qezenç bikin, bi me re wê civak û welat qezenc bike. Dê demokrasî, aştî û azadî qezenc bike. Dê edalet serbikeve!"