Pervîn Bûldan bi karkerên tekstîlê re hat ba hev

Pervîn Bûldan bi karkerên tekstîlê re hat gel hev û da zanîn keda karkeran ji aliyê kesên welat bi rê ve dibin tune tê hesibandin.

Edene - Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" hatina gel hevdu ya bi jinan re didomîne. Meclîsa Jinê ya HDP'ê vê carê çû serdana karkerên jin ên li Atolyeya Tekstîlê ya Fevzî Paşa Efeler a Seyhana Edeneyê dixebitin. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter Tulay Hatimogullari, Fatma Kurtulan, Hevseroka Partiya Rizgariya ji nû de (SYKP) Canan Yuce û gelek jin beşdarî serdana jinên kedkar bûn. Pervîn Bûldan û heyeta ku bi karkeran yek bi yek axivîn piştre daxuyaniya çapemeniyê dan. 
"Ji Xizaniya Jinê re Na"
Pervîn Bûldan têkildarî kampanyayê de agahî da û wiha axivî:"Ez hezkirin û rêzdariya xwe nîşan didim. Ez di kar û xebatên we de qewetê ji we re dixwazim. Ez li ser navê partiya xwe û heyeta xwe wekî meclîsa jinê li vir im. Di çarçoveya "Ji Xizaniya Jinê re Na" sibehê jî li Hatayê em ê biçin serdana karkerên jin. Em bi vê boneyê îro li vir in û bi we re ne. Îro li Tirkiyeyê bi milyonan karker û kedkar ên dixibitin û berdêla keda xwe nagirin hene. Loma em hewil didin dengê jinên kedkar li TBMM'ê û bi raya giştî bidin bihîstin. Ji bo em pirsgirêkên karkeran çareser bikin em têdikoşin. Di şerdên pandemiyê de pirsgirêk zêde bûn. Bi taybet di sal û nîvek dawî de jin di bin şerdên dijwar de dixebitin. Em îro ji bo pirsgirêk û daxwazên jinên kedkar ragihînin em li vir in. Em amade ne li we guhdar bikin. Keda we û dilê we sax be. Ez dîsa baweriya xwe ya ku em ê bi ser bikevin tînim ziman."