'PDK'ê rê li pêşiya dagirkirina Kurdistanê vedike'

Endama Edaleta Civakî ya Efrîn-Şehba Şaziye Ibrahîm derbar hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya dewleta tirk re axivî û got: "PDK'ê bi hevkariya xwe rê li pêşiya dagirkirina Kurdistanê vedike."

HESNA MIHEMED

Şehba – Ji meha Hizêranê ve dewleta artêş, tang û wesayetên xwe yên leşkerî li navçeya Amediyê û derdora wê ya li başûrê Kurdistanê bi cih kiriye û her wiha bendên xwe yên kantrolê û baragehên xwe yên leşkerî jî li wê deverê ava kirine. Armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye, PDK'ê û Hikumeta Îraqê rê ji dagirkeriyê re vedikin û bi hevkariya wan dewleta tirk xaka başûr dagir dike.

Ji ber êrîş û şewatên ku dagirkeirya dewleta tirk li başûr pêk tîne zêdeyî 100 gund hatine valakirin ev jî metirsînekê bi xwe re ava dike. Êrîş û dagirkirina başûrê Kurdistanê piştî hevdîtina Serokomarê Tirk Erdoxan bi rayedarên Îraqê re pêk hat ket meriyetê. PDK'ê jî lihevkirinên xwe bi Erdoxan re pêk aniye ji bo şerê şervanên azadiyê li çiyayên azad bikin.

Li dijî îxaneta PDK'ê û hevkariya wan ji dagirkeriya dewleta tirk re gelê Kurd li seranserî cîhanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî helwest in û lihevkirina îxanetê şermezar dikin. Endama Edaleta Civakî ya Efrîn-Şehba Şaziye Ibrahîm derbarê êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ji êrişan re axivî.

'PDK'ê axa Kurdistanê ji dagirkeriya dewleta Tirk re vedike'

Şaziye Ibrahîm anî ziman ku hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya tirk re xiyanetek li dijî gelê Kurd e û wiha got: "Xiyaneta PDK'ê li başûr û hevkariya wan bi dagirkeirya tirk re derî li pêşî dagirkirina Kurdistanê vedike û ev lihevkirin li dijî gelê Kurd tevahî ye. Mala Berzanî di dîrokê de û heya niha bi kiryarên ku dikeve nav dijminatiya gelê Kurd tên naskirin, her dem pêşiya dagirkeriyê rê vedikin ku êrîşên xwe bînin ser zarokên me û welatên me dagir bike. Li hember xiyanetê dîsa wê îradeya azad biserkeve ger PDK'ê xiyanetê bike an na, lê mixabin li beramberî azadiya gelan bi hevkariya xwe ji Erdoxan re dibin kelem. Dewleta tirk bi van êrîşan hewil dide şer di nava kurdan de ava bike, bi rihetî PDK'ê erdê Kurdistanê ji dagirkeriyê re pêşkêş dike. Gundên derdorê Dahûk û Xarkûk ji reseniyên wan vala dike û tslîmî dagirkeiryê dike, bi tundî em vê xiyanetê şermezar dikin."

'Wê îxanet bi ser nekeve’

Şaziye Ibrahîm da xuyakirin ku PDK'ê bi serperiştiya Amerîka, Rûsya û dewletên dîtir tev digire û wiha pê da çû: "Erdoxan bi dagirkirina başûr û bu cihkirina leşkerên xwe li wan deveran ji ber armanca wî yê sereke Kurdistanê dagir bike û bixe bin serweriya xwe. Em jî qet vê planê li ser xwe qebûl nakin. Eger hebûna li ser rûyê erdê hebe bila bi rûmet û azad be ne di bin dagirkeriyê de be. Zarokên ku ji bo Kurdistanek azad li eniyên şer û çiyayên azad şer dikin li hemberî dagirkeriyê wê misoger serkeftinên mezin bi dest bixin ji ber ku ji bo welat û nasnameyên xwe yên kurdayetiyê şer dikin. Me berxwedan û têkoşîan xwe ji silogana ‘Berxwedan Jiyane’ girtiye, lewra xeta îxanetê wê tu carî bi sernekeve. Em şerê birakujiyê nakin em şerê îxanetê dikin. Em carek din bang li PDK'ê dikin ji îxanetiya xwe vekişin û li kurdiyetiya xwe vegerin."

'Divê her kes li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin'

Di dawiyê de Şaziye Ibrahîm bang li gel kir ku xwedî li erdên xwe derkevin û li dijî îxanet û dagirkeriyê serî hildin û ev tişt anî ziman: "Ji rojava heya başûr em bang li gelê başûr dikin ku li dijî îxanetê û dagirkeriyê teslîmkariyê qebûl nekin li berxwe bidin û serî hildin. Divê em li dijî vê şerê berxwedanê mezin bikin û xwedî li erd û rûmetên xwe derkevin. Wê PDK'ê li wê deverê winda bike, bila mala Berzanî xeyal nekin ku wê serbestî piştî dagirkeriyê bijîn. Her wiha banga me ji hemû kesê azadîxwaz re heye ku li dijî dagirkirina başûr xwedî helwest bin û vê planê qebûl nekin. Însanên ku bi xwîna xwe soz dane qet îradeya wan naşke û yê berxwe dide wê bi serkeve."