Partiyên Mexribî di hilbijartinan de wekhevî bi dest xistin

Hilbijartinên ku di 8’ê Îlonê de li Mexribê hatin lidarxistin di warê wekheviya jin û mêr de asteke baş afirand. Partiya Pêşverû û Sosyalîst ku di van hilbijartinan de bi 23 kursiyan di rêza şeşemîn de cih girt, di warê encaman de jî dikaribû wekheviyê bi dest bixe. Ji 23 kursiyên ku partiyê li Meclisa Nûneran bi dest xistine, 12 jin gihîştin vê saziyê. Ev tê vê wateyê ku vê partiyê jî wekhevî bi dest xistiye, bi vê yekê tişta ku bi salan di tu hilbijartinan de çênebû pêk hat.

HENAN HARIT
Mexrib- Di dema hilbijartinên dawî yên li di 8’ê Îlonê de li Mexribê pêk hatin, hin partiyên Mexribê dikaribûn wekheviyê bi dest bixin ku vê yekê di warê mafên jinan û derdorên siyasî de xweşbîniyek derxist hole. 
Tevî şikestina mezin a partiya Dad û Geşedanê ya Îslamî ya Mexribê ku du serdem li pey hev hukumet birêve bir, di 2011 û 2016’an de, 125 kursiyan bi dest xistibû. Encamên 2021’ê jib o wê karesat bû lewre tenê 13 kursî bi dest xistin lê belê, tevî têkçûna wî, 9 jinên ji Partiya Îslamî karibûn bigihîjin saziya qanûndanînê li hemberî 4 zilaman.
Partiya Pêşverû û Sosyalîst ku di van hilbijartinan de bi 23 kursiyan di rêza şeşemîn de cih girt, di warê encaman de jî dikaribû wekheviyê bi dest bixe. Ji 23 kursiyên ku partiyê li Meclisa Nûneran bi dest xistine, 12 jin gihîştin vê saziyê. Ev tê vê wateyê ku vê partiyê jî wekhevî bi dest xistiye, ya ku bi salan di tu hilbijartinan de çênebû pêk hat.
"Wekheviya temamker dûr e"
Endama Buroya Siyasî ya Partiya Pêşverû û Sosyalîzmê, Fatima El-Zehraa Barsat, di daxuyaniyek ji bo ajansa me re got ku di dema namzedan de partiya wê dilgiran bûye ku di hilbijartinên 8’ê Îlonê de hejmareke zêde jinan li ser asta herêmî berbijar bike.
Fatima El-Zehra wiha got: "Di asta neteweyî de û di çarçoveya cudakariya erênî (kotayê) de, qanûnê, derbasbûna 90 jinan ji saziya qanûndanînê re diyar kir. Formula kevn 60 kursî û 30 kursî ji bo ciwanan veqetand lê formula nû 90 kursî ji bo rêziknameyên herêmî yên ku di nav herêman de hatine dabeşkirin ku rêza yekem û duyemîn ji jinan re ye veqetandin.”
Fatima El-Zehraa Barsat dibêje: "Em niha li benda encam û hejmarên fermî yên girêdayî  hejmara giştî ya jinan a di her partiyê de ne da ku em karibin hejmara jinên dê di parlamentoyê de cih bigirin bizanibin û di wê demê de bibînin ka gelo ev hejmar ber bi nûnertiya jinan ve dibe yan na. Mexrib ber bi zêdekirina nûnertiya jinan ve diçe. Encamên destpêkê geşbîniyê çêdikin lê digel vê yekê hîn jî riyek dirêj ber bi wekheviyê ve heye, ya ku em hemû li ser dixebitin jî ew e. Wekhevî xewnek e ku ne hêsan e pêk were, ew têkoşînek dirêj hewce dixwaze û dibe ku pêwîst be nifşên din jî vê yekê bidomînin da ku ev xewn pêk were.”  
Vîneke siyasî
Fatima El-Zehraa Barsat destnîşan kir ku çend faktor hene divê bên bicihkirin da ku wekhevî û nûnertiya jinan di Encûmena Zagonsaz de hebe. Digel qanûnan, ew hewceyê îradeyek siyasî ya rastîn a partiyan e ku pêdivî heye jin li deverên hilbijartinê yên ku tê de serkeftî ne bi cih bibin û wiha domand: "Her wiha pêdivî bi îradeyek populer heye da ku hilbijêr bixebitin ku dengên xwe bidin jinên jêhatî, ji ber ku tê zanîn di hilbijartinan de hin pratîkên neyînî hene ku ev jî rê dide jin cihê ku heq dikin negrin.
Fatima El-Zehra anî ziman ku pêdivî heye neheqiya li ser jinan were rakirin û hemû rê û mekanîzmayên wê bidin wan da ku beşdarî şerê xurtkirina demokrasiyê bibin û bigihîjin pêşketineke berbiçav ku bêyî beşdarbûna bandorker û bêkêmasî ya jinan pêk nayê û got: “Karek heye divê ku were kirin. Ew jî beriya her tiştî hêza aborî ya jinan e. Ji ber ku bihêzbûna siyasî bêyî bihêzbûna aborî û civakî, ji bilî xebata çandî û tekoşîna bi qaliban re ne temam e. Ji bo bidestxistina wekheviyê divê jin wek kesên jêhatî û durist bên dîtin û xwedan kapasîteyên ku wan dihêle ji her deverê beşdarî pêşketina welatê xwe bibin.”
Jin beşdarî hilbijartinan bûn
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Mexribê de hat destnîşankirin ku "lîsteyên hilbijartinê" yên pêşbaz di hilbijartinên odeya yekem a meclisê de bi tevahî 6 hezar û 815 namzed hene, ji wan 2 hezar û 329 namzed ji bo jinan, yanî ji sedî 34,17ê namzedan e.
Li gorî heman hejmaran, hejmara namzedên jin ên ji bo hilbijartina meclisên kom û navçeyan gihîşt 74.060, ango nêzî ji sedî 30’yê ji hejmara giştî ya namzedan.
Wekhevî bi zîhniyeta baviksalar re rû bi rû dimîne
Wekî ku xewna wekheviyê ji bo jinan wekî dirûşmek bimîne. Ji ber vê yekê tevgera jinan a li Mexribê dive wekî şerekî ku têkoşînek pir hewce dike têbikoşe. Çalakvana mafên mirovan û seroka Komeleya Wekheviyê Buşra Abdo, dibîne ku Mexrib ber bi wekheviyê ve diçe lê ev mekanîzma hê li ser erdê pêk nehatiye û daxwazên tevgerên jinan ên li Mexribê pêk nayne.
Buşra Abdo ji ajansa me re ev yek diyar kir; "Jinên Mexribê îro xwediyên wê hêzê ne ku wekî zilaman cihên biryardanê bigrin lê daxwaza bi wekheviyê bi rastiya heyî re rû bi rû dimîne bi taybet di nava civaka baviksalarî ya ku jinan bi vî rengî qebûl nake de.”
Buşra Abdo wiha domand; "Bi qanûnên nû yên hilbijartinê û bi têkoşîna tevgerên jinan û jinên siyasî yên çalak ji nav partiyên wan, em karibûn bigihîjin van encaman lê tevî ku ew pêşwext in jî erênî dimînin. Qanûna organîk a hejmar (04.21) a guherbar û di qanûna organîk a têkildarî Meclisa Nûneran de temamker e. Ji bo berfirehkirina temsîliyeta jinan, geşedanên girîng girt nava xwe. Ew jî bi veguhestina pejirandina navnîşanên neteweyî yên ku ji bo wan û ciwanan hatine destnîşankirin e.”
Hêjayî bal kişandinê ye ku di hilbijartinên 8’ê îlonê de Mîtînga Neteweyî ya Serbixweyan 102 kursî bi dest xistibûn û Qralê Mexribê Mihemedê VI, Aziz Akhannouch, sekreterê giştî yê partiyê, wek serokwezîr tayîn kir ku dê 13’ê Îlonê bi partiyan re bi armanca avakirina hikûmeta nû dest bi şêwirmendiyê bike.