‘Parastina destkeftî û hebûna Kurdan bi yekitiyê pêkan e’

Siyasetmedarên jin ên ji kantona Kobanê êrîşên dewleta tirk ên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin û dan zanîn dewleta tirk hebûn û statuya gelê Kurd hedef digre.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Êrîşên dewleta tirk ên ji 19'ê Mijdarê ve li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiribûn, bênavber berdewam dikin. Li hemberî van êrîşan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtina xwe ya li hember êrîşan di her derfetê de nîşan didin.

Di çarçoveya êrîşan de jinên siyasetmedar ên li Kobanê, armanca dewleta tirk a ji van êrîşan nirxandin û bi riya ajansa me banga yekitiya Kurdan kirin.

‘Lihevkirineke navdewletî li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye’

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl di destpêka nirxandina xwe de helwesta hêzên garantor a li hemberî êrîşan wiha bilêv kir: "Salên dirêj in ku dewleta tirk şerekî bi vî rengî li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne. Lê êrîşa vê carê ji yên din cudatir bû, vê carê dewleta tirk hinek cihên ku heta niha nehatibûn hedefgirtin topbaran kir. Weke cihên gaz û petrolê ku em debara xwe pê dikin. Li hember van kiryaran hêza garantor Rûsya û rejîma Sûriyeyê ku qaşo em bi rengekî hevbeş sînor diparêzin, bêdeng man. Tevî ku bi dehan car leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin armancgirtin jî. Her wisa hinek cihên Koalîsyona navdewletî û hêzên Rûsyeyê yên bi hêzên me re hevbeş jî hatin topbarankirin. Heger mirov vê rewşê ji zarokek re vebêke wê ew zarok têbigihîje ku lihevkirinek di navbera van hêzan de heye. Ji ber vê tu hêzê helwesteke cidî nîşan nedan û dewleta tirk jî êrîşên xwe ranewestandiye."

‘Helwestên ji Başûrê Kurdistanê wê bandoreke mezin ava bikin’

Sara Xelîl di domandina axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku divê bi rengekî demildest helwest were nîşandan û wiha domand: "Ev êrîş bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sînordar neman, di heman demê de heman kiryar li Başûrê Kurdistanê jî pêk hatin. Jixwe dewleta tirk diyar ku hemleya wan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriye û Başûrê Kurdistanê ye. Lê mixabin bêdengiyeke metirsîdar derket holê, me ji aliyê gel û hikûmeta Başûr ve tu bertekên li hemberî van êrîşan nedît. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk binpêkirinên bi vî rengî li Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Tê bîra her kesê dema lı referandûma li Başûrê Kurdistanê bi ser neket, hikûmeta wir got ku dostên Kurdan tune ne. Lê ew li ser vê gotinê neman û hişyar nebûn, ew careke din ketin bin bandora hin hêzan û bi taybetî jî dewleta tirk ku gelek perspektîfên wan bi cih anîn. Ji ber vê banga me ji bo gelê Başûr e divê lu li hember vê hişmendiyê bêdeng nemînin û em bikarbin li hember van komployan yekitiya xwe ava bikin."

‘Sekn û helwesta gel planên li hemberî Kobanê vala derxist’

Sara Xelîl di dawiya axaftina xwe de behsa helwesta gelê Kobanê ya li hember êrîşan kir û wiha got: "Gelek êrîş û topbaran li ser Kobanê jî pêk hatin. Em dixwazin bi taybetî balê bikşînin ser helwest, berxwedanî û sekna gelê Kobanê ya li hember van êrîşan. Em weke PYD'ê her dem di nava gel de ne, gelê me bi me re parve dike ku ew ê dest ji vê axê bernedin û li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin. Ev helwest ji aliyê ciwan, jin û kesên temenê wan mezin de hat nîşandan. Gotina wan a dawî ev bû: Em ê careke din koçber nebin û axa xwe ji dagirkeran re nehêlin. Tevî ku dewleta tirk vê carê bi balafirên şer, tang û obîsan bajar û gundewar topbaran kir jî gelê me ji malên xwe derneketin. Ji ber vê mirov dikare bibêje ku di asta yekemîn de îsrar û berxwedana gel vê êrîşê vala derxist."  

‘Dewleta tirk dixwaze gelek armancên xwe bi cih bîne’

Endama komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê (PDKS) Gulistan Atî armanca dewleta tirk wiha analîz kir: "Ev demek e em bi topbarana dewleta tirk re rû bi rû ne. Armanc ew e ku herêman ji gel vala bike û dest bi tevgera dagirkeriyê bike. Her wiha ew nêzî hilbijartinan dibin û gelek lawaziyan di hundir de dijîn. AKP ji bo ku van lawaziyan derbas bike û hêza xwe nîşanî gel bide, dixwaze bi giştî herêmên me dagir bike. Ji aliyekî din ve ew behsa herêma bi ewle dike, li herêmên wan ên ku dagir kirine ewlehiya wan ji hemû cîhanê re diyar e. Her wiha hemû cîhanê jî dît ku dewleta tirk gelek cihên çeteyên DAIŞ'ê tê de ne hedef girt. Ew dixwaze bi vê yekê careke din DAIŞ’ê rizgar, zindî û bi tevger bike. Gelê me jî di zanebûna siyaseta Tirkiyeyê de ye, ji ber vê ew heta dawiyê jî bawer in ku armanca dewleta tirk bi cih nayê, ji ber vê sekneke xurt li dijî van êrîşan nîşan didin."

‘Kurd hemû di xeterê çareserî yekitî ye’

Gulistan Etî anî ziman ku dewleta tirk dixwaze Kurdan qir bike û got: "Dewleta tirk bi bihaneya şerê li hember ‘terorê’ êrîşî me dike lê Erdogan bi xwe destek dide komên terorê, wan birêve dibe û terorê li hemberî Kurdan bi kar tîne. Erdogan naxwaze Kurd bibin xwedî statu. Di roja îro de Kurd ber bi statûbûnê ve diçin, ev yek jî metirsiyên dewleta tirk zêdetir dike. Ji lewre ev gotinên dewleta tirk ku li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê şer dike, vala ne. Kurd li ku derê hebin ango hebûneke Kurdan li kîjan deverê çêbibe, wê bibe armanca dewleta tirk. Ji bo vê yekê û bi taybetî di vê pêvajoyê de divê ku em weke partiyên siyasî yên Kurd yekitî û hevgirtina xwe ava bikin."

‘Rojava ji bo çarenûsa tevahî Kurdan girîng e’

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurdên Sûriyeyê Gulê Hesen destnîşan kir ku çarenûsa gelê Kurd girêdayî destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê ye û got: "Zêdetirî 10 roj in êrîş û topbarana dewleta tirk li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Di van êrîşan de gel ziyanên mezin dîtin, ji bilî topbarana cihên hêzên me dewleta tirk dibistan, nexweşxane û nuqteyên tendirsutiyê jî topbaran kir. Bi taybetî hedefgirtina dibistanan, bandoreke mezin li ser derûniya zarokan kir. Ev kiryar sûcên şer in, ji ber vê divê ku rêxistinên mafên mirovan û yên zarokan li hemberî vê rewşê xwedî helwest bin. Her wiha ji bo helwesta hêzên Rûsyayê, mirov dikare vê yekê bibêje. Ew dixwaze herêmên Rêveberiya Xweser radestî rejîma Sûriyeyê bikin. Lê dê tu carî pêk neyê, me zêdetirî 12 hezar şehîd ji bo avakirina vê pergalê û jiyanê da. Ev yek ji aliyê partiyên siyasî, gel û malbatên şehîdan ve nayê pejirandin. Di vê rewşê de divê ku ev destkeftî werin parastin, ev şoreş û pergal ji bo diyarkirina çarenûsa tevahî gelê Kurd girîng e. Ji ber vê divê xwedîderketineke di asta Kurdistanî de ji bo van herêman çêbibe."