Nuray Sancar: Vebijarka sêyemîn ne tenê pêwîstiyek e, şert e

Di van demên ku nîqaşên hilbijartinên pêşwext berdewam dikin de, di nav muxalefetê de tifaq ava dibe. Rojnameger-Nivîskar Nuray Sancar a destnîşan kir ku tifaqa sêyemîn hem pêwîstî ye hem jî mecbûriyetek e û diyar kir ku divê hêz bibin yek.

ELÎF AKGUL
Stenbol- Her ku rewşa aborî xirab dibe û ber bi îflasê ve diçe, nîqaşên hilbijartinên pêşwext hîn bêtir tên ser ziman. Li ser vê yekê li eniyên muxalefetê jî xebat didomin. Li ser vexwendina Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, kombûna Seroka Giştî ya Îyî Partiyê Meral Akşener, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan her çend ji aliyê hinekan ve “ji bo demokrasiyê şeva dîrokî” hat nirxandin jî ji bo hilbijêran alternatîfeke din a wekî tifaqa sêyemîn tê birêxistinkirin.
EMEP, TKP, TÎP, TOP, SMF û Navendên Civakî ji bo ku ji dengdêran re muxalefetek din ava bikin, dest bi hevdîtina tifaqa sêyemîn kirin. Tê payîn ku zêdetir dê kes beşdarî civîna di vê mehê de cara duyemîn bê lidarxistin, bibin. Em bi rojnameger Nuray Sancar re li ser lêgerîna tifaqa sêyemîn a muxalefeta çep û sosyalîst axivîn. Nuray Sancar bi gotinên "Tifaqa sêyemîn hem pêwîstî hem jî mecbûriyetek e" dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku tifaqa bi salan e bi gotina "Li benda hilbijartinê bisekinin, me bînin desthilatdariyê" gel mijûl dike, nikare ji vê pêwîstiyê re bibe bersiv.
Nuray Sancar bi bîr xist ku "tifaqa Neteweyî" ya şeş partiyan a CHP'ê ji parçeyên ji AKP û MHP'ê qutbûnê pêk tê û wiha dibêje: "Jixwe bila CHP di îtifaqa ku muxalefeta civakî rêveberiyê dike de wekî bi awayê sazî tunebe.” Nuray Sancar bi gotinên; "Divê platformek ku hemû beşên têkoşer û her qada civakî ya bindest bikaribin xwe tê de bibînin bê avakirin” li ser pirsa gelo tifaqa sêyemîn xwe di nava tifaqa muhtemel a serdema piştî AKP'ê de dîtiye yan na, wiha bersiv da: “Heya ku di nava amûra dewletê de bi têkoşîneke ji binî tê ve veguhertineke radîkal çênebe, di mekanîzmaya heyî de çênabe.”
"Ji bilî têkoşîna yekbûyî tu çareyek din tune ye" 
Ma tifaqa sêyem pêwîstiyek e? Sedema sereke ya hevdîtinan çi ye?
Tifaqa sêyem hem pêwîstiyek e hem jî mecbûriyet e. Tirkiye ket riyeke tarî. Bi rejîmeke zordar ku xwe li derveyî rexne û kontrolê dihesibîne re her gotina biçûk a muxalif û çalakiyan bi tundûtûjiyê muamele dike û ji bo welatiyan ji mafên wan bêpar bihêle her tişt dike. Rewşa aborî qet nebaş e. Karker di her warî de fatûrayên giran didin. Xizanî û bêkarî zêde bûye. Cînayetên jinan zêde bûn. Hewl dan ciwanên ku bi Kurdî stranan dibêjin, bên bêdengkirin. Gel tevî vê yekê jî di demên dawî de li ser piyan e. Karker di grevê de ne, esnaf fatûreyan dadiliqînin, kolan germ dibin. Lê her beş ji bo xwe ye. Divê ev hêz bibe yek. Ji ber ku koma tifaqeke bi salan e bi gotina “Li benda hilbijartinê bisekinin, me bînin desthilatdariyê” gel mijûl dike, nikare ji vê pêwîstiyê re bibe bersiv, ji bilî têkoşîneke yekgirtî ya partiyên li kêleka ked û gel an, tu çareyek din tune ye.
"Divê ne wek astengî wek derfetek bê dîtin" 
Di her hilbijartinê de fikarên “parçekirina dengan” tên zîman. Gelo tifaqa sêyemîn dikare bibe bersiva vê fikarê?
Ez wisa difikirim ku yên dibêjin “bila deng neyên parçekirin” hilbijêran mehkûmî xwe dikin. Divê îpotekek wiha neyê danîn. Hem nikarin bibin hêzek hem jî dengên kesên ku ji aliyê siyasî ve ji holê radikin dixwazin. Ev rewşa mecbûrikirina xwe ye. Lê belê rejîma yek zilamî, sîstema hilbijartinê û sîstema temsîliyetê ya heyî bi bazarên bi vî rengî re zemîn amade dike. Li gel vê jî divê vebijarka sêyem ji bo rûxandina vê rejîmê ne weke astengî wek derfetek bê dîtin. Bi rastî jî bendawariyek di vî warî de ava bû. Her wiha girîng e ku mirov vê yekê binirxîne. Du qonaxên hilbijartinê hene. Hilbijartina serokomariyê û avakirina pêkhateya parlamentoyê. Helbet di hilbijartinên serokomariyê de hêz dikarin di asta herî berfireh de bicivin. Divê ev rejîma yek zilamî ku bûyer bar li ser pişta gel bê daxistin. Lê vebijarka sêyem jî wê derfetê bide ku hîn zêdetir dengê beşan di parlamentoyê de derbikeve. 
“CHP’ê di her pêvajoya xeternak de piştgirî da rejîma AKP’ê” 
Li gorî we çima CHP xwe di nava tifaqeke ku muxalefeta civakî organîze dike de nabîne?
CHP’ê di her pêvajoya xeternak de piştgirî da rejîma AKP’ê. Ev pêvajo hemû tûrnûsolek bûn. Mînak di operasyonên dersînorî de dengê xwe da tezkereyan. Piştgirî da hewldana AKP'ê ya li Yenîkapiyê ya lihevhatineke neteweyî. Destûr da rakirina parêzbendî û Destûra Bingehîn. Heta ku qeyûm belav bû û dest nedan wî dengê xwe dernexist. Yanî ew partiyek ku karneya wê bi pileyên şikestî tijê ye. Hêmanên tifaqa ku îro tercîh dike parçeyên ji AKP û MHP’ê qut bûne ava dibe û weke tifaqeke dîrokî pêşkêş dike. Serok û kadroyên partiyên ku vê tifaqê de cih digrin şirîkên sûcên berê ne û li ser biryarên ku hatine girtin jî îmzeya wan heye. Helbet cihê ku herî zêde CHP xwe rehet hîs bike cihekî wiha ye. 
Weke ku we got, jixwe bila CHP di tifaqa ku muxalefeta civakî rêveberiyê dike de wekî bi awayê sazî nebe. Hin wekîlên hêja, endamên xebatkarên CHP’ê yên ku demokrasî û jiyana mirovî dixwazin, helbet ji derveyî vê çarçoveyê ne.
Hûn nêrîna partiyên sosyalîst ên vê pêvajoyê çawa dinirxînin?
Divê ev pirs ji hemû partiyên tifaqên cuda bê pirskirin. Weke ku tê dîtin, pêvajoyek heye tê xwestin bi danûstandinên "lêkolîn" û hin xebatên hevpar bi pêş bikeve. Ji ber ku vebijardeya sêyem pêwîst e li ser hin prensîban bê avakirin, hewl tê dayîn ku bi baldarî li hesasiyetên partiyan zemîna hevpar were pêşxistin. Ji ber ku ji bo piraniya partiyan ev yekitî ne yekitiyek e ku heta hilbijartinan were avakirin û hilweşandin. Ya girîng ew e ku yekîneyên têkoşînê yên bi hêz, demdirêj û nerm bên afirandin. Wisa dixuyê ku wan ne bi armanca sînordar a pergala wekitiya kevin a piştî hilbijartinê restore bikin, ji bo ku bibin babetên kolektîf ên avakirina demokrasiyek gelerî ya pêştir, derketine rê. 
Tu fikar û armancên tifaqa sêyem hene ku piştî AKP’ê beşdarî hikûmeteke koalîsyona gengaz bibe?
Ev yek ji bo hinek partiyên ku hewl didin tifaqa sêyemîn pêk bînin mimkun e lê ji bo hinekan ne mimkun e. Ez wek sosyalîstek alîgirê duyemîn im. Heya ku di nava amûra dewletê de bi têkoşîneke ji binî tê ve veguhertineke radîkal çênebe, di mekanîzmaya heyî de bizorbûyîn ne rast e.  Lê belê amûra heyî dewleta yekdestdarên mezin e ku di nava têkiliyên mafyayê de ye, avahiyên derqanûnî çêdike, li gorî sîstema "ji feqîran bigire û bide dewlemendan" hatiye avakirin. Di vê amûrê de cihê karker û nûnerên gel nîn e. Heta ku dewlet nebe dewleta gel, ez xizmeta ji bo mekanîzmayeke qirêj rast nabînim. Ez wisa difikirim ku bendewariya “bila ez bibim wezîrê vê dewletê, misteşar û hwd. xweşik xweşik bixebitim” xeyalek e.