Nûnertiya siyasî ya jinan wekheviyê bi xwe re tîne

Bi projeya xurtkirina jinan di warê siyasî de, armanc ew e ku bi riya xurtkirina wan di warê zagonî de ji bo wekheviyê beşdarbûna siyasî ya jinan di nava meclisên hilbijêr de pêk bîne.

RECA XÊRAT

Mexrib- Komeleya Wekhevî û Welatiyê di Çileya borî de dest bi projeya" Nûnertiya siyasî ya jinan wekheviyê tîne" kir û dê heta meha Hezîrana îsal bidome. Di dawiyê de raporek der barê ezmûna siyasî ya jinên beşdarî projeyê bûne de pêşkêş bike.

‘Me bi diruşma “Wekhevî tê” dest bi projeya xwe kir’

Seroka komeleyê Bûşra Ebdo got ku wan di çarçoveya xurtkirina siyasî û piştgiriya jinan li herêmên Darul Beydaa û Satat bi dirûşma “Wekhevî Tê” dest bi projeyek kirine ji bo dengê jinan di encûmenên hilbijartî de bê bihîstin û wiha pêde çû: “Demek beriya hilbijartinên zagonî yên sala 2021’ê ji bo şopandina ezmûna siyasetmedarên jin piştî hilbijartinan komeleyê hişyariyek pêşkêş kir. Bi riya komîteya herêmî ya karmendên kantona Darul Baydaa Anfa komeleyê projeyek ji wezareta karên hundirîn re pêşkêş kir. Ev proje namzedên kantona Anfa û kantona Berşîd ji bo 6 mehan armanc digre. Dê perwerdeyan ji bo wan jinan li dar bixin û pêdiviyên wan siyasî diyar bikin.”

‘Dive namzed werin şopandin’

Bûşra Ebdo der barê çawaniya hilbijartina namzedan de jî teqez kir ku piraniya wan cara yekem e vî karî dikin li meclisên herêmî, komên gundan û yên aliyan lewre ji bo di ware zagonî de bên xurtkirin divê bên şopandin û wiha gotinên xwe domand: “Beşa yekem a projeyê danasîna çarçoveya zagonî ji bo rola siyasetmedarên jin e li gel rola sivîl bi awayekî demokratîk hevkariyê digre nava xwe. Beşa duyem jî girêdayî xîtabeta siyasî ya wan jinan e di meclis û li kantonan de. Beriya demekê komeleyê lêkolînek der barê namzedan kir bi riya hevdîtinên tekane û komî ji bo ku raporeke taybet der barê ezmûna wan a siyasî de amade bikin û li dawiya projeyê pêşkêş bikin.”

‘Bi projeyê em namzedan ji bo hilbijartinê amade dikin’

Li ser erêniya sîstema kotayê, Bûşra Ebdo diyar dike ku bi projeyê namzedan amade dikin ji bo bibin wekîlên lîsteyên hilbijartina giştî û beşdarî hilbijartinan bibin. Bi taybetî piştî ku ji ezmûna wan a siyasî sûdê girtin û wiha gotinên xwe bi dawî dike: “Di beşa 19’emîn a makezagona Mexribê de jin û mêr bi awayekî wekhev xwedî hemû maf û azadiyê ne. Her wiha di beşa 6’an de jî ji bo xurtkirina beşdariya wan a jiyana siyasî, aborî, çandî û civakî azadiya hemwelatiyên jin û mêr bi awayê wekhev teqez kiriye.”