Newroz Ehmed encamên Operasyona Mirovî û Ewlehiyê nirxand
Endama Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed encamên qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên li kampa Holê hatibû destpêkirin nirxand.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Kampa Holê yek ji kampên herî xeternak e di cîhanê de. Kampa Holê 45 km. li rojhilatî bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Piştî ku malbatên DAIŞ'ê di Adara 2019'an ji Baxoza Dêrazorê derbasî Kampa Holê bûn, şaneyên razayî yên DAIŞ'ê ji xwe re fersend dîtin ku piştî binkeftina xwe ya li Baxozê dîsa xwe birêxistin bikin. Ne tenê şane lê belê jin û zarok jî hatin perwerdekirin. Li Kampa Holê xeteriya zarokên Eşbal El-Xîlafa û Jinên El-Hisbê li ser her kesê/î daye çêkirin û sûcên dermirovî pêk tînin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJ û QSD'ê li dijî van şaneyan di 25'ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî dan destpêkirin û piştî 24 rojan operasyon bi encamên baş bi dawî bû.
Der barê encamên ku di Operasyona Mirovî û Ewlehî de hatiye bidestxistin û ji îro û şûnde çi pêwîst dike û çi erk dikeve ser milên Koalîsyona Navdewletî, NY û civaka navdewletî Endama Fermandariya QSD'ê Newroz Ehmed ji ajansa me re axivî.
Li ser çi bingehê Operasyona Mirovî û Ewlehî ya 2’yemîn hat destpêkirin?
Newroz Ehmed bi pêwîstiya destpêkirina qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî di Kampa Holê de dest bi axaftina xwe kir: "Di pêvajoyên derbasbûyî de gelek sûcên qetilkirinê û revandina derveyî Kampa Holê de rû dan. Her wiha êrîşa ku di destpêka salê ve li Girtîgeha Sîna a Xiwêranê çêbû, têkilî û girêdana wê bi hundirê Kampa Holê re jî hebû. Planeke çeteyên DAIŞ'ê wê demê hebû ku hemû malbatên xwe ji nava kampê birevîne. Ji lewre planeke me ya bi vî rengî hebû ku em aramiya hundirê kampê û tirsa koçber û penaberên heyî ji şaneyên DAIŞ’ê her wiha ji bo ku em tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst bigrin me dest bi qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî kir. Ji aliyekî din ve jî em bikaribin bi vê operasyonê re sîstemeke nû li Kampa Holê deynin ku di warê ewlekariyê de tedbîr xurtir bibe û di warê xizmetguzarî de jî bikaribin rehetir tevger bikin û xebatên xwe bimeşînin. Li ser van bingehan demeke dirêj e amadekarî ji bo operasyoneke wiha berfireh dihat kirin lê êrîşên dewleta tirk a dagirker û êrîşa DAIŞ'ê li ser girtîgeha Xiwêrana Hesekê bi pêş ket, mijûlbûyîna hêzên me yên leşkerî û ewlekariyê di şerê li dijî DAIŞ'ê de heman wextê gefên dewleta tirk li ser herêmê ev hemû jî bandor kir û bû sedem ku operasyon dereng were destpêkirin. Operasyona me derengmayî bû."
"Jinên herî çalak di rêxistinbûyîna DAIŞ de hatin girtin"
Newroz Ehmed got ku zehmetiyên vê operasyonê hebûn lê belê bi hevkariya hemû hêzên wan û Koalîsyona Navdewletî dikaribûn encamên xurt bi dest bixin û wiha domand: "Tevî xetere û zehmetiyên heyî, du rêhevalên me canê xwe dan da ku ewlehiya li vê kampê pêk were. Di heman wextê de gelek alavên leşkerî, tunel û cihên xweveşartinê ku ji aliyê şaneyan ve dihatin bikaranîn, da ku careke din neyên bikaranîn hemû hatin bêbandorkirin. Kesên ku ji aliyê hêzên me ve dihat xwestin û der barê wan de dane hebûn ku kesên di kampê de gef û kuştinan dikin û kiryarên xirab derheqê wan de pêk dianîn, têkiliyên wan bi derveyî kampê re jî hebûn hatin girtin û niha di bin lêpirsînê de ne. Beşek ji kesên hatine girtin jin in, ji ber bi awayekî herî xirab li vir jin tên bikaranîn. Her wiha jin di girêdana têkiliyên derve bi hundirê kampê re jî dihatin bikaranîn. Zarok li ser fikrên tundrew ên îslamî li gorî DAIŞ'ê dihatin perwerdekirin, mezinkirin û amadekirina wan sûcekî herî xirab û xeter e ku jinan ev dikir. Di heman wextê de jinên ku di rêxistinbûyîna DAIŞ'ê de roleke herî çalak û aktîf lîstibûn jî hebûn. Lixwe mikuhatinên van kesan jî hene. Konên vala ku ji xwe re kiribûn baregeh û di hundirê konan de xanî çêkiribûn wekî mewzî li hemberî hêzên me dihatin bikaranîn, bi hevkariya mirovên di hundirê kampê de me ew hemû jî rakirin û xirab kirin."
"Aliyekî girîng ê Operasyona Mirovî û Ewlehî ya 2’emîn xilaskirina du jinên Êzidî bû"
Newroz Ehmed bal kişand ser jinên Êzidî yên ku ji jinên DAIŞ'ê ditirsiyan bi lêv bikin û bibêjin em Êzidî ne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Êzidiyên di Kampa Holê de yên veşartî û winda hîn hene. Erkekî me yê bingehîn e ku em ê hemû jinên Êzidî xilas bikin, rast e me dikaribû du jinan xilas bikira lê belê em dizanin ku hê jî di kampê de hene û em hewl didin xwe bigihîjînin wan jî. Xeyal bikin ku yên hatin xilaskirin jî newêribûn nasnameya xwe bidin û bibêjin ew Êzidî ne. Kiryarên ku li dijî jinên din ên bi zincîran dest û lingên wan hatibûn girêdan jî dijmirovî ne û derheqê van mijaran de jî lêpirsînên me berdewam dikin. Aliyekî vê operasyonê yê girîng ku em bigrin dest jî xilaskirina du jinên Êzidî bûn. Encamên xurt û baş hatin girtin lê belê ev tenê têrê nake ku em çav li xeteriya DAIŞ'ê di Kampa Holê de bigrin."
"Ji 60 welatî kesên li vir û di van şert û mercên wiha de metirsiya herî mezin ava dike"
Newroz Ehmed da zanîn ku tevî hemû hewldanên wan ên pêşîlêgirtina li hemberî kuştinan dîsa jî piştî operasyona destpêkê kuştin çêbûne û wiha pêl da gotinên xwe."Em ê tedbîrên ewlehiyê bigrin, pêngavên pêwîst jî bikin, tiştên ku dikeve ser milên me wekî hêzên leşkerî em ê bikin lê belê karên ewlehî û leşkerî têrê nake, aliyên wê yên guhertina hişmendiyê û xizmetguzariyê jî hene û girîng in. DAIŞ û komên tundrew ji kampan sûd digrin û li ser wê xwe birêxistin dikin. Çi bi tirs ango bi bêderfetbûyîna heyî DAIŞ’ê dihêle ku kesên di kampan de dijîn ber bi fikrên wisa ve biçin. Ji ber wê jî xebat û têkoşîneke hevbeş lazim e. Ji 60 welatan kes li vir hene, hejmara herî zêde jin û zarok in, di van şert û mercên xirab de hiştin ku di cîhanê hemû de jî cihekî wekî Kampa Holê tune ye. Kesên ewqase xeter li cihekî wiha bi vî rengî hiştin di bingehê de xeteriya herî zêdetir dide avakirin. Em vê xeteriyê ne tenê ji bo xwe dibînin û dibêjin, destpêkê ji bo me ye û paşê li der dewletên cîran be lê belê ev ji bo hemû cîhanê ye. Jixwe ev malbat hemû jî li bendê ne ku rojekê ji vir derbikevin û hewldanê wan ê revê çêbûn û di vî alî de xebatekî wiha bi zanebûn tê meşandin."
"Rêxistinbûyîneke cîhanî ye"
Newroz Ehmed got ku neslekî herî xeter tê avakirin û wiha pêl da gotinên xwe: "Nifşeke nû yê DAIŞ’ê ava dibe, nifşeke nû yê herî xeter tê avakirin û sibê ew ê yê herî xeter di cîhanê de derkevin. Ji ber wê li ser welatê wan jî xetere heye. Peyama me ya vê operasyonê ew e ku me dikarîbû encamên baş bigrin lê belê ev tenê têrê nake, destek ji hêzên leşkerî û kampan re pêwîst dike. Di pêvajoyên derbasbûyî de bi taybetî bi êrîşa li ser girtîgeha Sîna ya Xiwêranê gelek belgeyên ku hatin bidestxistin têkiliyên DAIŞ’ê bi Tirkiyeyê re hebûn. Têkiliyên heyî li ser bingeha ku malbatên xwe birevînin û çawa derbasî Tirkiyeyê bikin, li ku bi cih bibin û ji Tirkiyeyê çawa perspektîf ji wan re tê hebûn. Di heman wextê de jî têkiliyên şaneyan bi Iraqê re jî hebûn. Her wiha têkiliyên wan ên bi Iraqê re jî hebûn ku çek û cebilxane ji wan re dihatin êrîş pê pêk dianîn û rêxistinbûyîna wan a bi hev re vê piştrast dike. Kesên ku ji van kampan direvin dîsa berê xwe didin Iraq û Tirkiyeyê. Di kampê de bi awayekî veşartî telefonan bi kar tînin. Têkiliyên xwe li ser teknîkî didin meşandin ne şert e ku ligel hev bin û li ser vî esasî perspektîfên xwe û çawa xwe birêxistin bikin ev hemû di belgeyên ku me bi dest xistin de diyar dibe. Ne ku ev kesên di kampê de mirovên normal in ku li bendê ne vegerin welatê xwe lê belê ev rêxistinbûyînekî cîhanî ye."
"Ji 60 welatan bihevrebûyîna kesan nîşan dide ku rêxistinbûyîneke kêm nîn e"
Newroz Ehmed da payin ku ji 60 welatan kes bihevrebûyîn ne hejmareke kêm û rêxistinbûyîneke kêm e û wiha pêde çû: "Gelek malbat ji Iraqê ji ber êrîşên DAIŞ'ê û kiryarên rejîma Sûriyeyê û beşek jê di nava DAIŞ'ê de bûn. Beşeke din a (Mûhacîratan) ji malbatên biyanî pêk tê. Ev hemû jî tevlihev bûne û ketine nava hev, ji ber wê jî xeteriyeke pir cidî heye. Ji 60 welatan mirov bihevrebûyîn ne hejmareke kêm û rêxistinbûyîneke kêm e. Ji nîvê cîhanê welatî bi zimanên cuda cuda li vir hene û bi hev re dijîn. Jixwe DAIŞ jî ji vê yekê hêz digre û careke din dikare xîlafeta xwe ragihîne. Ji bo wergirtina hemwelatiyên xwe, gelek xebatên me bi Hikûmeta Iraqê re hatin meşandin lê pir giran tên pêkanîn. Ji bo yên Sûriyeyê jî xebatek hat meşandin, beşek ji yên li herêmê me bi cih dibin hatin derxistin. Lê ji bo herêmên Sûriyeyê yên din jî xebatek bi rejîma Sûriyeyê re lazim dike lê heya niha tu xebateke wiha nehatiye pêşxistin her wiha ji aliyê civaka navneteweyî ve jî xebatên wiha nehatine meşandin."
"Ne tenê Koalîsyona Navdewletî divê civaka navdewletî û NY jî bikevin tevgerê"
Newroz Ehmed behsa rola Koalîsyona Navdewletî kir û got ku operasyonên li dijî DAIŞ'ê bi dena serê xwe têrî çareserkirina pirsgirêka Kampa Holê nakin û wiha domand: "Xetere hebû me gelek caran jî anî ziman lê di aliyê dîtina wê de kêm man. Îro dema ku Koalîsyona Navdewletî bi xwe hatin Kampa Holê û bi çavên xwe dîtin zarok li ser çi fikran tên avakirin û perwerdekirin, ev dihêle ku baştir were fêmkirin lê ev jî dîsa têrê nake. Ne tenê Koalîsyona Navdewletî, civaka navneteweyî bi giştî di serî de NY û gelek sazî û rêxistinên heyî xebatek di zûtirîn demê de pêwîst dike. Bernameyeke wiha xurt lazim e ku em li ser bixebitin û encamên wê bigrin her wiha alîkariyê bi kesên li kampê re bikin ku wan ji fikrên DAIŞ'ê yên tundrew dûr bixin û pêşerojeke naskirî were xuyakirin ger ku ev jî nebe jixwe wê ev kes berê xwe bidin vî fikrî."
"Divê rêxistinên mirovî nebin destek ji rêxistinbûyîna malbatên DAIŞ'ê re"
Newroz Ehmed got ku divê saziyên mirovî bi çavekî normal li Kampa Holê nenêrin û ji wan re nebin destek di rêxistinbûyîna wan de û wiha bilêv kir: "Divê ku saziyên mirovî nebin destek ji malbatên di hundirê Kampa Holê de ku bêtir xwe birêxistin bikin. Rast e, hinek zaqonên rêxistinên mirovî hene lê belê divê ku bi çavekî normal li Kampa Holê neyê nêrîn û xeteriya wê bidin ber çavên xwe. Ji lewre divê ku bi rêveberiya kampê û hêzên ewlekariyê re pêwendiyek çêbibe. Em bi hêvî ne ku wê ev pirsgirêk ji holê rabibe û bikaribe wan malbatan ji fikrên tundrew dûr bixe."
"Ji bo pirsgirêkeke wiha bi aloz çareser bibe, pêwîstî bi dadgeheke navdewletî heye"
Newroz Ehmed behsa girîngiya avakirina dadgeheke navdewletî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çete û yên di Kampa Holê de gelek ji wan hene ku sûc kirine û li welatên wan doz li ser wan hatine vekirin, ji lewre xebateke hevbeş lazim dike ku wan dadgeh bikin. Her wiha were naskirin kî sûcdar û ne sûcdar e û sûcên wan çi ne. Ev jî ne tiştekî ku em bi tena xwe bikin lê belê dadgeheke navdewletî pêwîst dike ku welatên wan çeteyan jî alîkariyê bidin. Gelek welat li hember vê yekê bêdeng dimînin, wekî ku dibêjin me ew ji welatê xwe avêtine yan jî niha ji welat derketine me eleqedar nakin an jî sûcên ku kirine ne li vir kirine û dema vegerin welatê xwe wê wekî sûcdar neyên dîtin. Pirsgirêkên wiha bi rastî jî rewşeke aloz bi xwe re çêdikin. Hêza me jî têrê nake ku em bikin, dadgehên navneteweyî ku tecrubeyên wan hene di vî alî de em bikaribin bi hev re vê pirsgirêkê di zûtirîn demê de çareser bikin."