Nerîman Osman: Hewceye em jin li hemberî êrîşan bi hêz bisekinin

Rewşenbîr Nermîn Osman diyar kir ku li dijî girtina endamên RJAK bêdengiyek heye û tayîbetî jî jin bêdengin. Nermîn da zanîn ku ya bi serê Şengalê hatî komkojiyek dinbû, ev jî dide nişandan ku valatiyek a siyasetê li Başûrê Kurdistanê heye.

TERZE TEHA
Silêmanî - Di roja 5’ê Tebaxê de sê endamên Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) ê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin girtin. Ji bo berdana her sê jinên siyasetmendar çalakvan û Rojnamevanan kampanyaya imzayan da destpêkirin. Ji jinên tevlî kampanyayê bûye rewşenbîr Nermîn Osman li hemberî rewşa siyaseta Başûrê Kurdistanê metirsiyên heyî nirxand. Nerîman girêdayî girtina sê jinên siyasetmendar jî bibîrxist ku heta niha ti sedemek ê girtina wan diyar nebûye û belasebeb 14 rojin sê jinên di xebatên jinên Başûrê Kurdistanê de xwedî kedin girtîne. 
“Girtina sê jinan kiryarek dervî ye” 
Rewşenbîr Nerîman Osman diyar kir ku tu bihaneya girtina van jinan nîne û wiha got: “Tu sucek ê van jinan nîne, tenê sucê wan piştgiriya jinên beşek din ê welatê xwe yên hîna jî ji ber fermanê birîndarin û pêwistiya wan bi piştgiriyê heye kirine. Heta niha jinên Êzidî tu mafê xwe negirtine, êşa windakirina malbat, kes û karên wan hîna nû ye. Ya ku li beramberî Êzidî û Şengalê hatiye kirin, awayek din ê enfalê ye ku bi ser Kurdên li vê deverê de hatiye. Em geran ser wê serdema ku jin tên firotin. Ev kesên ku niha xwe bêdeg dikin, divê jin vê pirsê ji hemû alî û rêxistinên cihanê bikin û bêjin ger we rêxistinên xwe ji bo mafê mirovan ava kiriye, li kudera cîhanê jin ji bo piştgiriya jinan bike çuye cihek din ê herma xwe û hatine girtin. Ev kiryarên li Kurdistanê tê kirin kiryarên der mirovî ne. Ez hêvîdarim hemû jin dengê xwe derbixin, em hewla xwe bixin di çarçoveya hewla navdewletî de.”
“Ji valetiya deshilata siyasyî ya heyî Tirkiye sudê digire”
Nermîn Osman bi bîr xist ku pêdiviya jinên Şengalê bi piştevahiyê heye, ji bo wê sê jinên baldar berê xwe dan Şengalê û  wiha dom kir: “Hîna di nava Şengalê de pêdawistiyên jinan hemû nayê bi cih anîn, tenê salvegerên xwe bi merasîman bi bîr tînin ji bo rumeta mirovahî û Kurdbûnê, lê belê vî mafî jî jê digrin. Sedemê vê yekê siyaseta şerxwaze û aqlê mêr ê vê siyasetê dide meşandine. Yên ku wisan dikin ewqasî şer ji bo rumeta xwe nakin. Demê wan ji bo pêşîlêgirtina rumet û mayina Kurda nîne. Ji ber vê di siyasetê de valehiyek çêbûye û dewleta dagirker a Tirk vê valetiyê weke desturdayînê bi kartîne. Ger ew berhemên ku li Kurdistanê heye baş were bi karanîn desthilat dikarê hemû Kurdistanê pê xwedî bike. Lê belê dewleta Tirk dest daniye li ser neftê û hemû berhemên Kurdistanê, ji ber bi xwe dizane ger li van herêman aramî çêbû wê parçeyên din jî azad bibe. Ji ber wê desthilatê herêm radestî Tirkiye kiriye û Tirkiye jî hewil dide ew valetiya di siyasetê de heye bi karbîne û destwerdana xaka me dike.”