Narîman Evdikê: Jinên Baskê di şoreşê de pêşengiya jinan mereq dikirin

Seroka Dîwana Wêjeyê ya Rojava Narîman Evdikê yek ji endamên heyeta Kongreya Star bû ku ji bo welatê Baskê hatibû vexwendin. Narîman encamên serdan û hevdîtinên xwe wiha parve kir: “Welatên derve proje, sîstem, ziman û rêxistina me pir mereq dikin taybet mijara di şoreşê de pêşengiya jinê. Encamên hevdîtinên me pir erênî bûn û em pir kêfxweşin ku em nimûne ne ji tevahî jinên cîhanê re.”

ROJ HOZAN
Qamişlo - Di sala 2017’an de şaredariya Bajarê Durango û Kobanê bi hev re peyîmanek hevkariyê îmza kiribûn. Di naveroka hevpeyîmanê de yek ji xebatên wan ên esasî di sala 2018’an de vekirina akademiya jinan li Kobanê bû. Di pêşveçûna hevpeymana di navbera her du bajaran de Heyeta Kongreya Star ku ji Endama Komîteya Tekilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Menal Mihemed, Seroka Dîwana Wêjeyê ya Rojava Narîman Evdikê û Hevseroka Desteya Çandê ya herema Cizirê Rawda Hesen pêk dihat ji bo serdana bajarê Biscayê yê Baskê ji aliyê perlemana Baskê ve hatin vexwendin. Di vê serdanê de rewşa jin di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û pêvajoya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn hate nîqaşkirin. Şandeyê serdana Şaredariya Dûrango ya bajarê Biscayê, Gernîka û Otxandio kirin. Her wiha li hin bajarên weke Medrîd, Keteloniya hevdîtinên xwe domandin û bi rêxistinên jinan re civiyan. Têkildarî armancên hevdîtinan û encamên wê Seroka Dîwana Wêjeyê ya Rojava Narîman Evdikê nirxandinên giring kir. 
“Li bajarê Durango yê weke Kobanê xwedî nasnameyek berxwedanê hatîn pêşwazîkirin”
Narîman armanca vexwendin û hevdîtinên wan li welatê Baskê wiha anî ziman: “Bajarê Durango û Kobanê têcîwiyên hev in di aliyê berxwedaniyê de û êşa gelê her du bajaran bi hevdu re hevpara. Li bajarê Durango yê Baskê pêşengeha pirtûkan taybet beşa ziman hate lidarxistin, em jî ji bo beşdarbûna vê pêşengehê  weke şanda ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vexwendin. Paşê mijarên hevdîtinên me pêşketin aliyên weke pêşengtiya jin di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, her wiha rewşa pêvajoya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Em dizanin pir şandeyên me dema ji bo welatên derve têne vexwendin piraniya xwe şandeyên siyasî ne, lê balkêşiya vê carê ku şandeya me hemû jin bûn û ji bo mijarên çandî weke wêje, rewşenbîr, nivîs û pirtûkan hate vexwendin, her wiha li aliyê din jî mijarên diblomasî jî hatin nîqaşkirin. Naveroka nîqaşên me li ser danasîna projeya demokratîk ya Rêveberiya Xweser bûn, her wiha nav de sîstema me ya hevserokatiyê pir bala wan kşand û digotin ev yekemîn sîstemek ewqas demokratîk e di  tevahî cîhanê de. Li perlemana Keteloniya jî me hevdîtina xwe dewam kir û encamên wê pir erênî bûn.”
“Jinên Baskê rewşa jinên pêşengiya şoreşê dikin mereq dikirin”
Narîman bal kişand li ser mêzekirina perlemanên Baskê ji jinên kurd re di n v şoreşê de û wiha domand:  “Dema mirov serdana cihekî bike û bizanibe ku bi rastî jî te dişopînin ev dibe cihê kêfxweşiyê. Jinên rêxistin, perleman û şaredariyên Baskê rewşa jin di şoreşa Rojava de pir mereq dikrin û li ser rêxistinên jin yên di herêma me de pir pirsên kûr ji me kirin û xwesin zêdetir têbighêjin. Komeleyên jin yên li wir em vexwendin serdanê, ji aliyê me ve weke şandeya diblomasî me şîroveyên têkildarî  hemû nirx, welatparêzî û têkoşîna jin bi wan re parve kirin. Jinên welatê baskê pir sûd û tecrûbe ji me girtin. Di demên pêş de em ê li benda encaman bin û em di wê baweriyê dene ku ev yek ji gavên despêkê bû ji bo avakirina hevgirtina jinan li welatên derve. “
Narîman girêdayî encamên hevdîtinan jî ev tişt got: “Ez bawer im bi van hevdîtinan re em dikarin navendên xwe yên Rêveberiya Xweser û rêxistina jinên Rojava li welatên derve vekin. Jinên Baskê bi dilekî gerim nêzî pêşinyarên me bûn û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Ji bo zanîngehê jî me serdana zanîngeha Baskê û Berşelonayê kir ez bawer im di siperojê de wê gavên erênî ji bo hevpeymanên di navbera zanîngeha Rojava û zanînga Baskê bêne pêşxistin. Di aliyê weşana pirtûkan de li ser gelek mijaran qebûlkirin hatin çêkirin, ji ber taybet li welatê Baskê ziman wan jî ewqas sal qedexe û niha xebatên mezin ji bo ziman têne meşandin.  Di heman demê de piştgiriyê didine zimanê kurdî, mereq dikin, lêkolîn dikin û weke nimûne ji xwe re dibînin.  Pêşinyarên wan ji bo zimanê kurdî hebûn û dixwazin em xebatên hevbeş ji bo mayindeya zimanê dayikê bidin meşandin. Bi rastî cîhan me dişopîne pêwîst e li ser esasê wê xebatê me xurt be bi rengekî ku her navê kurd û projeya kurd di rûpelên dîrokê de û ji bo avakirinên pêşerojê bên gotin. Em pir kêfxweş û şehnaz in ku em nimûne ne ji jinên cîhanê re.”