Namzediya jinan a ji bo hilbijartinên serokomariyê rastî astengiyan tê

Nouria al-Sharif amaje bi wê yekê dike ku heta niha sedem ne diyar in, tevî ku serlêdana namzediyê ji bo jinan derfetek e ku daxwaza mafên xwe bikin û di qada parlamentoyê de guhertinan pêk bînin û wiha domand: "Şiyana jinan a ji bo guhertinê pir mezin e, ji ber ku ew dikarin bidin û berpirsiyariyê hilgirin.”

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Ji 98 berendamên hilbijartinên serokatiyê yên ku di rojên pêş de li Lîbyayê were lidarxistin, tenê du kes jin in ango ji sedî 1,96’ê tevahiya namzedan ku ev hilbijartinên serokatiyê yên yekemîn in li Lîbyayê. Ji sala 1951'ê vir ve piştî ku serxwebûna xwe bi dest xist, heta niha yek hilbijartineke serokatiyê pêk nehatiye.
Ev yek pêşbaziya di navbera aliyên bi nakok de ji bo bi her awayî bi ser bikeve xurt dike û tevî hêza pêşbaziyê ya di navbera namzedên serokomariyê de, tenê du jin hene ewqas wêrek bûn û dixwestin di van hilbijartinan de bibin namzed. Ew jî  Leyla bin Xelîfe ya 46 salî û Hunayda El-Mehdî ya 39 salî ne.
“Dubendî û nakokiyên siyasî li Lîbayayê hene”
Hin jin di wê baweriyê de ne ku ev hejmar tê qebûlkirin û piştgirî û teşwîqê dide jinan ku di pêşerojê de beşdarî hilbijartinên serokatiyê bibin. Hinek jî di wê baweriyê de ne ku ev hejmar kêm e û ne teşwîqkar e. Li beramberî hewldanên jinan ên ji bo hişyarkirina hilbijartinan û bilindkirina hişyariyê der barê hilbijartinan de û piştgiriya destpêkirina wan di dema xwe de. Rojnamevan û çalakvana siyasî Nouria El-Sharif dibêje; “Dema em behsa lawaziya namzediya jinan ji bo hilbijartinên serokatiyê dikin, em nabêjin ji ber nebûna ezmûna jinan an jî nekarîna wan a ji bo birêvebirina welat e lê belê ji ber dubendî û nakokiyên siyasî yên li Lîbyayê hene, ez dibînim ku tu şansê wan ê serkeftinê nîn e.”
Her wiha got: "Rewşa heyî rê nade hebûna jinan li qadan ji bo ku dewlet di rewşên wiha de bi rê ve bibe û di dîroka Lîbyayê de tu jinek ku serokatiya Lîbyayê bi dest xistiye nebûye. Gelo dê çawa be di yekem hilbijartinên ku di dîroka welatê me de wekî cara yekem bên kirin de. Zêdebarî hewirdor û faktorên civakî, dibin sedem ku nebe namzediya serokatiyê. Her wiha bi dîtina min hê dem nehatiye ku jin ji bo serokatiyê werin hilbijartin. Dibe ku li gorî Peymana Cenevreyê şansek wê di destkeftiyên ku piştî çar salan pêk were de hebin.”
“Jin ji bo guhertinê xwedî vîna mezin in”
Nouria al-Sharif amaje bi wê yekê dike ku heta niha sedem ne diyar in, tevî ku serlêdana namzediyê ji bo jinan derfetek e ku daxwaza mafên xwe bikin û di qada parlamentoyê de guhertinan pêk bînin û wiha domand: "Şiyana jinan a ji bo guhertinê pir mezin e, ji ber ku ew dikarin bidin û berpirsiyariyê hilgirin. Pêşketina jinan bo kursiyên giştî di parlamentoyê de tiştekî baş û erênî ye û ji bo wan gaveke wêrek tê dîtin ji ber ku ew bi giştî li ser kursiyên mêran pêşbaziyê dikin.”
Li aliyê din çalakvana mafên jinan Salha Al-Hassouni dibêje ku hebûna jinan baş e, çi di hilbijartinên parlamentoyî de çi yên serokomariyê, weke gava yekem di hilbijartinên fermî yên Lîbyayê de. Jin dikarin di hemû qadan de cih bigrin û dikarin bidin û şansê wan ê serkeftina hilbijartinan jî wê baş be.
“Jin ji bo namzediya serokomariyê dilwaz bûn lê gelek astengî derketin pêşiya wan”
Seroka Rêxistina Aştiyê ya Jinan a Lîbyayê ya Navneteweyî Salwa Al-Majri nêrîna xwe parve kir û got: "Hilbijartinên 24'ê Kanûnê li gorî hilbijartinên berê di siberoja Lîbyayê de qonaxeke xeternak e. Di van hilbijartinan û namzediyê de, jin ewqas geşbîn bû ku biryar dan ji bo hilbijartinên serokomariyê bibin namzed lê di dema namzediya xwe de gelek astengî li pêşiya wê bûn, nemaze ji bo hin jinên ku bi dilxwazî ji bo xizmeta welatê xwe û pêşkêşkirina baştirîn derfetan bûn û wiha got: "Ya yekem ji van astengiyan lawazbûna tomarkirina dengderan e. Tevî kampanyayên hişyarkirinê yên jinan ji bo hişyarkirina girîngiya tomarkirina hilbijartinan û di asteke mezin de bû, mixabin piraniya wan qeyd nekirine her çend kesên ku qeyda xwe piştrast kirine jî hene. Paşê me dît ku qeyda xwe nenivîsandiye. Ev yek jî bandorê li piştgiriya jinan dike, nemaze yên derdora wê yên ku piştgiriyê dane wê û piştre bi qeydnekirina wê dev jê berdane.”
“Eşîrtî û herêmparêzî ji bo me astengiyên mezin in”
Salwa Al-Majri destnîşan dike ku eşîrtî û herêmparêzî ji wan astengên herî girîng ên ku jin rastî wan hatin, ji ber ku ew zalim in û li ser namzedên mêr serdest in lê şansên jinan di vê yekê de sifir e. Bêguman em ne li dijî eşîrê ne lê divê em bala xwe bidin ser wê yekê ku kî heq dike ku dengan bi dest bixe. 
Ew bal dikşîne ku astengiyên herî dijwar madî ne û pereyê zêde yê ku ji bo pêşniyaran ji edîtorê mafan re hatine dayîn û wiha got: "Ev pere gihîşt 5000 dînar, ji ber vê yekê çima ev kêşeya dravê heye, em di qonaxek krîtîk de ne û divê her kes dev ji hin tiştên ku girîng dibîne berde da ku em welat ber bi ewlehiyê ve  bibin.”
Salwa Al-Majri gotinên xwe wiha bi dawî dike: "Em hesabê keçikên xwe dikin. Jinên Lîbyayî tevî hemû şert û mercan bi hêz in. Em hêvî dikin ku Lîbyayê aram bibe, zarokên wê jî aram bin, em ê têbikoşin û bi ser bikevin."