Namzeda Dêrsimê Ayten Kordu amadekariya meclisê dike

Namzeda Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu, diyar kir ku perspektîfa têkoşînê ya jinan a li bajêr dihûnin ji bo bibin meclisê û got ku dê di pêvajoya avakirina perspektîfa Neteweya Demokratîk de gelê Dêrsimê roleke aktîf bilîze.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan – Hilbijartinên serokomariyê û parlamenteriyê nêz dibin, partiyên siyasî lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Partiya Çepên Kesk ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de dikeve hilbijartinê jî hema bibêje her roj buroyeke nû ya hilbijartinê vedike, bi hilbijêrên xwe re li hev dicive. Yek ji bajarên ku encamên hilbijartinan tê meraqkirin Dêrsim e. Li bajarê ku tenê parlamenterek dê were hilbijartin, 67 hezar û 2013 hilbijêr dengên xwe dê bi kar bînin.

Dêrsim yek ji bajarên jinên pêşeng e û di heman demê de nûnertiya jinan lê derdikeve pêş. Di sala 1991’ê de li Dêrsimê Aysel Dogan wekî parlamentera serbixwe hat hilbijartin, ji ber ku mazbataya wê nehat dayîn neçû meclisê. Di sala 2009’an de Edîbe Şahîn di hilbijartinên herêmî de ji Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hat hilbijartin. Edîbe Şahîn 4 salan şaredariya bajêr kir. Piştre di hilbijartinên giştî yên sala 2015’an de weke parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 60 deng girt û bû yekemîn jina ku ji Dêrsimê çû meclisê. Gelê Dêrsimê bi hilbijartinên dubare, qeyûman û polîtîkayên zextê nikaribû nûnertiya ku dixwest bi dest bixe.

'Ez zaroka vê axê me'

Ayten Kordu ya ku di Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 28’an de li Dêrsimê ji lîsteya Partiya Çepên kesk bû namzed, bi salan e têkoşîn û berxwedanê birêxistin dike. Ayten Kordu di sala 1971’ê de li Erzinganê ji dayik bûye. Beşa civaknasiyê xwendiye, salên direj di nava tevgera jinan û siyasetê de cih girt. Ayten Kordu di sala 2015'an de li Dêrsimê bi cih bû, li vir xebatên xwe berdewam kir. Di vê pêvajoyê de ji ber têkoşîna xwe 2 sal û nîv di girtîgehê de ma. Bi gotina; “Ez zarokek Elewî me, zaroka vê axê me” namzediya xwe ya ji Dêrsimê ya ku xwedî çandeke kûr û dîrokî ye, girîngiya li Dêrsimê qezenckirina hilbijartinan ji bo jinan, polîtîkayên li dijî bajêr û riyên derketina van polîtîkayan ji ajansa me re nirxand.

Dê têkoşîna jinan bibe meclisê

Ayten Kordu bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Dêrsim bi rabirdû û baweriya xwe ya dîrokî cihekî xwedî çandeke kûr e. Axa ku di berxwedana xwe ya dîrokî tê nasîn, axa ku qirkirin, înkar û asîmîlasyonê dîtiye. Hê jî ev polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê berdewam dikin. Îro ev polîtîka bi dawî nebûne. Dîrokek vê axê ya ku dema em wek Tevgera Jinên Kurd di xebaten xwe de nêrîna jinan bi pêş dixin, girêk bi girêk hatiye honandin heye.” Her wiha diyar dike ku ev têkoşîn û berxwedan berdewam dike û wê bibin meclisê. Ayten Kordu bal kişand ku di lîsteyên Partiya Çepên Kesk de asta herî bilind a temsîla jinan tê armanckirin, anî ziman ku girîng û watedar e Dêrsim ji aliyê jinek ve were temsîlkirin û wiha got: "Jin li Dêrsimê xwedî ruhekî gelekî berxwedêr in. Di koka me hemûyan de ev ruhê berxwedanê heye. Em dikarin vê bibînin. Min li Dêrsimê ev hêz bêhtir hîs kir. Li Dêrsimê hem nûnertiya jinan hem jî nûnertiya dîroka berxwedana jinan pir girîng e. Li her derê pêkanîna temsîliyeta jinan, bi nêrîna jinan îradebûyîn û bi gelemperî di hemû qadên jiyanê de nîşandana vê nêrînê gelekî girîng e."

'Li bajêr her dem mudaxeleyek heye’

Ayten Kordu, Dêrsimê wek bajarê jinan pênase dike, wiha didomîne: “Li ser van axan her dem kedek jinan heye. Di rastiyê de ev tiştekî, ji Zarîfe, Besê, ji hevalên Sakîneyan re û ji xwişkên Aysel re, heta  temsîliyeta jinan a di siyaseta demokratîk de girêk bi girêk hatiye honandin. li Dêrsimê polîtîkayên asîmîlasyonê dijwar in, bi kodên jiyana giştî re tên lîstin. Polîtîkayên şerê taybet hê jî bi wek perçeyek giştî berdewam dike. Li Dêrsimê nêrîna desthilatdariya mêr a serwer û nêzîkatiya ku dewlet hewl dide bêesil û pûç bike, li ser riya zanîngeh û jinan berdewam dike. Li Dêrsimê li ser temsîliyeta jinan a di siyasetê de jî her dem mudaxele heye. Di rastiyê de ji aliyekî ve tê xwestin bawerî ji eslê xwe were dûrxistin. Tişta ku em jê re dibêjin rejîma yek zilamî, dijmînahiya jinan e. D rastiyê de dijminê baweriyan û dijminê cudahiyan e. Lewma li vir li dijî Elewiyan jî polîtîkayeke taybet tê meşandin. Li Dêrsimê daxistina nûnertiyê ya ji kesek re jî pêşandanek e. Koçberî û asîmîlasyon li vir hatiye belavkirin. Mirov hem bêkarî û hem jî pirsgirêkên pêşerojê dijîn. Zexta siyasî dijîn. Dema ku her tişt bi hev re çêdibe, mirov ber bi koçberiyek dijwar ve tên kişandin. Bi vê koçberiyê re hewl tê dayîn avahiya demokratîk a bajêr jî bê guhertin. Di rastiyê de polîtîkayeke demekdirêj didome.”

'Gelê Dêrsimê baweriya xwe bi jinan tîne'

Ayten Kordu, destnîşan kir ku gelê Dêrsimê di ferqa polîtîkayên heyî de ye û diyar kir ku li hemberî vê yekê berxwedanek heye û wiha axivî: “Di van hilbijartinan de namzediya min a parlamentera jin a li hemberî yek zilamî, rewşeke ku bajêr motîve dike. Gelê Dêrsimê baweriya xwe bi jinan tîne. Nêzîkatiya gelê Dêrsimê li hemberî jinan heye. Baweriyek ku bi keda jinan hatiye afirandin heye. Îro dema em bi pêkhateyên xwe re xebatê dimeşînin, li kolan, li esnaf û li taxan her kes me bi erênî û awayê xweş pêşwazî dike. Yekitiya li Dêrsimê hatiye afirandin di her wateyê de hêvî dide û piştî hilbijartinê jî dê di her qadê de xebatên xwe berdewam bikin.

Girîngiya Komara Demokratîk û Neteweya Demokratîk

Ayten Kordu, diyar kir ku gel dixwazin bi nêzîkatiyeke li gorî daxwazê xwe pênase bikin, mafên xwe bi dest bixin, ziman û çand û nasnameya xwe bi awayekî azad pêk bînin, bên birêvebirin û destnîşan kir ku bi perspektîfa Komara Demokratîk û Neteweya Demokratîk li meclisê alî bidin xebatên xwe. Ayten Kordu wiha got: “Partiya me ya Çepên Kesk, tifaq, deklerasyon û helwesta me, vê çarçoveyê dihewîne, derdê me ne bidestxistina gelek dengan, bidawîkirina rejîma yek zilamî û vekirina riyên nefesê yên demokrasiyê ye.” Ayten Kordu axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Pêvajoyek avakirinê heye. Ev pêvajoya avakirinê ku em jê re dibêjin tifaq, riyeke sêyemîn e. Tifaqa Ked û Demokrasiyê hevkariya riya 3’yemîn e. Ev hevkariya riya 3’yemîn dê bi bernameya perspektîfa Komara Demokratîk û Neteweya Demokratîk hewl bide xwe jiyanî bike. Dêrsim di vî warî de girîng e. Pêkhate jî ji vê û şûnde di pêvajoya avakirin, tevgera bi hev re û avakirina polîtîkayên hevpar de rol bilîzin.”

Bang li jinan kir

Ayten Kordu wiha bi dawî kir: “Pêwîstiya me bi jiyana ku nasname, ziman û baweriya me wekhev be, bi destûrî were ewlehîkirin, piranî û cudahî bi hev rê bigrin heye. Ya din êdî ne pekan e. Em hemû jî dizanin ku jiyan bi vî rengî nabe. Ji bo keda me were dîtin û pirsgirekên me zêdetir xuya bibin divê em hemû li cihekî hîn bêhtir birêxistinkirî, bên gel hev, pirsgirêkan bînin ziman û ji bo na vê hemû bi hev re berpirsyariyê bigrin.”