Nabila Rmili dê Paytexta aboriya Mexribê birêve bibe

Nabila Rmili, ku navê wê wekî namzeta pisporên lênihêrîna tenduristî derdikeve pêş, di hilbijartinên ku roja Dûşemê li bajarê Kazablankayê ku wekî paytexta aborî ya Fasê tê zanîn û nas kirin de bi ser ket.

Mexrib- Kazablanka li gel avahiya xweya dîrokî, yek ji wan bajarên girîng ên aboriyê ye, di dîroka xwe de yekem şaredara jin hilbijart. Nabila Rmili ya 47 salî xebatkarek tenduristiyê û bijîjke.
Nabîla Rmîlî ya ku di nav 18 namzetan de hat hilbijartin, di kursiya şaredariya bajarê ku nifûsa wê ji 3 mîlyonî zêdetir e girt û destûr jêra hat dayîn ku meclîsa bajêr ava bike. Di hilbijartinên şaredariyan de, komek endamên ji partiyên RNI, PAM, PI û UC hatin hilbijartin. Nabila Rmili dê 5 salan bajêr birêve bibe.