Mizgîn Hesen: Hemû hiqûq û zagonên navneteweyî di şexsê Rêber Apo de tên binpêkirin

Seroka Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinên Sûriyeyê Mizgîn Hesen aliyê hiqûqî yê komploya navdewletî got: “Bi dîlgirtina Rêber Apo re xwestin mafên Kurdan desteser bikin û tu mafî di axa wan de nedin wan. Di heman demê de şert û mercên ku îro Rêber Apo tê de dijî her wiha dadmendiya jê re hatiye kirin ne li gor pîvanên hiqûqî yên navneteweyî ne. Êdî dem hatiye rêxistinên mirovî bi erka xwe rabin Rêber Apo ji zindanê derxînin.”

    
ROJ HOZAN
Qamişlo-Komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê de hat meşandin 23 sal li pey xwe hişt. Di hemû zagonên navdewletî de mafê hemû girtiyên siyasî heye bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan çêbikin lê ji bo doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev hemû zagon tên binpêkirin. Di serî de rêxistinên mirovî û taybet CPT berpirsê van binpêkirinên hiqûqî ne. Têkildarî mijarê Seroka Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinên Sûriyeyê Mizgîn Hesen aliyê hiqûqî yê komployê nirxand. 
“Rêber Apo kedeke pîroz ji bo tevahî mirovahiyê daye”
Mizgîn Hesen komploya navneteweyî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Weke jin em îro mafdar in der heqê komploya bêbext a li ser Rêber Apo hatiye meşandin biaxivin. Ji ber ku Rêber Apo yekemîn mirov bû hevaltiyê bi jinan re kir û mafên wan bi dest xist. Weke Navenda Lêkolînan a Hiqûqî îro em berpirsyar in aliyê hiqûqî yê vê komployê binirxînin û xalên wê yên bingehîn bînin ziman. Birêz Ocalan Rêberê Tevgera azadiya Kurdistanê ye û kedek pîroz ji bo tevahî mirovahiyê daye. Berî birêz Ocalan gelek tevgerên Kurdan derketin lê ji ber aliyê wê yê bîrdozî ne li ser bingehek rast bû ew şoreş zû vemirîn û rêberên wan şoreşan hatin îdamkirin. Şoreşa azadiya gelê Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo bi pêş ket gihîşt asteke ku êdî dijminên me li gelek rêbazan bigerin da ku vîna vê şoreşê bitebisînin. Dewletên navneteweyî berjewendiyên wan ên aborî, siyasî û îstîxbaratî li hev hatin û dikaribûn di 15’ê Sibata 1999’an de birêz Ocalan dîl bigrin û radestî dewleta tirk a faşîst bikin.” 
“Şert û mercên Rêber Apo tê de ne li gorî zagon û hiqûqên ne”
Mizgîn Hesen naveroka zagonên navneteweyî şîrove kir û binpêkirina mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hundirê van zagonan de anî ziman û pêde çû: “Li gorî îtifaqên navneteweyî ya Cinêv di sala 1949’an de û protokola wê ya taybet di xala 4’an de rêbazên dîlgirtiyên siyasî dide pênasekirin.  Naveroka xalê  dibêje mirovên ku tên girtin ger dîlgirtiyên siyasî bin an jî serokên rêxistinên rizgariya neteweyan bin û bên naskirin nabe binpêkirinên ewqas hiqûqî bijîn. Em dizanin Rêber Apo Serokê Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û tê naskirin, ji ber ku bi salan e şerê desthilatdariyê dikir û daxwaza mafên Kurdan kir heya gihîşt mafên hemû mirov û neteweyên bindest di cîhanê de. Ji Mafê hemû netew û kêmaran e çarenûsa xwe diyar bikin û sîstemên zordariyê li ser xwe red bikin. Bi dîlgirtina Rêber Apo re xwestin mafên Kurdan bi taybetî desteser bikin û tu mafî di axa wan de nedin wan. Di heman demê de şert û mercên ku îro Rêber Apo tê de dijî her wiha dadmendiya jê re hatiye kirin ne li gorî pîvanên hiqûqî yên navnateweyî bûn. Vê yekê hişt ku di civaka Kurd de êşeke bi kîn li hember hemû dewletên komploger bi pêş bikeve. Protokola 2 ya girêdayî îtifaqên Cinêvê di sala 1977’an de kiryarên li dijî dîlgirtiyên şerê siyasî red dike ku di naveroka wê de destnîşan dike divê şêwazên danûstandinê û şêwazê dîlgirtinê bi çi şeklî be. Ji bo wê dema em li rewşê mêze dikin em dibînin hemû hiqûq û zagon di şexsê Rêber Apo de berovajî rastiyê ne. Îro tecrîda giran a li ser Rêber Apo tê meşandin, qutkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re ev hemû kiryarên bêedaletî ne. Gere li gorî van îtifaqan aliyên mirovî, tenduristî, nirxên civakî yên girtiyan bên parastin.”
Mizgîn Hesen bang li sazî û rêxistinên mirovî kir ku berpirsyariya xwe ya hiqûqî li hemberî binpêkirinên der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rakin û edaleteke mayînde jê re bînin û wiha bi dawî kir: “Gelek caran saziyên hiqûqî û parêzerên Rêber Apo rêxistina CPT’î serlêdan kirin da rewşa wî di zindanê de bidin guherandin lê dewleta tirk bi hemû hêza xwe naxwaze doza Rêber Apo bê çareserkirin. Komploya navneteweyî heya roja îro jî di şexsê gelê me û civaka me de berdewam dike. Îro em dibînin kiryar û êrîşên dewleta tirk li ser sivîlên di civaka me de mînaka sereke ye. Her wiha li Bakurê Kurdistanê jî êrîşên dijwar li ser mirovên me hene her roj girtin, qetilkirin û binçavkirin li pêş e û tu çareserî ji aloziyên aborî re nayê dîtin mirov di birçîbûnê de dijîn. Ji bo azadiya Rêber Apo û mafên wî yên hiqûqî em careke din dengê xwe digihîjînin saziyên navneteweyî yên hiqûqî û dadgeha mafên mirovan a Ewropayê ku xwedî li doza Rêber Apo derkevin û edaleteke mayînde jê re bînin. Êdî dem hatiye Rêber Apo ji zindanê derkeve û azad bijî.”