Meşa Azadiya Jinên Tûnisî
Pirsgirêka azadiya jinên Tûnisî di civakê de ne tenê bi dewletê ye. Ew di sedsala borî de bûye şahidê têkoşînek siyasî û rewşenbîrî di navbera sê dibistanên ramanî de.
Pirsgirêka azadiya jinên Tûnisî di civakê de ne tenê bi dewletê ye. Ew di sedsala borî de bûye şahidê têkoşînek siyasî û rewşenbîrî di navbera sê dibistanên ramanî de.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis -Dibistana Îslamî ya kevneşopî ku tê de asta jinan di warê zagonên Îslamî yê kesan de, di warê civakî û pîşeyî de diparêzin. Her wisa ji pêşengên wê Şaxên Zeytûnê wek Muhemed Alsalih Bin Murad, Muhemed Altahêr Bin Aşûr û Muhemed Abdil Ezîz Ciêt bûn.
Tê diyarkirin ku xeta duyem şopdarên rojava yên Lîberal bû. Rêveberiya wê, rêberên partiya destûrê dikirin. Pêşengê yekemîn El-hebîn Buriqîba bû, ew jî serokê yekem ê komara Tûnisê bû. Li aliyê din xeta ku bi navê azadiya jinan bang dikirin û azadiya jinên Ereb bi azadiya welat û pêkanînên mafên civakî girê didan. Di vê xetê de kesê bi navê El-tahir El-hedad hizir dikir ku civak bêyî azadiya jinan çênabe. Ev yek jî di pirtûka xwe ya bi navê "Jinên me di navbera şerîet û civakê de" ya ku di sala 1930'î de hatibû weşandin, bandoreke pir mezin li ser civakê kir lê mixabin pirtûk û ramana wî ji hêla Şaxên Zeytûnê ve rastî reşkirinê hat û bi navê "Parastina Îslamê û kesayetên Tûnisî" wî ji kar dûr xisitn û îşkence kirin.
Di wê demê de şopdarên ramanê Tahir El-hedad derketin û rêxistina jinan saz kirin. Bi rêveberiya jina femînîst Beşîra Bin Murad Yekitiya Jinên Îslamî ya Tûnisî ava kir. Her wiha hizra beşdarbûna jinan di warê siyasî û piştgiriya rizgariyê de ji aliyên Wêjevan û Dîroknas Hesen Husnî Ebdil Wehab, Siyasetmedar Ebdil Elezîz El-sehalibî û Nivîskar El-hadî El-ebêdî ve hat qebûlkirin. Alîkariya ku ji hêla van rewşenbîran ve hat kirin, hişt ku jin beşdarî tevgerên neteweyî li hember dagirkeriya Fransayê bibin.
Di sala 1952'an de jin tevli Tevgera Rizgariyê bûn û gelek ji wan jî rastî îşkence û tecawiza cinsî hatin.
Piştî serxwebûna Tûnisê di sala 1987'an de, dest bi danîna bingehên dewlet û avakirina civaka nûjen kirin. Her wiha di 13'ê Tebaxa 1956'an de ji bo pêşketina statuya jinan kovara "Rewşa Kesayetî" weşandin. Ew jî hin zagonên der heqê wekheviya di navbera her du zayendan de bû.
Di sala 1957'an de biryara mafê dengdana jinan di hilbijartinan de hat dayîn. Her wiha di 1'ê hezîrana 1959'an de wekheviya her du zayendan di perwerde û kar de weke mafek bingehîn hat ragihandin. Saziya Yekitiya Jinên Neteweyî ya Tûnisê hat avakirin û di sala 1956'an de ji hêla çalakvanên weke Fethiya Mezalî, Radiya El-hedad, Seîda Bozqro Sasî û xwişka wê Şadiya navê wê bû Yekîtiya Neteweyî Ya Tûnisî. Her wiha Tûnisê peymana Navneteweyî ya têkildarî mafên jinan da pejirandin.
Veguhestina aborî û civakî di salên 70'yî de, bû pêşketina zanistê ligel xwendekar, rewşenbîr, zanyar û karkeran hişiyariyek rûdabû. Her wiha tevlibûneke ji sendîkayan re wek mafek bingehîn da sazkirin.
Di çileya 1987'an de piştî derbeya hundirîn a ku serokwezîrê wê demê Zên El-abdîn Bin Elî pêşengiya wê dikir, pirsgirêka jinan û destkeftiyên wan wek sermayeya bazirganî bi kar dianîn û merasîm û şahiyên wan ên bi rûmet li dar dixistin. Beramberî wê çalakvanên tevgera demokratîk û pêşverû rastî îşkence û desthildatdariya rejîmê dihatin.
Bi hatina 'Bihara Ereban' a ku bi birayê misilman ji bo serweriya li ser hikumetê bikin, deskeftiyên dewleta nûjen bin pê bikin û di serî de mafên jinan dan destpêkirin. Helbet berxwedana hêzên azadiyê yên jin ev komple vala derxistin. Berovajî vê komarê destûra beşa 21'ê ku dibêje 'Hemwelatiyên jin û mêr di warê zagon û berpirsiyariyê de wekhev in' zagona 46'an jî wiha da nîşandan ku 'Hemû destkeftî û mafên jinan divê werin parastin û bipêşxistin.' Bi vî rengî destûra welat tomarkirina wekheviya di navber hemwelatiyan de da ragihandin.
Bi saya tevgerên jinan, gelek zagon ji bo pêşketina jinan û azadiya wan hatin tomarkirin. Lê belê ev pêvajoya azadiyê ya dirêj hîn jî bi gelek astangî û şîdetê re rû bi rû dimînin. Ev şîdet ji aliyên mêtingerên olî ve tê meşandin. Ji ber ku gotine, zagonên li ser kaxizan ger di pratîkê de neyên bikaranîn vala dimînin.