Menal Hac Elî: Têkoşîn û xwerêxistinkirin bersiva herî xurt e
Berdevka Buroya Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Menal Hac Elî geşedanên dawî nirxand û got ku projeya Neteweya Demokratîk çareseriya herî guncav e ji bo alozî û tevliheviyên ku li Sûriyeyê diqewimin.
ROJ HOZAN
Qamişlo – Êrîş û planên li ser Sûriyeyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî taybet tên meşandin encama siyaseta şaş a dewletê ye ku bi hemû rêbazan hêzên serwer hewl didin vê civakê ji doza têkoşînê dûr bixin. Bi alternatîfa projeya demokrasiyê di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heya niha ev herêm bi ruhê şoreşa gelan dijî û li dijî hemû êrîş û polîtîkayên dijmin li ber xwe didin. Têkildarî mijarê Berdevka Buroya Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Menal Hac Elî bersiva pirsên ajansa me da.
*Bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê û Bakur û berê jî li Rojhilatê Sûriyeyê hûn çawa dinirxînin?
Dijminatiya dewleta tirk bi gelê Sûriyeyê re xwedî dîrokeke demdirêj e, ji bo dagirkeriya xwe li ser erdê mayinde bike dijminatiya hemû gelan dike. Ji xwe bihaneyên dewleta tirk ji bo êrîşên wê pêk werin û derbasî Sûriyeyê bibe tim amade ne bi van rêbazan dixwaze hevpeymana xwe ya Mîsaq-i Milî nû bike. Li ser vî bingehî em li beramberî êrîşeke dijwar ji aliyê dewleta tirk ve bi hemû şêweyan tên. Weke herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pareke mezin ji van êrîşên dewleta tirk girt. Hemû rêbazên şer û çekên qedexekirî li ser erdê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bikar anîn, mînaka wê ya herî sereke jî me dît bê çawa li Efrînê madeya fisforê hate bi kar anîn, her wiha li Efrînê bê çawa balafirên şer êrîş kirin û bi gelek rêbazên din jî weke hedefgirtin, revandin, qetilkriin û talankirin êrîş dike. Bikaranîna dewleta tirk ji çekên kîmyewî re bi belge û dîmen eşkerene û rastiya wê li ser erdê xuya dike, lê hêzên ku di pilanê de hevbeş in vê rastiyê dinuxumînin. Em baş dizanin destekdayineke paş perde de heye, ji bo wê heya niha dewletên navneteweyî ji vê mijarê re bêdengin. Li aliyê din li herêma Başûrê Kurdistanê jî ev çekên kîmyewî hatin bikaranîn heman bêdengî heye. Dema dewletek fikirê wê li ser bingehê mêtîngerî be dikare her tiştî bike û civakan tune bike. Mirovahî ne pêwist e ji wan re, ya girîng çiqas dikarin demografî di van êrîşên xwe de qezenc bikin.
*Projeya Neteweya Demokratîk projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Heya çi astê ev proje bû bersiv ji plan û êrîşên pergalên desthilatdar re?
Dema şerê li Sûriyeyê dest pê kir û berê wê ber bi berjewendiyên navdewletî ve çû qeyranek kûr bi xwe re anî, ji ber êdî şoreş nema şoreşa pejrîna vîna gelan pênase bike, lê belê veguherî şerê berjewendiyan. Gelek aliyan destê xwe avêtin nava vê şoreşê û talaniyek bi mal û canê mirovan de anîn. Helbet herêmên me jî weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî roleke girîng in di vê şoreşê de û dikaribû bi projeya xwe ya demokratîk nirxê gelan biparêze. Projeya netewa demokratîk rastî gelek êrîş û pilanan hat ji ber ew alternatîfa pergalên desthilatdar bû. Her wiha helwesta me ji fikir û nêrîna opozisyonê li ser şoreşê cuda bû, me xeta sêyemîn hilbijart ku guhertin û veguhertinên di Sûriyeyê de bên çêkirin hemû gel tê de xwedî biryar be. Em zîhniyeta serwer qebûl nakin ku tenê guhertina kesan pêk were, bê guhertina pergala Sûriyeyê ber bi demokrasiyê ve naçe. Projeya Netewa Demokratîk guhertinan li ser bingeha civakbûyîn bi xwe re ava dike û çarenûsa pirsgirêka Sûriyeyê ye. Ev tecrûbe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê isbat kir bê çiqas serkeftî ye û gereke sîstemek ne navendî li Sûriyeyê bê avakirin da ku pirsgirêka wê bê çareserkirin. Ev proje hemû herêman di nava xwe de bigre dest bi rengekî demokratîk bê ku xaka Sûriyeyê parçe bibe. Li ser vî esasî em kar û xebatan didin meşandin ku hemû pêkhatiyên di herêmê de dijîn li gor taybetmendiya xwe cih têde bigrin.
*Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta tirk rojane didomin. Bi rejîma Sûriyeyê re hin hevdîtinên dewleta tirk çêbûn. Di warê pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û demokratbûna Sûriyeyê de ev pênaseya çi dike? Divê rejîma Sûriyeyê polîtîkayên xwe çawa biguherîne?
Di destpêka şerê li Sûriyeyê de dewleta tirk li hember rejîma Sûriyeyê sekinî, helwest li hember wê nîşan da û destek da opozisyonê. Lê kîjan opozisyon? Opozisyona girêdayî berjewendiyên wê bin. Kesên ku serkêşiya opozisyonê dikirin xizmeta berjewendiyên xwe yên şexsî dikirin ne xizmeta gelê Sûriye dikirin. Dewleta tirk di projeya xwe ya dagirkeriyê de ev kesên girêdayî xwe kirin tevgerê de û bi riya wan teror derbasî Sûriyeyê kir. Ji derveyî wê jî her kes dizane rewş niha li Idlib, Bab, Izaz, Cerablûs, Efrin, Serêkaniyê û Girê Spî çawa ye û çi kiryar derheqê mirovan de têne qewimandin. Piştî binkeftinên dewlet tirk bi dagirkeriyeke parçeyeke nû ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êdî ji bo dagirkeriya xwe rewa bike xwe nêzî rejîma Sûriyeyê kir. Her çiqas van hêzan bi rengekî eşkere lihevnekiribin jî, lê hin xal hene wan digihîjînin hevdu mînak di biryara têkçûna herêmên me de dema mijar dibe Kurd li hev dikin. Dewleta tirk dixwaze senaryoyeke din dest pê bike û hevpeymana Edena nû bike. Rejîma Sûriyeyê pêwîst e dest ji vê zîhniyeta xwe berde û pêkhatiyên din ên li Sûriyeyê dijîn, qebûl bike. Sîstema rejîma Sûriyeyê ne sîstemek avakere, ji ber kûrbûna aloziya li Sûriyeyê encama siyaseteke şaş bû. Pêwîste rejîma Sûriyeyê deriyê wê ji nîqaşên siyasî re vekirî be û guhertinan di esasê xwe de bide çêkirin ku ne tenê guhertinên şeklî bin.
*Dewleta tirk êrîşên xwe ne tenê di warê leşkerî de dike, bi şêweyên şerê taybet jî didomîne. Hûn li dijî polîtîkayên şerê taybet û êrîşan, polîtîkayeke çawa dimeşînin?
Şerê taybet şerê herî dijwar e ku li ser civakan tê meşandin, ji şerê leşkerî xerabtir e û bi rengekî yekser derûniya mirovan hedef digre. Şerê taybet jin û ciwanan destpêkê hedef digre, ji ber ew lingên bingehîn ên vê civakê ne. Ya girîng di vê mijarê de civak hişyar be û li hemberî rê û rêbazê ku dewlet dimeşîne xwedî helwesteke xurt be. Ji ber şerê taybet berê mirovan dide şaşîtiyan, ciwanan ji pêşerojê qut dike û berê wan dide bêexlaqiyê. Zîhniyetên serwer di her alî de wê hewl bidin civakê ji hev bixin û di encamê de ew civak bi hêsanî rastî êrîş û dagirkeriyê tê. Li aliyê din jî herêma me bi hevrengiya pêkhatiyan tê nasîn û dîrokeke hevbeş di navbera gelê vê herêmê de heye, lê dema sîstema serwer pêşket nakokiyên mirovên vê civakê pir bûn û qutbûnek bi xwe re anî. Niha dixwazin piştî ewqas keda vê şoreşê ku hemû mirov gihandin hevdu, dîsa vala derbixin û fitneyê di navbera pêkhatiyan de derbixin. Pêwîste gelê civaka me careke din neyên xapandin û pergal tiştek ji me re nekiriye, ji bo hevdu qebûlkirin û rêxistnbûyîn, bersiva herî xurt ji van polîtîka û êrîşan re ye.
*Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke şoreşa jinan pêk hat. Îro di merheleya ku hatiye de di warê jinan de guhertinên çawa pêk hat?
Destkeftiyên jinan di herêmên me de diyar in û di hemû qadên civakê de siyasî, leşkerî, aborî û her wekî din xwedî rol û misyon e, her wiha di cihê biryarê de xwedî gotin e. Em nakevin kûrahiya destkeftiyên jinan di şoreşê de lê tenê dirûşma ku jinan pê dest bi banga şoreşê kir “Jin jiyan azadî” bû şoreşa vejîna tevahî jinên cîhanî. Ev dirûşm îro di dilê her jinekê de dijî û me dît bê çawa li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bû vedana serhildana jinan. Rabûna jinan li dijî sîstemên desthilatdar nûjenkirina têkoşîna şoreşa jin bû. Ev dirûşm banga guhertineke nû bû û ger em bala xwe bidênê de êdî ne tenê jin, mêr jî di gelek cihan de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz dikin, ji ber gihane baweriyekê ku bi rastî jî bê jin wê jiyan tune be û pêşketin mayinde nabin. Bi kurtasî ez vê dibêjim ger mirov têde bifikire mirov dikare şoreşekê bi dirûşmeyekê pênase bike. Helbet ev yek barê me jinan bêtir giran dike, ji ber em li hember berpirsiyartiyeke mezin di aliyê civak û jinên civaka xwe de digirin li ser milê xwe . Di vê xalê de em hevgirtina jinan û kombûna wan pîroz dibînin û dibêjin her mohra jinan li serkeftinan misoger bibe.
*Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Weke gelên vê herêmê wê bersiva we ya li dijî van êrîşan çawa be?
Destpêkê hevgirtina gelê me esasê serkeftina me ye. Ya din jî em dizanin ji ber şer û ambargoyên tên meşandin hin pirsgirêk û lawaziyên jiyanî hene lê divê gelê me nekeve bin bandora vê yekê de û di serî de parastina xwe bike. Ger gelê me di hişyariya xweparastinê de be wê bikaribe li hemberî hemû rewşan li ber xwe bide. Di serî de xwerêxistinkirin divê ku gelê me bi rengê şerê gelêrî li ber xwe bide. Ne tenê di wateya mirov rajê çekê û şer bike lê belê mayina wan li ser vê axê rêbazeke xweparastinê ye. Ez bawer nakim ewqas salên şoreşê gelê vê civakê bi ruhekî teslîmkar nêz bibe, ji ber me baweriya xwe bi doza azadiyê aniye û dê bi serbikeve.