Meclisa Jinên Sûriyeyê û xebatên wê

Meclisa Jinên Sûriyeyê li ser asta cîhanî xebatên xwe dide meşandin. Hemû jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn di bin banê Meclisa Jinên Sûriyeyê de cih digre û xwedî mafê gotin û biryarê ne.

 
DILUCAN BOZI
Kobanê- Meclisa Jinên Sûriyeyê li ser bingeha siyasî, hiqûqî, çandî xwe bi rêxistin dike û xwediyê nasnameya hemû jinan e. Her wiha nûnerên meclisan, rêxistinên civaka sivîl ên girîngiyê didin pirsgirêka jinan, kesayetên femînîst ên serbixwe û jinên ciwan jî digre nava xwe. Pirsgirêkên civakî, sosyolojîk û stratejîk nîqaş dike, ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî navendên xwedî hêza biryardayînê ava dike. Li seranserî cîhanê jin rastî  astengiyên siyasî, civakî, aborî, çandî û zanistî tên. Pirsgirêka azadiya jinan jî yek ji pirsgirêkên sereke ye ku civaka me êşa wê dikşîne û hê jî li benda çareseriyê ye. Hişmendiya mêran a ku civak û zayenda jinan bêhêz dibîne, dibe sedem ku pirsgirêkên newekheviya di navbera zayendan de her ku biçe mezintir bibin. Jin ji bo çareseriya pirsgirêkên ku bûne girêka kor, di nava têkoşînê de ne. 
Bi serhildanên bihara gelan re jin bûn hîmên avakar ên civakê
Bi sedsalan e li seranserî cîhanê jin ji mafên xwezayî yên mirovane bêpar hatine hiştin. Bi serhildanên 2011’an ku wekî bihara gelan jî tê binavkirin, jin bûn xwedî hêza mezintirîn li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava. Beriya serhildana 19'ê Tîrmeha 2012’an li Rojavayê Kurdistanê jin ji milê dewleta Sûriyeyê ve rastî gelek neheqî, bêhiqûqî û kiryarên dermirovî dihatin. Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re jin li Rojava bûn xwedî hêza biryardanê û bi navên cihêreng tevger, sazî û navendên xwe li dar xistin. Pergala hevserokatiyê ya di salên 1980’yî de li hin deverên cîhanê bi awayekî kêm be jî dihatin meşandin. Di nava civaka Kurd e jî ji salên 2003’an ve hat meşandin, bi destpêkirina şoreşa Rojava re jî li van herêman hîn bi awayekî çalaktir hat pêkanîn. Bi vê pergalê re qadên jinan ên kar berfirehtir bûn û jin bûn xwedî hêza sereke di nava civakê de. 
Damezirandina Meclisa Jinên Sûriyeyê û xebatên wê
Bajarê Minbicê di 15'ê Tebaxa 2016’an de ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Piştî rizgariya Minbicê meclisên sivîl û leşkerî hatin damezirandin. Jinan jî di 8'ê Îlona 2017’an de Meclisa Jinên Sûriyeyê li dar xistin. Armanca damezrandina vê meclisê ew bû ku hemû jin bêyî cudahiya netew û olan were kirin, cihê xwe di nava xebatê de bigrin. Bi pêşengiya Kongreya Star piştî nîqaşên 5 mehan bi erêkirina rêxistinên jinan, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û saziyên jinan ên Rêveberiya Xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biryara Kongreya Damezrînêr a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dayîn. Li ser vê bingehê jinan di 14’ê Hezîrana 2019’an de li bajarê Amûdê yê herêma Cizîrê Meclisa Jinên Sûriyeyê damezirandin. Piştî kongreyê di dîrokên cuda de li tevahî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava û Sûriyeyê, Meclisa Jinên Sûriyeyê hat avakirin.
Der barê xebat û pêşketinên Meclisa Jinên Sûriyeyê de me ji endama Berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Kantona Kobanê Emel Ehmed nirxandinên berfireh girtin.
Meclisa Jinên Sûriyeyê nasnameya hemû jinan e
Bi damezrandina Meclisê re li gelek qadan xebatên cihêreng ên jinan hatin pêşxistin. Der barê damezrandin û van pêşketinan de Emel Ehmed wiha dibêje: “Di 8'ê Îlona 2017'an de cara yekem me meclis li bajarê Minbicê damezirand. Di nava 8 salên şoreşê yên li Rojava de me weke tevgerên jinan pêwîstî pê dît ku em saziyeke jinan ku bikaribe temsîla hemû jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava bike, ji ber wê me biryara damezrandina kongreyê da û em di 14’ê Hezîrana 2019'an de çûn kongreyê. Di kongreyê de me biryara damezrandina meclisê da û li ser vê bingehê li hemû deverên herêmê meclis hatin avakirin û xebat tên meşandin.” 
Çalakiyên Meclisa Jinên Sûriyeyê 
Emel rave kir ku armanca Meclisa Jinên Sûriyeyê avakirina hevsengiya di navbera zayendan de ye û xwedîderketina li mafên jinan e û wiha dirêjî da gotina xwe: “Ji bo ku em guherînan di nava civakê de çêbikin, têkoşîn pêwîst e, em jî di nava wê hewldanê de ne ku hişmendiya mêr-dewletê ji holê rakin li şûna wê hevjiyana azad û wekheviyê bidin avakirin. Nûnerên me yê meclisa jinên Sûriyeyê li tevahî deveran hene. Dema ku me meclis ava kir di serî de me zehmetiyên xebat û dayîna pejirandina rêziknameyê di nava gel de jiya. Hemû biryarên der barê jinan de ku di nava raya giştî de tên girtin me eleqedar dikin û em li dijî neheqiyên der barê jinan de werin kirin derdikevin. Ji bo pêşxistina hişmediyek azad, ferdê zana em di her demê de komxebat, panel, semîner û konferansan di nava civakê de li dar dixin. Naveroka semîner, komxebat û civînên me li ser biyolojiya jinan, neyîniyên zewaca temenê zaroktî û pêşxistina rewşa aboriya jinan tên meşandin. Em bi hêvî ne ku her jin xwedî li rêxistin, sazî û artêşên jinan derkevin û van hêzan ji bo xwe wekî cihê serkeftinê binirxînin. Bi hêviya em jin cîhaneke azad biafirînin."