Meclisa Jinên HDP: Hun nikarin Ayşe Gokkan bi tundiyê bêdeng bikin!

Meclisa Jinên HDP’ê bertek nîşanî biriyara girtina Berdevka Demê ya TJA yê Ayşe Gokkan da.

 
Navenda Nûçeyan – Meclisa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî biriyara girtina Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) yê Ayşe Gokkan da û got: “Biriyara ji bo girtina Berdevka Demê ya KJA yê Ayşe Gokkan nîşaneya dijminiya jinê ye. Hunê nikarin Ayşe Gokkan a 83 caran hatî girtin û bi salan di girtîgehê de mayî bi ji têkoşîna azadiya jinê dur bikin.”
Di derbarê Ayşe Gokkan de doza bi hinceta “rêveberî û endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin û biriyara girtinê dan.