Meclîsa Jinê ya HDP'ê dê bi jinên karker re bicive

Meclîsa Jinê ya HDP'ê beşa duyem a kampanya ya “Ji bo jinan edalet” bi dirûşma “Ji xizantiya jinê re na” dê bide despêkirin. Dê xebatên despêkê li Herêma Ege yê bê despêkirin.

STENBOL - Meclîsa Jinê ya HDP'ê starta beşa duyem a kampanyaya "Ji bo jinan edalet" bi dirûşma "Ji xizantiya jinê re na" da. Berdevka Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başaran di derbarê xebatên wan ên kampaniya yê de ev agahî da:"Heta em karibin em ê biçin kargeran, fabrîka, nav erd, otolya û malan. Em li pirsigirêk, rexne, daxwazan guhdar bikin û ji bo kortala tirsnak a xizaniyê bê girtin çi ji destên me bê em ê bikin."
"Ji xizantiya jinê re na"
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran bi daxuyaniya çapemeniyê diyar kir ku wan beşa duyem a kampanyaya "Ji bo jinan edalet" bi dirûşma "Ji xizantiya jinê re na" dest pê kirine. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay, Huda Kaya, Hevseroka Partiya Avakirina ji nû ve ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, endamên koordînasyona jinê û hevparên wan beşdarî daxuyaniya li Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bûn. Pankarta xemrî ya bi nivîsa “Em Xizaniya Jinan Qebûl Nakin” hat daliqandin. 
Ayşe Acar Başaran di axaftina xwe de bal kişand ser jinên serê sibehê bi ser mala wan de hat girtin û hatin binçavkirin û got AKP-MHP hewil dide gavê bi jinên li dijî mîlîtarîzm, yekperestî, zayendperest li berxwe didin bide avêtin lê belê em ê paşde gavê neavêjin. Ayşeyê diyar kir ku ew di çarçoveya kampanyaya "Ji bo jinan edalet" de bûne dengê serhildêrên li dijî tecrîd û binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kirine. Her wiha Ayşeyê da zanîn ku ew ê li dijî xizaniyê li berxwe bidin û destûrê nedin ku ew mehkûmî xizaniyê bên kirin.
Ayşeyê da zanîn ji bo têkoşîna hevpar a li qadên jin xizan tên hiştin ew ê dengê xwe bilind bikin û got:"Ew ê xebatên me li Egeyê dest pê bike. Ew ê piştre li her derê, li bajarên kurdan ev xebat bidome."