Meclisa Jinan a HDP'ê: Mêr-dewlet rastî serhildana 'Jin jiyan azadî' hat

Meclisa Jinan a HDP'ê di encamnameya civîna xwe ya 29'ê Mijdarê de, li dijî tecrîd, şer, girtin û binçavkirinan bal kişand ser berxwedanê û ragihand ku plansaziya têkoşîne kirine

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna xwe ya 29’ê Mijdarê pêk anîbû, eşkere kir. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku civîn ji Xwîşkên Mîrabel heta Nagîhan Akarsel, ji jinên li Îranê yên li dijî rejîma molayan li ber xwe didin heta hemû jinên ku di 25’ê Mijdarê de li dijî tundiya mêr-dewletê bûne barîkat, hat diyarîkirin û hat destnîşankirin pêkhatiya netew-dewletê ya serdest a mêr rastî serhildana “Jin jiyan azadî” ya jinan hatiye.

Di encamnameyê de wiha hat berdewamkirin: "Ev îsyana ku li dijî tundiya li ser jinan û komkujiyan li Îranê geş bû, îro li tevahiya cîhanê bûye dengê têkoşîn û berxwedanê. Sedema girankirina tundiya dewlet-mêr a li dijî jinan ew e ku ji vî dengî û raperînê ditirse.

‘Bi êrîşan starta hilbijartinê da’

Polîtîkayên dijminatiya li dijî jinan û êrîşkariya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li hemberî jinan ji vê rewşê cuda nîn e. Jinên Kurd ên ku emrê xwe dane têkoşîna azadiyê ya jinan, careke din bûn hedefa desthilatdariya serwer a mêr a AKP-MHP'ê. Êrîşên rehîngirtinê yên li hemberî jinên Kurd hatin kirin, ji operasyonên li ser Rojava û Şengalê cuda nîn e. Desthilatdarî dijminatiya xwe ya li Kurdan a li derve dike, li hundir jî bi êrîşên li ser têkoşîna jinên Kurd berdewam dike. Eşkere ye ku bi vî rengî bi sorkirina şer û tundiyê dest bi karê hilbijartinê kiriye.

Ev êrîş jî encama tirsa ji têkoşîna jinan a enternasyonal e ku her dem mezin dibe. Ya ku hewl didin wê krîmînalîze bikin; têkoşîna jinan e, raperîna me ya 'Jin, Jiyan, Azadî' ye. Em vê têgihîştinê qebûl nakin, red dikin û xwedî li têkoşîna xwe derdikevin."

'Em ê dest ji berxwedana xwe ya li dijî tecrîdê bernedin’

Di berdewama encamnameyê de hat destnîşankirin ku armanca esasî ya polîtîkayên şer û tecrîdê, têkbirina dînamîkên jiyana nû ya xwe dispêre azadiya jinan e û wiha hat gotin; "Desthilatdarî dixwaze tecrîda ku li Îmraliyê daye destpêkirin û li girtîgehan hemûyan belav kir, bike rejîmeke rêveberiyê. Girtîgeh niha navenda polîtîkayên tecrîdê ne. Sûcê li dijî mirovahiyê yê li Garîbe Gezer hat kirin nîşaneya şênber a vê yekê ye. Bi qanûnên xwe, bi polîtîkayên zext û tundiyê desthilatdarî hewl dide jinan bêdeng bike, bitepisîne. Li dijî van polîtîkayên tecrîdê yên desthilatdariyê, ji bilî berxwedan û têkşoînê riyeke cuda tune ye. Jixwe helwesta Birêz Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê ku hevdîtina bi heyeta CPT re red kir, helwestek li dijî van polîtîkayên şer e. Li dijî bêhiqûqiya li sîstema tecrîdê ya Îmraliyê, em ê her gavê banga xwe dubare bikin ku divê tavilê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin. Em ê dest ji berxwedana xwe ya li dijî tecrîdê bernedin."

Êrîş li dijî şoreşa jinan e’

Meclisa Jinê ya HDP'ê ragihand ku hêzên emperyalîst ên global, li Rojhilata Navîn, şerê jinûve parvekirinê di serî de jin li dijî hemû hêzên demokratîk dimeşînin û got; "Desthilatdariya AKP-MHP'ê destûra polîtîkayên şerê qirêj ê li dijî Kurdan û jinan, ji NATO'yê digre. Desthilatdariyeke welê ye ku bikaranîna çekên kîmyewî jî di nav de ku gumana sûcê şer kiriye, jê tê kirin. Desthilatdarî ku bi afirandina krîz û kaosê diçe hilbijartinê, bi êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi karê hilbijartinê kiriye. Tevî ku kiryarê xwe diyar e jî êrîşa li Taksîmê ji xwe re kir hincet û êrîşên hewayî bir ser herêmê. Êrîş li dijî gelan, li dijî jiyana hevpar a jinan û li dijî şoreşa jinê ya Rojava tê kirin."

Jinên ku dibêjin, 'mûçeyê wekhev' li hemberî xizaniyê radibin’

Di encamnameyê de hat ragihandin, ku krîza aboriyê weke encameke polîtîkayên şer û tundiyê bandora herî giran li jinan dike û hat gotin; "Jinên ku li hemberî xizanî, bêkarî û birçîbûnê li ber xwe didin, mîna ku ev jî têrê nake, hewcedarî mêr tên hiştin. Keda jinan nayê dîtin û barê wan tê girankirin. Hewl tê dayîn jin li malê bên ragirtin û barê herî giran ê tundiya aboriyê bi polîtîkayên dijminatiya li keda jinan, li ser jinan tê ferzkirin. Jinên ku dibêjin, 'mûçeyê wekhev' li ber xizaniyê radibin."

'Jin di riya 3'emîn de li hev dicivin’

 

Meclisa Jinan a HDP'ê destnîşan kir ku herdu blokên heyî sîstema bi serweriya mêr a ku jinan qetil dike, newekheviya zayendî ya civakî kûr dike û xizaniyê zêde dike, ji nedîtî ve tên û got; "Em di navbera van herdu blokan de bêçare nîn in. Li dijî krîz û xizaniyê, xeta me ya riya 3'yemîn li dijî herdu blokên serwer tifaqeke dîrokî ye. Em ê jiyana demokratîk û azadîparêz bi hev re ava bikin."