Meclîsa Jinan a HDP'ê kom bû

Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo ku diyar kirina xeta têkoşîna polîtîk a serdema nû kom bû. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran got:"Di bingeha şer û kaosê de dijminatiya li dijî Kurdan û jinan heye."

Enqere - Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo ku xeta têkoşîna polîtîk a serdema nû diyar bike li Navenda Giştî kom bû. Beriya civînê Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acara Başaran di kombûnê de nirxandin kir û da zanîn ku tifaqa mêr a AKP-MHP'ê ku bi şer û kaosê dixwaze li ser piyan bimîne her roj li dijî jinan û civakê sûcekî dî dike, bal kişandina mikurhatinên serekçete Sedat Peker û got careke din hatiye dîtin ku salên 90'î çawa toreke gemarî ya têkiliyan hatiye danîn û got kuştinên li ser vê hevkariya gemarî hê li hêviya ronîbûnê ne. 
Ayşe bi bîr xist ku duh salvegera 27'an a qetilkirina Savaş Buldan û hevalên wî ye û got, ''Em wan bi hurmet bi bîr tînin, em careke din bi bîr dixin, me gavek jî ji têkoşîna xwe ya ji bo îfşakirina têkiliya dewlet-mafyayê bernedaye û heta ku em encamekê bi dest ve bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.''
Ayşe têkoşîna Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Pirsûsê û dayikên kesên di Komkujiya Enqereyê de hatine qetilkirin bi bîr xist, got, ''li gel van dayikan li dijî van polîtîkayên qirêjî em têkoşiyan û me adalet xwest.'' Ayşe her wiha diyar kir desthilata tirk ku ku bi polîtîkayên gemarî dixwaze dengê jinan bibire di nav xwe de çawa bûye parçeyek ji têkiliya mafya-çete û derketiye holê mekanîzmaya siyaset-dewlet-darazê çendî riziyaye.
“Polîtîkayên şer ên tifaqa mêr a AKP-MHP'ê li hundir û derve teşîr bûne”
Ayşe mikurhatinên serekeçete Sedat Peker îşaret kir, got bi van mikurhatinê tişta ku bi salan e ew pê dizanin û dibêjin: Polîtîkayên gemarî yên şer ên tifaqa mêr a AKP-MHP'ê li hundir û derve teşîr bûne. Bi vê aşkerebûnê re careke din derketiye holê ku dewlemendiya gel çawa dane şer û sermiyadaran. Dîsa derketiye holê di bingeha şer û kaosê de dijminatiya li dijî kurdan û jinan heye. Li dijî van sûcên ku hatine kirin bêdengî tê maneya pejirandina cinyetên kiryar nediyar, yê maneya pejirandina komkujiyên Gezî, Pirsûs û Enqerê. Jin wê destûrê nedin ku hûn rejîma serwer a mêr ku hûn xeyalê wê dikin ava bikin. Hûn ê bi zext û destgîrkirinan nikarin jinan bêdeng bikin.''
Ayşe di dawiyê de bal kişande ser tecrîda li ser RêberêPKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kir tecrîd li hemû Tirkiyê û Bakur bûye modêla rêveberiyê û got, ''Polîtîkayên tecrîdê ku li Imraliyê dest pê kiriye û li hemû girtîgehan berbelav bûye, di serî de li ser jinan tê xwestin ku li ser hemû civakê were danîn. Li dijî hewldana desthilatê ku dixwaze krîza xwe bi rejîma şer bidomîne em jin em ê ji bo aştiyeke bi rûmet, heta ku tecrîd were şikandin têkoşînê bidomînin.''