Meclîsa Hollanda komkujiya Êzîdiyan wekî jenosîd naskir

Meclîsa Hollandayê dagirkeriya DAIŞ’ê ya di 3 yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê destpê kir û fermana li ser Êzîdiyan hat kirin ji hêla Meclîsa Hollandayê ve wekî jenosîd hate nasîn. Di 1’ê Tîrmehê de, bi pêşniyara Komîteya Karên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê wekî jenosîd hate qebûl kirin.

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Hollandayê êrişa DAIŞ’ê ya ku di 3 yê Tebaxa 2014’an de dest pê kir û kiryarên li dijî Êzîdiyan wekî jenosîd nas kir. Pêşnûmeya biryarê ji hêla parlamentera Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDA) Anne Kuik ve ket meclîsê. Di çarçoveya pêşnûme qanûna ku Anne Kuik pêşkêş kir de, hat ragihandin ku Parlamentoya Ewropî, Meclîsa Parlamentoyê ya Konseya Ewropa, Meclîsa Nûneran a DY, Komîsyona Sûriye ya NY û Parlamentoya Belçîkayê ya pêkanînên hovane yên li dijî nijadî û bawerî ku tawanên li dijî mirovahiyê ne wekî jenosîd pênase dikin. Di metna pêşnûmeyê de, gotina "Parlamento ragihand ku DAIŞ li dijî Êzîdiyan jenosîd pêkanî û tawanên mirovahiyê kir" balê dikişîne û di vê çarçoveyê de, çar pêşnûme biryarên li ser jenosîdê ketin dengdanê û hatin qebûl kirin.
Di nav teksta pêşnûmeyê de ev tişt cih digrin:
"- Di dozên DAIŞ’ê yên li Hollandaye tên ditîn de dengê bihistina Êzîdiyan û naskirina mafê tazmînata qurbaniyên jenosîdê.
- Tevî DAIŞ’ên ku ji derve tên û sûc pêktinîn jî di nav de, darîzandinên DAIŞ’ê li cihê ku sûc pêkanîne werin kirin. 
- Zêdekirina fonên piştgiriyê ji bo jin û zarokên Êzîdî yên ku bûne qurbanên DAIŞ a hov.
- Piştgiri dayina hikûmetê ji bo xebatên ji nû ve avakirina Şengalê."
Komkujiya ku li Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve li ser gelê Êzîdî hate kirin, li ser pêşniyara Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Belçîkayê di 1’ê Tîrmehê de wekî jenosîd hate qebûl kirin.