Maysa Abdulxaliq: Divê Hikûmeta Lubnanê hişyar be

Welatiyên Lubanê ji ber rewşa xirab a aboriyê di rewşek gelek zehmet de jiyana xwe didomînin, hêviya wan ew e ku hikumetek nû bikaribe reformekê di hemû aliyan de çêbike û bi wê yekê jiyana xwe asantir bikin.

 
CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Hemwelatiyên Lubnanê di rewşek hêvî û bendewarî ji hikumeta serok Necîb Mikatî de dijîn. Piştî rewşa aborî xera bû û diravê Lubnanê nirxê xwe winda kir, bihayên hemû kelûpelan zêde bûn û hêza kirîna wan kêm bû gel bi hêvî ye ku hikûmeta nû wê bibe keştiyeke jiyanê ku ji hilweşînê rizgar bibin. Dibe ku hêvî mezin bin, tevî bêbaweriya çîna siyasî ya ku hikûmetê ava kiriye jî hemwelatî hewl didin ronahiyê bibînin.
“Sererastkirina mûçeyan ji bo hemwelatiyên Lubnanê pêşînek e”
Analîsta siyasî ya Lubnanî Maysa Abdulxaliq ji ajansa me re dibêje: “Welatiyên Lubnanî li benda başbûna rewşa xwe ya aborî û jiyanê ne, nemaze ji ber ku dahata kesan êdî têrê nake ku jiyana xwe ya rojane bi bihayên giran misoger bikin, ji ber ku sînorê mûçeyan ê herî kêm 675 hezar e. Ger em hesabek hêsan bikin, ev hejmar ji bo dabînkirina nanê rojane têrê nake, ew jî ji ber buhayê kelûpelên bingehîn û sotemeniyê piştî rakirina piştgiriyê ye. Ji ber vê yekê, yekem tiştê ku hemwelatî li bendê ne, wekî ku di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin, sererastkirina maaş û mûçe ye. Ev deriyek bingehîn e ji bo hemwelatî hîs bikin ku di rewşa jiyana wî de başiyek heye. Ji ber jiderveyî başkirina maaş û mûçe wê nekaribe pêdiviyên xwe yên bingehîn misoger bike, nemaze ku em li ber deriyê sala xwendinê ne ku lêçûnên giran ji dê û bavan hewce dike. Her wiha mesrefa veguhestinê giran e û gelek dibistan hene ku ji ber vê sedemê deriyên xwe venekirine.”
“Reformên di warên bingehîn de pêwîst in” 
Gelo hikûmeta Lubnanê bi rastî dê biryara sererastkirina mûçe bigre yan ne? Der barê vê yekê de  Maysa Abdulxaliq dibêje: “Bi giştî em dizanin dahata darayî ya dewletê tune ye. Ji ber vê yekê, çûyîna ber bi sindoqa pere ya navneteweyî ve weke çareserî dibinin. Jixwe komîteyek danûstandinê bi sindoqa pereyan re hatiye damezrandin û em li benda başiyê ne. Lê civaka navneteweyî û sindoqa Pere ya Navneteweyî ji bo alîkariya Lubnanê reformên di warên bingehîn de hewce dikin. Ji ber vê yekê ger hikûmeta Mikatî reformê dest pê neke, wê welat tu alîkarî û bexşên navneteweyî nestîne û ji ber vê yekê divê hikûmet hişyar be û mil bi mil ji bo reformê dûrî windakirin û gendeliyê bixebite. Ger reform li gorî rêgez û bingehên zexm bin, wê di berjewendiya hemwelatiyên Lubnanî de be, ji ber ku Lubnanî di rewşek aborî ya dijwar de dijîn. Ji ber vê yekê, piştî rakirina alîkariya li ser xerckirin û sotemeniyê, dê tiştek xirabtir nebe. Ger ku sererastkirin di beşa elektirîkê de were çêkirin, dê hemwelatiyên Lubnanî dev ji fatûra jeneratorê berde û dê ev yekana li gor berjewendiyên welatiyan be.”  
“Berjewendiyên Lubnanê ji berjewendiyên kesane girîngtir e”
Hukumeta Mikati ji avabûna xwe û vir ve balê dikşîne ser hilbijartinên parlamentoyê yên pêşerojê. Her wiha di civîna yekem a hikûmetê de ku li Qesra Baabda hat lidarxistin de, behsa mijarên girîng nehat kirin, ev jî mijara rexneyê ye. Maysa Abdulxaliq vê yekê wiha şîrove dike û dibêje: “Ji ber ku hilbijartinên parlamentoyê dê di Gulana pêş de di wextê xwe de werin lidarxistin, tirsa hilbijartinên parlamentoyê li ser hesabê aliyên aborî û diravî, yên ku ji bo hemwelatiyan pêşîn hene. Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku hikûmet dê di hemû astan de bixebite û wê pêşengiyê ji beşên diravî û aborî bikin. Em êdî nikarin xeyal bikin ku dolar vegere rêjeya 1500 lîre. Mînak, plana aborî ya paşîn behs kir ku rêjeya danûstendina dolar bi 4000 lîreyan wê were sererast kirin, lê ev hejmar îro ne rast e. Lê belê, Lubnanî hêvî dikin ku rêjeya danûstandina dolarê ku gihîştiye bîst hezar lîreyan, heya 10 hezar lîreyan vegere, ji ber ku ew nema dikarin van bargiraniyan hilgirin. Ji ber ku zêdebûna rêjeya danûstendina dolar, bi xwe re bandorê li hêza kirînê ya hemwelatiyan dike.”
“Berjewendiya Lubnanê, berjewendiya neteweyî ye”
Maysa Abdulxaliq da zanîn ku dema damezrandina hikûmetê hat ragihandin, serokwezîr ragihand ku ew ê bi hemû partiyan re hevkariya dûrî xirabiya siyasî be û wiha domand: “Di çend rojên borî de, em bûn şahidên astengiyek mezin ku bi avakirina komîteya muzakereyê ya bi sindoqa Pere ya Navneteweyî re û cudahiya nêrînan bi Serokomar re derket lê ew hat çareserkirin. Em hêvî dikin ku di dosyayên mayî de ji her kesê re, ne tenê ji serok Mikatî tenê re hevkarî hebe, ji ber ku qonaxa paşîn ji bo Lubnaniyan pir dijwar bû, ji ber vê yekê divê hemû aliyên siyasî hay jê hebin ku berjewendiya Lubnanê ji berjewendiya neteweyî ye û ji berjewendiyên wan ên kesane girîngtir e, ji ber ku berjewendiyên kesane yên partiyên siyasî, tawanbarkirina wan li hember hev, dizî û gendeliyê bû sedema wêrankirina sîstematîk a saziyan û vê yekê bandorek neyînî li hemwelatiyên Lubnanî kir ku bû sedem  gelek ciwan û pispor koçber bibin. Em hêvî dikin ku hizrandin ji aliyê hemû hêzên siyasî ve hebe, di heman demê de em hêvî dikin ku haya wan ji qonaxa bê hebe. Ji ber ku Lubnanî ji parvekirina kotayan li ser hesabê berjewendiyên welat û hemwelatiyê bêzar bûne.”