Magdalena Andersson bû yekem jina serokwezîra Swêdê

Magdalena Andersson a ku di kursiya Partiya Sosyal Demokrat rûnişt û ji meclîsê dengê pêbaweriyê wergirt, peyîwira yekemîn serokwezîra jin a welatê xwe girt ser milê xwe.

Navenda Nûçeyan - Magdalena Andersson ku li Swêdê erka wezîra darayî dimeşand, bi hilbijartina serokê nû yê Partiya Sosyal Demokrat re, kursiya Setfan Löfven ku jî serokwezîrtiyê îstifa kiribû, girt. Magdalena Andersson a ku ji Meclîsê dengê pêbaweriyê wergirt, bi vî awayî weke yekemîn serokwezîra jin a welatê xwe derbazî dîrokê bû.
Magdalena Andersson kî ye?
Magdalena Andersson di sala 1967 de li bajara Uppsala ji dayik bû. Magdalena Andersson a ku ji sala 2009’an heta 2012’an Midûrtiya Giştî ya Daîreya Bacê ya Swêdê kir, ji sala 2014’an vir ve erka xwe ya Wezîra Darayî didomand.
Werger: JINHA