Lîsteyek jinan bi rêjeya ji sedî sed hat pêşkêşkirin

Hilbijartinên ku dê di 8’ê Îlonê de li Mexribê pêk werin bi kotaya ji sedî sed a jinan balê dikşîne ser xwe. Xebatên hilbijartinê ji aliyê Koordînatora Herêmî yê Partiya Tevgera Gel û Cîgirê Serokê herêma Marakeşê Safi, Aziza Boujeraida û digel 38 jinan tê birêvebirin.

 HENAN HARIT
Mexrib- Di pêşhilbijartin û serpêhatiyek bêhempa ya di hilbijartin û partiya li Mexribê de, Partiya Tevgera Gel li Marakeş lîsteyek jinan bi rêjeya ji sedî 100 pêşkêş kir da ku beşdarî hilbijartinên komunal ên ku dê bi hilbijartinên parlamento û herêmî re bên lidarxistin kir. Dê  di rojekê de li Mexribê, di roja 8’ê Îlona de were lidarxistin
Bi destpêkirina kampanyaya ji bo hilbijartinan, 8’ê Îlonê roj çarşemê, li Mexribê 39 jinên Mexribê ketin pêşbirkek. Armanca wan ew e ku bigihîjin hemû hilbijêran da ku baweriya wan bigrin û di van hilbijartinan de dengê wan zêde bikin.
Di lîsteyê de ji her beşa civakî jin hene
Ev lîsteya jinan a ku li Mexribê û di asta welatên Ereb de di qada hilbijartin û partiyê de yekem e, ji hêla Koordînatorê Herêmî yê Partiya Tevgera Gel û Cîgirê Serokê herêma Marakeş Safi, Aziza Boujeraida ve û digel 38 jinan tê birêvebirin. Aziza Boujeraida ji ajansa me re axivî û got; "Esasê navnîşanê komeleyek xêrxwazî ye ku ev pênc sal in li bajarê Marakeşê dixebite û tê de komek endezyarên jin, parêzer, bijîjk, profesor û yên din jî hene. Koordînatorê herêmî yê Partiya Tevgera Gel li Marakeşê pêşniyar kir ku ew lîsteyek ji 38 kesan pêk bîne, ji ber ku ew di nav jinên komeleyê de tenê siyasetmedar bû.” 
“Fikra ji sedî sed kotaya jinan hem ji aliyê jinan hem jî mêran ve hat pejirandin”
Aziza Boujeraida  wiha domand: "Min ev raman bi endamên komeleyê re gotûbêj kir û wan ew qebûl kirin û ezmûna xebata siyasî dixwestin. Ji ber vê yekê wan dest bi wergirtina kursên perwerdeyê kirin. Ji bo hilbijartina aliyên pêwendîdar peşk (kura) hat avêtin. Lîste ji ber cudahiya wê ji rêziknameyên mayî, ji hêla hejmarek mezin a welatiyan ve hevkarî û pêşwazî hat dîtin.”
Aziza Bougherida diyar kir ku fikra kotaya jinan a ji sedî 100 hem ji hêla hemwelatiyên mêr û hem jî jin ve hatiye pejirandin û ew rastî tu astengî û pirsgirêkên ku bandorê li jinan dikin nehatine û wiha domand: “Diyar bû ku bi riya vê însiyatîfê, em dixwazin ji her kesê re îsbat bikin ku jin bi hêz in û her çiqas armancên wan zehmet bin jî ew dikarin pêk bînin. Hebûna jinan di birêvebirina karûbarên giştî de, di asta herêmî û neteweyî de, ji bo her pêşveçûnê temînatek e.”
“Ev pêngav nîşaneyek bi hêz a guhertinên radîkal e”
Ji aliyê din ve, seroka lîsteya zêdebar, Khadija Abdel Jameel, nirxand ku ev pêngav nîşaneyek bihêz a guheztinên radîkal e ku nûnertiyên serdest li dora rola jinan di nav civakê de ne, ev jî  li gorî belgeya destûra bingehîn a 2011’an û hebûna wan di dezgehên hilbijartî de ye loma jî jinên Mexribî tevî astengiyan tevli pêvajoya hilbijartinê dibin.
“Hemû jinên di lîsteyê de bi salan e dixebitin”
Li aliyê din, seroka lîsteya jinan, Sakîna Mraiyesh, kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna wê di vê pêngavê de anî ziman û got: "Hemû jinên ku di nav lîsteyê de ne bi salan e di çarçoveya komeleyê de li herêma Marakeşê xebitîn. Fikra ketina siyasetê nediket serê wan lê bi nêzîkbûna hilbijartinan wan biryar dan ku ezmûnê bigrin. Bi taybetî ji ber ku hemû jin bi xebata hevgirtî ji pirsgirêkên hemwelatiyên Mexribê haydar in.”
Der barê armancên bernameya wan a hilbijartinê de, Sakîne Mraiyesh dibêje ku partiyê nêrînek berfireh çêkiriye ku girîngiyê dide hemû dozên girêdayî hemwelatîbûniya, ciwan, jin û zarokan.
Sakîne Mraiyesh di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku lîsteya jinan bala welatiyan bikşîne û got; "Jin jî xwedî wê hêzê ne ku ji welat re xizmet bikin û beşdarî pêşketina herêmî bibin.”
Fadwa El-Haswani ku di lîsteya zêdebar de cih digre jî got; "Hêzbûna siyasî bû sedem ku jin bibin xwedî hêz û şiyan û bibin aktorên girîng di guherînê de bi riya hebûna wan a daîmî di qada siyasî de, nemaze di çalakiyên partî û rêxistinên din de.”
Destûra heyî gelek prensîbên girîng digre nava xwe
Lîsteya jinan ku di dîroka hilbijartinên kolektîf ên li welat de pêşengek e, di çarçova rêwerzên padîşah ên qralê mexribê Mohammed VI de ye ku mebest jê pêşvebirina beşdarbûna siyasî ya jinên Mexribê û parastina pirsgirêkên wan e. Destûra guherandî ya Mexribê gelek pêdiviyên ku ew ji bo bihêzkirina siyasî ya jinên Mexirbê hatiye damezrandin destnîşan kir. Ji ber ku qanûndanêrê destûrî dixwest pêşgotina prensîbên herî girîng ên ku digihîjin wekheviyê, di nav de; wekhevî, dadmendiya civakî, derfetên wekhev û qedexekirina her cure cudakariya li dijî jinan ji her celebî biparêze.
Fedwa El-Haswanî bal kişand ku xala 19’an a destûrê, wekî beşa herî girîng tê hesibandin, ji ber ku ew wekheviya zayendî di bikaranîna maf û azadiyên medenî, siyasî, aborî û civakî de nas dike û hewldana dewletê ya ji bo bidestxistina wekheviya di navbera mêr û jinan de piştrast dike
Hêjayî balkişandinê ye ku lîsteyê jinan ji hemû komên civakî, jinan digre nava xwe. Ji jinên li malan bigre heya profesorên zanîngehan, bijîjk, heya hemşîre û jinên pîşekar tê de hene.