Li Urdûnê jin di qada siyasî de tên astengkirin

Li Urdunê tevî ku di makezagonan de xalên ku mafên jinan diparêze cih digre jî gelek zagon nayên pêk anîn, rastî û qanûn hevdû nagrin, hebûna jinan a di qada siyasî de tê sînordarkirin.

NEDÎN AL-MAYTA

Urdun – Bi tekoşînê re gelek jinên cîhanê di civakên xwe de gihîştine navendên siyasî yên girîng lê jinên Urdunê hê di destpêka rê de ne. Şer li dijî nêrîna mêr a ku navendên siyasî tenê ji mafên mêran dibîne dike. Her wiha ji ber nebûna vîna siyasî û vîn û hêza hikumetê, hêviya ku jinên Urdunê bigihîjin rêza pêş di biryardariyê de gelekî dûr e.

‘Ger jin di qada siyasî de bi biryar bin dê gelek gavên erenî bên avêtin’

Perwerdekar û pispora pêşxistina mafên jinan a navneteweyî Samiye Kirdiye der barê karûbarên jinên Urdunê li navendên siyasî de axivî û wiha got: “Jinên Urdunê ji bo li welat bigihîjin navendên girîng û sereke têdikoşin. Hin zagon hene ku mafên jinan wek mafê kotayê di parlamentoyê de, encûmena rûspiyan, hilbijartinên zagonî, sendîkayên karkeran, pîşeyan û di partiyên siyasî de daye. Lê amadebûna jinan li gorî mêran kêm e. Divê jin piştgiriyê bibînin û civak jî beşdarbûna jinan a qada siyasî bipejirîne. Hikumeta Urdunê jinan dixe wezaretên ne serwer, dûrî wezaretên navxweyî û derve. Dema jin di welat de xwedî biryarên siyasî bin, gelek gavên erênî dê pêk werin. Ez bawer dikim ku jin bêhtir bi pêdiviyên civakê, jin û zarokan dizanin bi riya zagonan pêk tînin.

Astengiyên li pêşiya jinan

Rêvebera Radyoya Al- Balad û endama komîteya serpereştî ya saziya Wan Ifra Ataf Al- Rawdan jî der barê vê mijarê de nêrînên xwe anî ziman. Ataf Al- Rawdan destnîşan kir ku astengiyên di nava civaka Urdunê de bûne sedem ku jin beşdarî jiyana siyasî nebin û wiha got: “Pirsgirêka beşdarbûna jinan a jiyana siyasî berdewam dike, hişmendiya mêr û pergala civakî ya ku jinan kêm dibîne jinan ji beşdarbûna siyasî dûr dixe. Divê civak piştgiriya jinan bike da ku bikaribin bi awayekî çalak beşdarî qada siyasî bibin.”

Ataf al- Rawdan da zanîn ku bandora civaka sivîl di mijara jinan de hê jî kêm e divê li ser du waran xebat bên meşandin û wiha got: “Divê hikumet roleke mezintir bide civaka sivîl ku li ser rûyê erdê kar bike, ya duyem jî divê berpirsên saziyên civaka sivîl bizanibin ku rola wan di piştgiriya ciwan û jinan de girîng e. Jinên Urdunê mohra xwe li hemû waran dane û li hemberî astengiyên li dijî xwe, yên li pêşiya nêrîna xwe ya siyasî û serbixwe xebatên xwe berdewam dikin. Di saziyên dewletê de baweriya beşdarbûna jinan a di warê siyasî de dê guhertinek bingehîn a erênî çêbike.”

‘Jin di qada siyasî de rastî astengiyan tên’

Ataf Al- Rawdan di dawiya axaftina xwe de dibêje ku ger derfetê bidin jinan ku di siyasetê de rola xwe bilîzin dê civak erênî bi bandor bibe û wiha got: “Gelek jin di asta navîn a biryardayîna saziyên hikumetê û yên taybet de hene. Karê wan di asta herî jor de ye lê mêr nahêlin jin bigihîjin navendên jor. Di nava wan hemû astengiyan, di qada siyasî de hebûna jinên Urdunê dê sînordar bimîne û ji ber ku vîna siyasî cidî ye hêvî dide ku beşdariyek dê mezintir çêbibe. Dema vîna siyasî, karînên hikumetê, daxwaza bicihkirinê û beşdariya rastî ya saziyên civaka sivîl bi têkoşîna rast re bicivin dê armanc pêk were û dengê jinan ji ser maseyên siyasesetê bilind bibe.”