Li Tûnisê şîdeta li hember jinên siyasetmedar
Jinên tûnisî di qonaxên cur be cur de mohra xwe li dîrokê xistine. Di warê siyasî, civakî, aborî û çandî de hebûna xwe dane nasîn, bûne sembolek ji têkoşîn û domdariya parastina dozên civakî, ji serdema dagirkeran, heya tevgera şoreşgerî berî 14’ê Çileya 2011’an.
ZIHUR AL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Tûnis dixwaze wekheviya di navbera jin û mêr de mîsoger bike. Ev jî di bingeha xala 46’an a Destûra Bingehîn a Tûnisê de hatiye destnîşankirin. Ev zagon ji bo bihêzkirina prensîbên ku pîvana parastina mafên bidestxistî yên jinan destnîşan dikin ji bo pêşketina her du zayendan di wekheviyê de dixebite.
Li gorî zagonsaziyê li Tûnisî jin mîna mêr di dangdayîn û hilbijartinan de xwedî maf in, dikarin di parlamantoyê de cihê xwe bigrin.
Tevî vê yekê jî beşdariya jinên tûnisî di xebatên siyasî de qels dimîne, ji ber ku tenê du jinan di hilbijartna seroketiyê de xwe pêşniyar kiribûn, li hemberî 26 namzedên mêr. Ji ber vê jî ev yek bû sedema kêmbûna temsîliyeta jinan di parlamentoyê de. Li gorî berê ji sedî 36 bû, niha bûye ji sedî 23.
Soktora siyasî bi piranî ji hêla mêran ve tê meşandin. Lê belê jinên tûnisî li hemberî kevneşopiyên kevin serî hildan û başdariya jinan di meclisa hilbijartî, desteyên hikûmetê û partiyên siyasî yên li cîhanê bi giştî û li Tûnisê bi taybetî didomînin.
Tê ragihandin ku çavdêrên karûbarên siyasî li Tûnisê, teqez dikin şîdeta li dijî jinan di siyasetê de şîdetek fîzîkî, psîkolojîk û heta madî ye. Ev rewş di salên dawî de zêde bûye. Her çendî mêr di siyasetê de zehmetiyan dikşînin jî rewşa wan ne wekî ya jinan e lewre şîdeta li dijî jinan li ser bingeha zayendî ye ku ev yek wan bi xeterê re rûbirû dihêle. Ango ev şîdeta li dîjî jinên siyasî binpêkirina mafên mirovan e û astengiya tevlibûna wê binpêkirina van mafan e.
Tê zanîn ku ji tirsa nêzîkahiyên xirab serî li cihên biryargirtinê dane. Şîdeta li dijî jinên siyasî di demên dawî de ketiye metirsiyê. Jinan bang li saziyên civaka sivîl kirin ku ji bo bidawîkirina van diyardeyên li dijî siyastmedarên tûnisî, bertekê nîşan bidin.
Her wiha bang li komeleyan kirin ku li hemberî hemû şêwazên astengî û tundiya li dijî jinên siyasetmedar bixebitin, li parlamento, partiyên siyasî û malperên civakî têbikoşin.
Tê diyarkirin ku Rêxistinên Femînîst ên tunisî dest bi tevgereke bêhempa kirin. Bi nave “Ez jî" pêşeng û însiyatîfa bi navê “Dem hat” bû sedema ketina cihên sînorkirî her wiha nîqaşek girîng li ser cudahiya zayendî, tecawiz û şîdeta li ser jiyana jinan a kesayetî li her qadê, helbet siyasî jî di nav de da hene dan destpêkirin.
Li ser vê mijarê çalakvana sivîl Însaf Dêf Elah ji ajansa me re diyar kir ku ji ber cudahiya bîrdoziya hin nûnerên jin ên li parlamantoyê, şer û nelihevkirin çêdibe, ev reftar jî mêran ber bi pozbilindî û pêşbaziyê ve dibe bêguman. Divê jin li ser girîngiya mijarên mafên mirovan li her qadê bixebite û çareseriyek bingehîn di mijara wekheviyê de bi mêran re saz bike helbet dê di nav de hevqebûlkirin jî li pêş be.
Bi nêrîna pispor û akademîsyena ragihandinê, Dr. Selwa Alşerfî ji ajansa me re diyar kir ku şîdeta li dijî jinên siyasî tê kirin, ne tenê li ser jinan e, bêyî cudahiya zayendî hemû siyasetmedaran digire nava xwe.
Selwa li ser tundiyê got ku ev tundiya di warê siyasi de bi gelemperî nîşaneya nebûna hişmendiya Tûnisî ji felsefeya demokratîk re û neqebûlkirina nêrînên dijber re ye. Ev jî diyar dike ku hîn jî em bi hişmendiya olî dihizirin ango kesên dijber divê bên tunekirin, kuştin.
Selwa bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji vir nexweşî dest pê kir û derman jî bi guhertin û veguhertina zîhnî, bi riya perwerdeya pêşdibistanê û kampanyayên medyayê û peymanên hunerî, bi zagona ku were derxistin pêkan e."
Rîm Bin Xelîfe, rojnamagera siyasî ya ku dozên jinan dişopîne, ji ajansa me re diyar kir ku diyardeya şîdeta li ser jinên siyasî ji ber zîhniyeta zilamê serdest e lewre li her qadê hejmara wan ji ya jinan pirtir e. Mînaka vê ya herî berbiçav ew e ku nûnerên mêr, li dezgeh, wezaret û saziyên din ên hikûmetê de xwedî erk in. Her tim zîhniyeta zilam dixwaze rola jinan a di avakirinê de qels bike. Ruxmî ku zagona bingehîn a bi hejmara 58’an ku şîdetê qedexe dike ya di 11’ê Tebaxa 2017’an de hatiye derxistin jî vê yekê red nake.
Rîm gotinên xwe wiha domand: “Cureyên şîdetê pir in, di nav de bikaranîna malperên civakî, biçûkirin, teşbîhkirina bi mêran re di hewldanên acizkirinê de û piştrastkirina qalibên ku di ancama çandî û civakî de pêk hatine. Her wiha ragihandin jî rola xwe di vê mijarê de dilîze bi reşkirinê , wan ji doza azadiyê dûr dixe.
Li aliyê din pispora civaknas, Sabrîn Acrodî ji ajansa me re bi daxuyaniyek diyar kirk u tundiya li Tûnisê bi gelemperî bûye diyardeyek ji çand û awayên jiyana civakê, sedemên vê jî bi taybetî perwerdeya ji malbat heya dibistanan û sazî ne. Li aliyê din vîdeoyên ku şîdetê nîşan didin, bi riya medyaya civakî tên weşandin û ji hêla gelekan ve wekî pêkenok tên qebûlkirin, bi taybetî ji hêla zarokan ve. Bi vî awayî ragihandin roleke pir mezin di rewakirina şîdetê de dilîze û ev yek normal tê dîtin. Di dawiyê de jî ev yek dibin beşek ji çanda mirov.
Sabrînê gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Hîn jî di civakê de gelek kes rola jinan di kar de red dikin. Di wê baweriyê de ne ku jin nikarin di karên biryargirtinê de rol bigrin. Her çendî di warê zîhnî de pêşketin hebe û destkeftî mezin bin jî astengiya ku jinên siyasetmedar dibînin encama cudahiya zihnî û neqebûlkirina wê ye.
Pispora civaknasiyê li dawî wisa destnîşan kir. " Azadî bûye perdeyek ji her cûreya tûndiyê re, ji ber vê yekê medyaya civakî bûye qada weşandin tûndiya li dijî jinan . bûya qada tifeqeyên siyasî û bernameyên diyaloga siyasî, bi heqaretî siyastê dikin û reş dikin , heya bi riya " sikêçan" nişan dikin ku jinên siyasî reş bikin û çûk bikin. Heya bi şanogerê tûnisî Litfî Alabdlî û di fîlim û sinameyan de jî mijarên wiha digirin dest.
Tê ragihandin ku diyardeyên şideta li dijî jinên siyasî li Tûnisê, ne tenê di lêdan û heqaretê de dimîne, lê mixabin dighêje asta ku jin di qadên siyasî de dûr bin û xwe ji kar vekşînin, wek çawa bi nûnera partiya destûra Azadî Abîr Mûse re qewimiye .
Ruxmî qanûnên ku şidetê bi her şêwayên xwe qedexe dike , pêdivî bi diyardeyek tekoşînê were dayîn heye, bi belavkirina çandek nû ku rêxistinên civaka sivîl, mafên mirovan bê sazmûn kirin, ji bilî vê jî israrkirin û tekez kirina li ser qanûnê.
Qanûnsaz û dadger Necle Bin Remadan bi daxuyaniyeke ji ajansa me re zelal kir. Zagona jimara 58 ya 2017an diyar dike ku her cureyên şidetê û reşkirinê li dijî jinan red dike. Li ser bingeha wekheviya zayendî tê meşandin kî dibe û kîjan alîyê kar de be digir nava xwe.
Her wisa teqeza pêkanîna vê zagonê di statuya jinan bigire û mafên wê misonger bike, û wan ji hemû cureyên şidetê biparêzin .