Li Parlemena Herêma Kurdistanê runiştina taybet ji bo 25’ê Mijdarê

Endamên Lijneya Parastina Mafê Jinan a Herêma Kurdistanê hem li parlemena Herêma Başûrê Kurdistanê hem runiştinên taybet li ser mijara jinê hem jî bêrêziya li hemberî jinên parlementer tê kirin nirxandin.

TERZE TEHA
Silêmanî – Di nava salê de 25 caran Parlemana Herêma Başûrê Kurdistanê kom bûye. Di nava van kombûnan de jî du caran taybet li ser mijara jinê civiyane. Cara yekem 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê. Cara duyemîn jî tê payîn 23’ê Mijdarê di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê roja têkoşîna jinê ya li beramberî tunditujiyê de li ser mijara jinê parleman bicive. 
Li Parlemenê heqaret li jinê tê kirin
Di van kombûnên parlemenê de jî du caran bêmafî li jinên parlementer hatine kirin. Cara despêkê parlemenê Yekitî Hewrê Mele Star 31’ê Adara îsal di runiştinek a perlemenê de hikumeta herêma Kurdistanê weke hikumetek mêyine bi nav kir, li gorî hişmendiya wan a nêrza ev tê wê wateyê ku jin lewazin, nikarin têkevin nava siyasetê li gel wê jî hikumet cîh dide jinan. Cara duyemîn jî di 26 meha borî de parlemenê PDK’ê Celal Perîşan di runiştinek din a perlemenê de bêmafiyê li parlemena Goran Şayan Osman dike û gotinên zayendperest ên nayê gotin jêre dibêje. Bi karanîna van gotinan bêrîziyeke li beramberî jinê heye. Ev jî dikeve nava aqlê mêrsalarî li beramberî jinê û asta rewşenbîrî ya parlementerên herêma Kurdistanê cihê lêpirsînê ye.
Endamên Lijneya Parastina Mafê Jinan a Herêma Kurdistanê hem li ser kombûnên parlemanê yên taybetî li ser mijara jinan hem jî bêmafiyên di kombûnên giştî yên parlemanê de li jinên parlementer tên kirin nirxandin kirin.
“Daxwazên me li parlemanê bê bersiv dimîne”
Di derbarê vê yekê de endama Lijneya Parastina Mafê Jinan a Herêma Kurdistanê Şadî Newzad bi bîr xist ku divê di serî de partiyên siyasî paşê jî welatî hayîdarbin ku bizanin kê bikin nunerê xwe û wiha domand: “Divê di hilbijartina nûnerên civakê de her kes bi baldarî tevbigerin ji bo bizanin kijan dikare mafê hemwelatiyan bi parêze wêna hilbijêrin. Li parlemena herêma Kurdistanê me gelek caran pêşniyar kir ku pêşî li kuştin û tunditujiyê were girtin, lê belê heta niha hikumetê bersîv nedaye daxwazên me. Di van pêşniyaran de gelek rêyên çareseriyê hebûn ku weke guhertin, nedayina çekê, dubare dabeşkirina muçeyê jinan li wezareta karubarê civakî bixin meryetê.”
“Yasayek taybet ji bo parastina jinê nîne”
Endama Lijneya Yasaya Parlemena Herêma Kurdistan Rojan Heme Reş jî dibêje: “Li herêma Kurdistanê pirsgirêka mezin zagonên pêwîst nayên derxistin û li gorî wê xebat nayê kirin. Kêmanî di zagona ji bo jinan hatî dabînkirin de heye, pêdivî bi sererastkirinê heye. Ji ber niha zagonek ku parêzvaniya mafê jinê bike nîne, ji bo wê jî jin bê parastin dimînin.”