‘Li Lîbyayê ji ber tundiyê beşdarbûna jinan a siyasetê sînordar e’

Jinên aktîvîst diyar kirin ku li Lîbyayê tundiya nava malê tevlibûna jinan a nava siyasetê sînordar dike, xwestin ji bo şikandina berxwedana civakê ya li dijî beşdarbûna jinan a siyasetê hewldan bên zêdekirin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bingazî – Libya, li gorî daneyên sala 2020’an ên têkildarî rêjeya parlamenterên jin ên li cîhanê hatine weşandin, di nava 192 welatan de di rêza 128’an de cih digre. Di hikûmeta Lîbyayê ku ji bilî 2 cîgirên serokwezîr 33 wezîr hene de, ji wezîran tenê 5 jin in.

Jinên aktîvîst ên Lîbyayî, der barê astengî û pirsgirêkên têkildarî beşdarbûna jinên Lîbyayî ya siyasetê de axivîn. Endama Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Neteweyî Asmaa Al-Saîtî, diyar kir ku li Lîbyayê ji ber tundiya ku jin di nava malê û qada giştî de pê re rû bi rû dimînin, tevlibûna jinan a siyasetê bi sînor e.

'Tundî li pêş beşdarbûnan jinan a siyasetê dibe astengî’

Asmaa Al-Saîtî, da zanîn ku di pêvajoya hilbijartinê de hem bikaranîna mafê dengdanê, hem jî hilbijirtina jinan tê astengkirin û wiha got: “Di siyasetê de cihgirtina jinan a pozîsyonên pêşeng jî tê astengkirin. Jin rastî tundiyên cuda yên devkî, civakî, dîjîtal û siyasî tên. Tundiya ku jin li Lîbyayê pê re bi rû dimînin, şansa hebûna wan a di qada giştî de kêm dike û tevlibûna wan a siyasetê sînordar dike. Ev rewş rêjeya tevlibûn û hebûna jinan a di saziyên dewletê yên giştî de kêm dike."

‘Xebatên ku tên meşandin ji bo zêdekirina şiyariyê girîng in’

Asmaa Al-Saîtî, destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinan hay jê hebûna civakê girîng e û diyar kir ku mafên siyasî yên jinan di destûra bingehîn û qanûnên Lîbyayê de ketine bin temînatê. Asmaa Al-Saîtî, da zanîn ku ders, komxebat û semînerên ji bo beşdarbûna jinan a siyasetê di saziyên perwerdeyê de tên dayîn, ji bo avakirina hay jê hebûna di nava civakê de xwedî cihekî girîng in.

'Nûnertiya jinan di rewşeke ku nayê qebûlkirin de ye’

Aktîvîsta siyasî Hanadî Ayyad jî balkişand ku li Lîbyayê tundiya li ser jinan, wek tevlîbûna jinan a pêvajoyên hilbijartinê, erkên jinan ên di saziyên dewletê de jî sînordar dike. Hanadî Ayyad, da zanîn ku di hilbijartinên herî dawî hatin kirin de nûnertiya jinan a di hikûmetê de hejmarek nayê qebûlkirin e û destnîşan kir ku jin ji şoreşa 2011'an vir ve negihîştine armancên xwe. Hanadî Ayyad, got ku li Lîbyayê tundiya herî zêde ya li dijî jinan di nava malê de ji aliyê ferdên mêr ve tê kirin û diyar kir ku ev rewş tevlibûnan jinan a namzedî û hilbijêr a pêvajoya hilbijartinê asteng dike.

'Divê hewldan bên zêdekirin'

Hanadî Ayyad, diyar kir ku di civakê de têkildarî tevlibûna jinan a pêvajoya hilbijartinê berxwedanek heye û da zanîn ku kampanyaya hilbijartinê ya hin namzedên jin hatine redkirin û sabotekirin. Hanadî Ayyad, bal kişand ku divê hewldanên piştgirîkirina jinan ji bo tevlibûna siyasetê werin zêdekirin û wiha got:

“Ez bawer dikim ku divê civak, malbat, xwendekar di saziyên perwerdeyê de di mijara girîngiya tevlibûnan jinan pêvajoya siyasî, hilbijartinên şaredarî, parlamento û serokkomariyê de bên perwerdekirin. Em hêvî dikin ku jinên li Lîbyayê bigihîjin armanca xwe û bi awayekî bi hêz û bi bandor beşdarî xebatên pêşketina li welat bibin."