Li dijî tecrîdê dê ji Îzmirê jî ber bi Gemlikê ve meş bê li dar xistin

Hat ragihandin ku dê piştî meşa ku li Merdîn û Colemêrgê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê li dar xistin, dê ji Îzmîrê jî ber bi Gemlîkê ve meşek bê li dar xistin.

Navenda Nûçeyan - Komploya Navnetewî ya 5’ê Sibata 1999’an re anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji Tirkiyeyê ket sala xwe ya 24’an. Di wesîleya 24’emîn salvegera komployê dê di 6'ê Sibatê de, ji navçeyên Mêrdîn-Qoser û Colemêrg-Gewerê ber bi Gemlîkê ve meşeke du alî bê lidarxistin. Li Îzmirê endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) jî ragihandin ku di 15’ê Şibatê de li dijî tevrîdê ber bi Gemlîkê ve meş pêkbînin.

Têkildarî meşa ku bi dirûşmeya "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” pêk were, li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Hevseroka Ege TUHAY-DER’ê Nilay Guleser a daxuyanî xwend, diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq, qanûn, makeqanûn û rêgezên gerdûnî hatine rawestandin. Nilay Guleser, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê bêhiqûqî, bêexlaqî û bêwijdanî ye û wiha got: “Ev bêhiqûqî û bêedaletî ne tenê ji bo Birêz Ocalan ji bo civakê jî xetereyeke mezin e. Sîstema tecrîdê ya ku bandorê li her qada jiyana civakî dike, çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd hedef digire û armanc dike ku Tirkiyeyê mehkumî tarîtiyê bike.”

Veguheriye rejîmeke tecrît û kayum e’

Nilay Guleser diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê belavî her qadê jiyana civakî bûyê û wiha axivî: “bêedaletî û bêhiqûqî avênrêş ya Îmraliyê derbas kiriye; veguheriye pêleke êrîşan ku bêdengkirina muhalefetê, pêl bi pêl belavkirina rejîma kayûmê, êrîşan bersivdayîna daxwazên xizan û kedkaran ên jiyanek mirovî, kelepçekirina xwendekarên zanîngehê, bêdengkirina xwendekaran û hedefgirtina hemû kesan hedef digre. Bi vê rewşê re Tirkiye veguheriye rejîmeke tecrît û kayum e.”

Banga tevlîbûna meşê

Nilay Guleser anî ziman ku li hemû girtîgehên Tirkiyeyê pergala tecrîdê tê pêkanîn û da zanîn ku mafê jiyan, tenduristî û ewlehiyê yên girtiyan tê binpêkirin. Nilay Guleser anî ziman ku tecrîd veguherî rêbaza îşkencê û cezakirin û diyar kir ku heta polîtîkayên tecrîd, şer û pevçûnê bi dawî nebin wê têkoşîna xwe bidomînin. Nilay Guleser bi van gotinan banga tevlîbûna meşê kir: “Em bang li hemû beşên civakê dikin ku di navbera 6 û 15’ê Sibatê de li dijî tecrîd û polîtîkayên şer bi hev re têbikoşin û polîtîkayên tecrîdê bişkînin û ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin. Di vê çarçoveyê de em ê di 14’ê sibatê roja Sêşemê saet 12.00’an de li ber Edliyeya Bayrakli ya Îzmîrê daxuyaniyê bidin û di 15’ê sibatê roja Çarşemê ji Stenbolê ber bi Gemlikê ve bimeşin. Em hemû raya giştî ya demokratîk û gelê xwe vedixwînin daxuyanî û meş a ku em ê li dar bixin.”