‘Li dijî peymana Lozanê, jin pêşengiya têkoşînê dikin’
Çalakvan Niyaz Abdullah a beşdarî konferansa li ser peymana Lozanê ya li Swisreyê hat lidarxistin bû, bal kişand polîtîkayên qirkirinê yê bi peymana Lozanê hat destpêkirin û got “Li dijî peymana Lozanê, jin pêşengiya têkoşînê dikin.”
ŞÎRÎN SALIH
Silêmanî- Di 22’ê Tîrmeha 2023’an de de li Swîsre a bajarê Lozanê konferansa sedsaliya Lozanê hat lidarxistin. Konferansa ku hat li dar xistin 3 rojan berdewam kir. Kurdan ji her çar parçeyên Kurdistan û welatên din beşdar bûn. Jinên ku bi awayek aktîf tevlî konferansê bûn peyama “Bi Jin, Jiyan, Azadî re em ê peymana Lozanê têk bibin’ dan.
Çalakvan Niyaz Abdullah a ku beşdarî konferansê bû peyam û encamên ku di konferansê de derketin pêş nirxand.
‘Welatên serdest ji ber berjewendiyên xwe peymana Lozanê îmze kirin’
Çalakvan Niyaz Abdullah di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku peymana Lozanê ne tenê parçekirina Kurdistanê bû, di nava welatan de sînor hatiye danîn, ji ber berjewendiyên welatên serdest ev peyman îmze kirin û wiha got: “Ji derveyî peymana Lozanê Kurdistan bi peymana Sewrê jî parçe parçe kirin. Her biryara ku welatên serdest digirtin ji ber berjewendiyên wan ên sermayeye bû. Kurdistan jî ji ber herêmek xwedî neft bû, dewletan hewl dan ku dest daynin ser vê sermayeyê. Piştî rûxandina dewleta Osmanî, aboriya Tirkiyeyê têk çû. Ji ber wê welatên serdest biryar dan Mûsilê bixin bin desthilatdariya Iraqê bi şertê ji sedî 15 aboriya wê bidin Tirkiyeyê. Vê dîrokê ziyanek mezin da Kurdan ku nikaribûn mafên xwe biparêzin.”
Peyama Konferansê: Em vê peymanê qebûl nakin
Niyaz Abdullah amaje bi wê yekê kir ku di konferansa Lozanê ku hat lidarxistin de ji hemû welatan Kurd beşdar bûn û got: “Peyama ku me da ew bû ku piştî 100 salan jî em vê peymanê qebûl nakin. Bi vê peymanê mafên Kurdan hatine binpêkirin. Ev konferans bû sedem ku zêdetir em hev nas bikin û bi hev re bi yek deng bin û bi cil û bergên Kurdî beşdarî konfaransê bûn. Beşek ji Kurdan ji ber li avahiya ku peyman lê hat îmzekirin konferansa me hat lidarxistin nerazîbûn nîşan dan. Cihê kêfxweşiyê ye ku di vê konferansê de hestek neteweyî derket hole. Diviyabû hemû partiyên Kurdan di vê konferansê de bi yek dengî beşdar bûbûna. Bi vî awayî wê hêza Kurdan derbiketa holê û dewletên din bidîtana. Yekgirtina partiyên siyasî yên Kurdistanê li gel aliyên din wisa kiriye ku Tirkiye hîsa bihêzbûnê bike û hewldana dagirkirina xaka Kurdistanê bide. Ji ber wê ger em di nava xwe de ne yekgirtî bin wê bi asanî xaka me were dagirkirin.”
‘Şoreşa jinan a Rojava ji bo me Kurdan bû cihê kêfxweşiyê’
Niyaz Abdullah destnîşan kir ku dema weke jin beşdarî konferansê bûn li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebitin û got: “Çiqas cih ji bo jinan çêbibe jin bi hêztir dibin û di şoreşê de dibin pêşeng. Çawa ku jinan pêşengî ji şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê dike, niha şoreş şoreşa jinê ye. Ji bo me Kurdan cihê kêfxweşiyê ye li her cihê ku em bibêjin em Kurd in, behsa bi hêzî û xebatên şervan û şoreşa Rojava dikin. Ji ber ku jin sembola xebatên dema nû ye. Her wiha çend dayikên şehîd û jinên çalakvan beşdarî konferansê bûn û her herêmek bi cilên xwe yên çanda herêma xwe beşdar bûn, em jî gelek bi vê çandê keyfxweş bûn.”
Niyaz Abdullah di dawiya axaftian xwe de wiha got: “Peyama min ew e ku bi yekdengî em bibin yek. Her çendî li herêma Kurdistanê ji ber cudabûna fikrên partiyên siyasî nakokî hebin jî divê em hemû yek bin. Bi vî awayî dikarin yekbûna Kurdistanekê biparêzin. Divê alî dawî li nakokiyan bînin. Em yekitiyê dixwazin.”