Li Cezayîrê “Rehbera Ewlehiya Civakî ya Jinan” hat nasîn

Wezîra Şêwirmendiya Pirsgirêkên Jin û Malbatê Kaoutar Krikou ji bo ronîkirina pirsgirêkên jinên Cezayîrê di bin koordînasyonek hevbeş a gelek sazî û dezgehan de danazîna “Rehbera Ewlehiya Civakî ya Jinan” kir.

 
Cezayîr - Wezîra Şêwirmendiya Pirsgirêkên Jin û Malbatê Kaoutar Krikou bi boneya mijûlbûna pirsgirêkên jinan û guherîna rewşên civakî bi jinên ku xebatên pencereyek dijîtal dikin re danasîna “Rehbera Ewlehiya Civakî ya Jinan” kir. Dê di ba “Rehbera Ewlehiya Civakî ya Jinan” a ku bi boneya 25’ê Mijdarê danasîna wê hat kirin de gelek wezaret û saziyên civakî bi xebatek hevpar kar bidin meşandin. 
Danasîna “Rehbera Ewlehiya Civakî ya Jinan” ji aliyê Wezîra Şêwirmendiya Pirsgirêkên Jin û Malbatê Kaoutar Krikou ve hat kirin. Di bernameya danasînê de gelek rêveber û endamên sazî û dezgehên civakî amade bûn. Kaoutar Krikou di bernameya danasînê de diyar kir ku jinên Cezayîrê di dema mêtingeriyê de sebir û fedakariyek mezin nîşan dane û divê neyê jibîrkirin ku wan pêvajoyek zor derbas kirine û got: “Divê mafên jinan bên parastin û di aliyê aborî de derfet ji wan re werin dayîn.”