“Li Başûrê Kurdistanê partiyên siyasî biryarê li ser pirsa jinê didin”
Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin û pêdiviya jinên dikevin nava karê siyasetê despêkê bi perwerdeya di biniya rêxistinên jinan de tê dayîn heye û gotin: “Ji bo nûneriyek baş ji jinan re bikin û di nava partiyên siyasî de bêdneg nemînin pêdivî bi perwerdeya xweser heye. Ger wiha be pêdivî pê namîne partiyên siyasî li ser pirsa jinê biriyarê bidin.”
TERZE TEHA
Silêmanî - Partiyên herêma Kurdistan beşek mezin a organê jiyana hemwelatiyan dagir kiriye, yek ji wan pirsên ku partî giringî nadinê pirsa jinê ye. Gelek rêxistinên jinan ên weke Yekitiya Afretan, Yekitiya Jinan, Yekitiya Xuşkan û Komeleyî Afrêtan li ser mijara jinê xebatê dikin jî lê ji ber ji aliyên siyasî serbixwe nikarin bixebitin pir nikarin bibin bersiv. Di dema kampnayayên xebatên hilbijartinan de partiyên siyasî ji bo berjewendiyên xwe nêzî pirsa jinê dibin.
“Hemû xebatên me ji bo şiyarkirina jina ne”
Komeleya Afretên Kurdistanê ji aliyê partiya Şuî ya Kurdistanê ve di bihara 1952’an de hatiye vekirin. Berpirsa Liqî Silêmanî ya Komeleya Afretên Kurdistanê Dayika Perçem diyar kir ku ew li gel rêxistinên din pilanên wan ên navxweyî hene û got: “Em di bin banê partiyê de dixebitin lê her tiştê me ne bi dilê partiyê ye. Ji bo hişyarkirina jinan em ketek mezin didin, ji ber rmanca rêxistina me piştgirîkirina jinane. Weke rêxistinek civakî erk û karê xwe heye û ji karê partiyê dûre.”
“Perwerdekirina jinê hişmendî kirina civakê ye”
Rêxistina Xuşkan a girêdayî Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê di tebaxa 1992’an de hatiye avakirin. Berpirsa Liqa Silêmanî ya Rêxistina Xuşkan Dilsoz Ezîz da zanîn ku partî weke sêwanekê ji bo parastina rêxistinê di komeleyek serbest û pirsgirêkên yasa de erk girtiye û wiha got: “Tu partî nikare destkariya armanca rêxistinekê bike, dikarin ji bo bi destxistina armancên rêxistinê bibin alîkar, lê yekser nikarin mudaxeleyî karê me bikin. Di biniya rêxistinê de gelek beşên xizmetê yên weke perwerde û rewşenbîrkirina jinan heye. Xizmetkirina jinan jî karên me ye, bir û buçûn ne giringe tenê bila xizmet ji bo jinan be ji bo me bese. Ew jin alîgirên kîjan partiyên siyasî ne ji bo me ne giringe, tenê em erka xwe bi cîh tînin û xizmeta wan dikin ku bikarin di aliyê ronakbîriyê de tiştekê bidin wan. Ji ber em di ferqê de ne jina ronakbîr çawan dikare civakê bi xwe re biguherîne. Em hemû rewşa welatê xwe dibînin, her roj tiştek nû çêdibe û bandorê li ser xebata me tevan dike. Di van mijaran de bê pilaniya hikumeta herêma Kurdistanê bandorê li xebatên me tevan dike. Taybet di vê salê de nebûna pêdawîstên sereke yên weke av, kehrebe, neft û xazê jin rû bi rûyê tengasiyên zêdetir tên û ji derveyî vana nikarin ser tiştek din bifikirin.”
“Jinên dikevin nava siyasetê divê despêkê di biniya rêxistinên jinan de bên perwerdekirin”
Berpirsa Liqê Silêmanî ya Yekitiya Jinên Kurdistanê ya girêdayî Yekitiya Nîştîmana Kurdistanê di Mijdara 1989’an de hatî avakirin Leyla Abdula da zanîn ku ew di biniya partiya xwe de perwerde dibîne, bi heman şêwazê di rêxistina xwe de jî perwerde dide. Leyla bilêv kir ku ji bo jinên di nava partiyên siyasî û parlemanê de nûneriyek baş ji jinan re bikin hewceye despêkê di biniya rêxistinên jinan de bên perwerdekirin û wiha domand: “Jinên tên perwerdekirin dikarin piştî perwerdê ji nava rêxsitina xwe biçin nava partiyê jî. Xala erênî ya rêxsitinên taybet ji bo jinan di nava partiyê de tê dîtin. Ger jinên di rêxsitinên jinan de bên perwerde kirin di nava partî û desthilatê de jî bi aqlê jinê kar dikin û dikarin şêwazê kar û yasayê bi guherin. Bê dengî û pejirandina jinên di nava desthilat û parlemenê de asta tundîtujiya beramberî jinan diyar dike û ew jin jî bêdeng dimînin. Ji derveyî rexneyên çalakvanan tiştek din nîne, sedemê wê jî nebûna perwerdeya jinane. Ew jinê ku çûne nava parlemenê li ser meseleya jinê bêdengin, li ser pirojeyekê dengê xwe nakin û tenê dest jî bilind nakin ku dema wan a perwerdekirina jinan nîne tenê weke parlementerekê karê xwe dikin nayê birê ku ew nunerê çend jinane. Ger hemû rêxistinên jinan di bin banê partî de bin û balê dikêşin li ser serbixwebûna xwe, lê belê her xwedî rêkneketinekê li ser gotina jinê di pejirînin hegomonya partiyê serdeste, beşek ji partiyan çi bêjin ew jî wê dibêjin.”