'Li Bakur û Tirkiyê jinan peyama li dijî qirkirina jinan dan'

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a herêma Firatê Mizgîn Xelîl serkeftina 31 parlamenterên jin di hilbijartinên 14'ê Gulanê de silav kir û destnîşan kir ku biryardarî, coş û têkoşîna jinan bû bersiva polîtîkeyên AKP/MHP’ê yên li hemberî jinan.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Di 14'ê Gulanê de hilbijartinên parlamenterî û serokomariyê li Tirkiyeyê pêk hatin. Hilbijartinên serokomariyê man tûra duyemîn, dê di 28'ê Gulanê de pêk were. Li gorî encamên hilbijartinên parlamenteran Partiya Çepên Kesk dikaribû 62 parlamenteran bi dest bixe.

Hilbijartinên ku di 14'ê Gulanê de pêk hatin, weke hilbijartineke dîrokî hatiye binavkirin ku çavên tevahî cîhanê li ser bû. Li aliyê din ev hilbijartin ji aliyê jinan ve jî weke destkeftiyeke nû hat destgirtin. Piştî encamên hilbijartinan hatin zelalkirin, ji Partiya Çepên Kesk 31 parlamenterên jin diçin meclisê.

Di çarçoveya serkeftina jinan a di hilbijartinên parlamentoyê de, Cîgira Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Xelîl, ji ajansa me re nirxandin kir.

'Pergala netew-dewlet û zayendperest ber bi têkçûnê ve diçe'

Mizgîn Xelîl têkoşîna gelê Bakurê Kurdistanê silav kir û bi giştî rewşa hilbijartinan wiha şîrove kir: "Di serî de em coş, xebat û têkoşîna bênavber a gelê Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên parlamenterî û serokomariyê silav dikin. Bi hêviya avabûna pergaleke demokratîk û aştiyane, em serkeftinê ji bo tûra duyem a hilbijartinên 28'ê Gulanê dixwazin. Em van hilbijartinan weke pêvajoyeke dîrokî û stratejîk digrin dest. Bi salan e pergala desthilatdar û hişmendiya netew-dewletê civakan di qirkirinên cur be cur re derbas dike da ku hebûna xwe mayînde bike. Lê êdî dema guhertina vê rewşê hatiye ku êdî dawî li faşîzma AKP/MHP were, civak biryara xwe bigre û rola xwe di guhertina vê pergalê de bilîze."

‘Jin bi kiryarên cur be cur re rû bi rû ne'

Mizgîn Xelîl bal kişand ser beşdarbûn û xwedîderketina jinan li hilbijartinan û nirxandina xwe wiha berdewam kir: "Vê carê beşdarbûn, coş û hebûna jinan rengekî cuda da hilbijartinan. Ji bo me tiştekî xeyalî bû ku hejmareke wiha ji jinan di hilbijartinên parlamentoyê de bi ser bikevin û hêviyên azadiyê yên bi salan misoger bikin. Jinan bi sekna xwe destnîşan kirin ku jin ne namûs e ne hebûneke ji rêzê ye, jin dikarin pêşengiyê di nava pergala Xweseriya Demokratîk de bikin û weke parlamenter rola xwe bilîzin. Sedsala 21'emîn a jinan e, bi vê serkeftinê re jî ev gotin careke din hat teqezkirin. AKP/MHP û çeteyên girêdayî wan di asta yekemîn de polîtîkayên xwe li hemberî jinan didin meşandin. Li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û herêmên ku hatine dagirkirin jin bi destdirêjî, tundî, îşkence, binçavkirin û hwd. re rû bi rû tên. Me sedemên van êrîşan tesbît kiriye, AKP/MHP ji vîn, têkoşîn û xebatên jinan ditirse û li ser desthilatdariya xwe metirsî dibîne."

'Jinan bersiveke girîng û bi wate dan polîtîkayên AKP/MHP'ê’

Mizgîn Xelîl dirêjî da axaftina xwe û wiha behsa rola ku wê jin di guhertina pergala Tirkiyeyê de bikin kir: "Hebûn, deng û rengê jinan di van hilbijartinan de diyar bû, ev yek jî daxwazên jinan ji bo avabûna pergal û meclisên demokratîk ku di nav de nûnertiya jinan, hevserokatî û hevsengiya di navbera herdu zayendan de jî hebe, eşkere dike. Pergal û projeya Rêber Apo ya azadiya jinan, demokrasî û ekolojiyê ku pêşkêşî jinan kir êdî pêk tê. Tevî êrîş, şert û mercên dijwar, jinan helwesta xwe ya ji bo van hilbijartinan bi rengekî cidî nîşan dan û xwedî li soza xwe derketin. Ji ber vê em gelek kêfxweş in û ji Kobanê heta Bakurê Kurdistanê em xebatên ku jinan meşandin pîroz dikin. Li kîjan devera cîhanê be, dema ku jin biryara xwe ya têkoşîn û azadiyê bidin, ev tê wateya têkçûna desthilatdarî û pergala mêr-dewletê. Ji lewre em dibînin ku şikestin û hilweşîna desthilatdariya heyî dest pê kiriye."

Kurdistan bûye qada şoreş û serhildana jinan

Mizgîn Xelîl axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Li Bakurê Kurdistanê jinan bi van hilbijartinan re peyama xwe bi rengekî zelal dan û bandoreke mezin li ser serdestiya AKP/MHP’ê kirin. Rojavayê Kurdistanê qada şoreşa jinan e û bûye îlhama tevahî jinên Rojhilata Navîn. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê îsal serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" bi rengekî çalak li dijî hişmendiya îslama radîkal û tevahî cureyên tundiya li ser jinan dest pê kiriye. Ev dirûşim bi vê serhildanê re bû felsefeyeke gerdûnî. Li ser vê bingehê banga me ji bo tevahî jinan ew e ku di 28'ê Gulanê de bi heman coş, biryar û îsrarê dengê xwe bidin da ku êdî dawî li kujer û qirkirinên jinan were."