Li Ammanê Konferansa Giftûgoya Kurd-Ereb hat lidarxistin

Li Ammanê konferansa Giftûgoya Kurd-Ereb bi dirûşma “Ereb û Kurd: Giftûgo Riya Pêşerojeke Hevpar e” hat lidarxistin.

 
Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay jî duh li Amman peytaxta Urdunê li ser vexwendina Komîteya Peyana Kurd-Ereb û Navenda Lêkolîna Siyasî ya Kudûsê beşdarî Konferansa Giftûgo ya Kurd-Ereb a bi armanca bihêzkirina têkiliyên di navbera Kurd û Ereban de bi dirûşma “Ereb û Kurd: Giftûgo Riya Pêşerojeke Hevpar e” bû. Gelek siyasetmedarên Sûriye, Iraq, Filistînî, Urdun û Lubnanê beşdarî konferansê bûn. 
Li ser rista jinan hat axaftin
Di konferansa ku riya jiholêrakirina bêbawerî û tirsê li ser dîrok û xalên hevpar înşakirina pêşerojê hat nîşaqkirin de, di parastina aştî û îstîqrarê, avakirina nêvenga jiyana hevbeş û pêkanîna edaletê de li ser rista jinên Kurd û Ereb hat axaftin. Her wiha jinan, der barê mijara nexşeya berjewendiyên hevpar, wê mijara Kurd çawa were bidestgirtin, mafê tayîna qedera xwe, hemwelatîbûna wekhev û bi bandor, neteweya demokratîk, desthilatdarî û parastina yekbûna axê ya welatan, tiştên ku divê bê kirin bi rêz kirin. 
Ji bo pêşerojeke hevpar nirxandin hatin kirin
Her wiha di konferansê de ji bo Kurd û Ereban girîngiya avakirina pêşerojeke hevpar û nêrînên li ser vê mijarê hat nîqaşkirin. Di vê wateyê de daxwaza herî girîng a derket pêş ew bu ku ji bo têkiliyên di navbera Kurd û Ereban de hîn bêhtir bi pêş bikevin semîner, panel û konferansên wek vê divê werin lidarxistin.