Kotaya jinan li Lîbyayê ji sedî 30 daket 16’yan

Di zagona "pergala dengdanê" ya di parlamentoya Lîbyayê de hat destnîşankirin ku ji 200 kursiyan 31 kursî ji jinan re di Meclisa Nûneran de dê bên veqetandin ku bi vî rengî kotaya jinan ji sedî 30 dadikeve ji sedî 16’yan.

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Şêwirmenda Civakî Xeyriya Ferec El-Fercanî dibêje: "Sîstema kotayê têkçûn û neheqî ye li hemberî jinan, ji ber ku wan mafên xwe bi tevahî pêk neanîn, nemaze di dema niha de ku em li ber hilbijartin û seferberiyê ne ji bo jin di nava civakê de bibin xwedî pozîsyona pêşengiyê, hewceyî piştevaniyeke mezintir in.”
Kotaya jinan kirin ji sedî 16
Ferec El-Fercanî got:"Bêdadmendî bi awayekî eşkere li dijî jinan tê kirin, ji dema lidarxistina Konferansa Neteweyî bi riya kêmkirina kotayê, ji ber ku tenê ji sedî 16 ji kursiyan ji wan re hatine veqetandin û ev rêjeyek pir kêm e li gorî hejmara jinan di civaka Lîbyayê de." Wê bal kişand ku ger guhertina ku ji aliyê jinan ve tê xwestin bihata cîbicîkirin, wê demê dê mêran wekî hev di serkirdayetî û serweriya civakê de cih bigirtana, ji ber ku mafên wan heye ku postek werbigirta ku ew ê bi nirx bigirta. Lê nebawerî bi karîgerî û şiyana jinan a ji bo bidestxistina civakê, sedema lawazkirina rêjeya kotayê di kursiyên serokatî û parlamentoyê de ye.”
Xeyriya Ferec El-Fercanî dibîne ku bêedaletiya ku jin lê rast tên bi riya kêmbûna rêjeya kotayê, hewldanek e ku hêza jinên Lîbyayî di nav civakên pêşketî de ji dest bidin  û wiha domand: "Em hêvîdar in ku em vê qanûnê li ber çavan bigirin, ji ber ku jin bi şiyan, hêz û îmkanên xwe li her derê ne, di her pozîsyona xwe de berpirsyariyê digrin ser xwe û di civaka Lîbyayê de dibin pêşeng. Daxwazek me ya pir mezin heye ku em riyên civakê biguherînin û civakê bi pêş bixin.”
“Beşdariya jinan a qada siyasî li Lîbyayê ji berê ve heye”
Li aliyê din, endama Partiya Demokrat a Sivîl Salwa Salih der barê guhertinên vê dawiyê yên sîstema kotaya jinan de dibêje: "Beşdariya siyasî ya jinan li Lîbyayê, ne nû ye, pir kevn e. Ev jî vedigere serdema padîşahiyê. Jin bi xurtî di qada siyasî de û di hilbijartinan de beşdar bûn lê di serdema Muamer Qedafî de rastî neheqiyeke mezin hatin û di nava komîteyên şoreşê de man. Tevlibûna siyasî li gorî fikrên li gorî wê serdemê dihat kirin.”
Di domandina axaftina xwe de wiha got: "Ji bo şoreşa 17'ê Sibata 2011'an, beşdariya jinan a qada siyasî neheqiyeke mezin bû ku bi sîstema kotayê ve hat bisînorkirin. Piştî ku di vê sîstemê de rêjeya wan ji sedî 30 bû, daket ji sedî 16 e. Ev neheqiyeke mezin e ku li dijî jinên Lîbyayî hatiye kirin. Ji ber ku ew nîvê civakê ne, diviyabû ku rêjeya wan zêdetir bibe ne kêm be, heta rêjeya ji sedî 30 jî kêm e. Di demeke ku em hewl didin rêjeya kotayê bilind bikin de em matmayî ne ku ew rêjeya kotayê hatiye kêmkirin û em bi vê yekê razî nabin. Li welatên Ereb rewşa jinan di jiyana siyasî de dest bi başiyê kiriye weke ku li Tûnisê pêk hat. Em li bendê ne ku bibin yên herî baş lê ji bo jineke ku Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê bi dest xist, serkeftinek bû. Em ji asta astengkirina jinan di payeyên geştiyarî û karûbarên civakî derketin.” 
 Wê tekez kir ku guhertina sîstema kotayê û daxistina wê ji bo ji sedî 16 neheqî ye li hember jinên Lîbyayî. Divê ku rêjeya berê yan jî jê bêtir vegere da ku jinên Lîbyayê karibin serkirdayetî û astên serwerî li welat bigirin.”
"Em ji hêla endamên parlametoyê ve rastî dilşikestinê hatin"
Profesora geşedana mirovî Manar El-Cemai dibêje: "Mijara kotayê hemû cîhanê mijûl dike, ne tenê Lîbya, ji ber ku jin nîvê civakê ne û niha di gelek waran de gelek meqam girtine. Em rastî bêhêvîtiyê ji aliyê endamên parlamentoyê ve hatin, bi taybetî parlamenterên jin di kêmkirina jinan di kotayê de. Me hêvî dikir ku rêje bibe ji sedî 50, ne ji sedî 30 lê mixabin ev rêje kêmtir bû. Ez dibînim ku ev pêşdaraziyek e li hemberî jinên Lîbyayê.” 
Wê di domandina axaftina xwe de wiha got:"Jinan di gelek qadan de xwe îsbat kirine û ew xwedî mînakeke baş û hêja ne. Necla El-Manqûş di qada siyasî de qedir û jêhatiya xwe îsbat kiriye. Gelek beşên ku jin dikarin xwe tê de îsbat bikin ji bilî qada civakî hene, ji ber ku di warê aborî, siyasî, zanistî û bijîşkî de xwedî dîrokeke dûr û dirêj e lewma derfetê nadin wan ku hebûna xwe îsbat bikin.” 
Manar El-Cemai xemgîn e ku wan nikaribûye xwe bigihîjînin cîranên xwe yên li çar aliyên cîhanê û dibêje: "Heke em hevrûkirinek bi hin welatên Afrîkayê re bikin, em ê bibînin ku astên bilind di rêjeya kotayê de hene, em daketin ji sedî 16. Em hêvî dikin ku jin bi riya medya, saziyên sivîl, semîner û kursên perwerdeyê xwedî roleke aktîf bin û dengê xwe bigihîjînin her deverê. Em jêhatî ne lê em bi hewceyî derfet û cihê ku em wekî jinên Lîbyayî heq dikin in. Ji bo îsbatkirina kapasîteya xwe ya pêkanîna jiyana siyasî.