Kewser Hesen: Divê li dijî êrişan em yek deng bin

Endama Mekteba Siyasî ya Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê YNK’ê Kewser Hesen bal kişand êrişên dewleta Tirk û li dijî êrişan banga yekîtiyê kir.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Endama Mekteba Siyasî ya Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Kewser Hesen êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nirxand û anî ziman ku armanca van êrişan tunekirina vîna gelê Kurd û destkeftiyên Kurdan e. Kewser Hesen li dijî polîtîkayên tunekirinê û êrişên li dijî gelê Kurd tê kirin banga yekîtiyê kir.

Polîtîkayên tunekirinê didome

Kewser Hesen bal kişand polîtîkayên parçekirina Kurdistanê ya bi peymana Lozanê re pêk hat û destnîşan kir ku heya niha ev polîtîkayên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê didome.

Kewser Hesen a got ku êriş di şexsê gelê Kurd de li dijî azadîxwazan de pêk tê wiha pêl da axaftina xwe: “Divê hemû Kurd hest bi berpirsyartiya xwe bike. Yekgirtina aliyên siyasî û kombûna wan tirsek mezin ji bo dijmin  çêkiriye, weke çawa Tirkiye êrîşî balefirgeha Silêmanî kiriye û girtin. Armanca dewleta Tirk ew e ku gelê Kurd negihin armanca xwe û dûbare Kurdan koçber bike û dixwazin ziman û çanda me ji holê rakin, lê belê emê yekgirtina xwe û hêza xwe em ê rê nadin dewleta Tirk bigihe armanca xwe.”

‘Divê aliyên siyasî bibin yek’

Kewser Hesen destnîşan kir ku yeknegirtina aliyên siyasî xalek girige ji bo dijmin û dewleta Tirk jê sûdê bigre û wiha dom kir: “Divê aliyên siyasî bi yek dengî werin ba hev bi dirûşmeya ‘Yan Kurdistan yan neman’ ji bo çareseriya pirsgirêkan bi ciin. Ji ber ev  êrîşên dewleta Tirk ne li ser aliyekê ye li ser hemû gelê Kurde. Nabe em li beramberî van êrîşan bêdeng bibin, herçedî meş û nerazîbûn tên li darxistin lê belê li beramberî van êrîşan kême. Divê em hertim bi çalakiyên xwe dilê dijmin bi lerizînin û em ji dewleta Tirk re bêjin Kurd bi hêze bi te ji holê narabe.”

‘Dewleta Tirk ji jinên pêşeng ditirse’

Kewser Hesen bibîr xist ku dewleta Tirk ji jinên pêşeng ditirse û wiha got: “Baweriya me bi şoreşa jinê ya bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî heye. Ev dirûşmeya li Rojhilatê Kurdistanê bûye sedemê serhildana şoreşê û niha jî hemû cîhan bi xwe girtiye û azadiyek bi dest xistiye. Pêşengtiya jina ya ji bo şoreşê wisa kir ku dewleta Tirk û dijminê Kurdan bitirse. Netewên yekgirtî û dewletên zordest ger berjewendiyê wan li her cihê ku lê hebe li wê derêne. Ji ber wê li beramberî êrîşên dewleta Tirk li ser Kurdan bêdeng dibin û piştgiriya gelê Kurd nakin.”

‘Divê em yek deng bin’

Kewser Hesen di dawiya axaftina xwe de banga yekîtiyê kir û wiha got: “Peyama min ew e ku em yek deng bin. Dewleta Tirk hewla ji holê rakirinê dide, divê em van pilanan puç bikin ku hewil didin dîroka şoreşa Kurdan ji holê rakin, nabe em li beramberî girtin, êrîşkirina balfirgeha bajarê Silêmanî bêdeng bin. Divê em dakevin qadan û em bi hezaran kes beşdar bibin û ji dewleta Tirk re bêjin em hene û emê Kurdistanê bi parêzin.”