Kemal Kiliçdaroglu serdana HDP’ê kir

Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçodarogû di serdana HDP’ê ya li Meclîsê de weke çêkri nirxand. Da zanîn ku wê naveroka hevdîtina bi HDP’ê re piştî bi hêzên tifaqê re parve kir wê daxuyanî bide.

Enqere- Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçodaroglu îro serdana Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar kir. Hevdîtin li Koma Meclisê ya HDP’ê hate kirin. Li gel Kiliçdaroglu, her wiha Serokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel, Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke û Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Oguz Kaan Salici jî di serdanê de cih girtin. Kiliçdaroglû û şandeya wî ji aliyê  Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç ve hatin pêşwazîkirin. Piştî hevdîtina ku 50 deqeyan dom kir û piştre jî Kemal Kiliçdaroglu, Perwîn Buldan û Mîthat Sancar derbasî meqamê li Meclisê bûn. Li vir jî hevdîtineke duyemîn a bi 10 deqeyan hate kirin. Serokên giştî yên partiyan li odeya Koma Meclisê ya HDP’ê daxuyaniyek hevbeş dan.

 ‘Tayînkirina qayûman xelete’

Kemal Kiliçdaroglu destpêkê mafê axaftinê girt û bal kiişand ser rêveberiyên herêmî û tayînkirina qayûman û wiha dom kir: “Em li ser mijara rêveberiyên herêmî sekinîn û me ji birêz hevserokan re got ku tayînkirina qayûman bi tu awayî rast nabînin. Di mutabeqeta me ya hevpar de tê gotin ku divê tayînkirina qayûman nebe, kesên bi rêya hilbijartinê hatî divê bi rêya hilbijartinan biçe û ev yek ji rêgezên sereke ya demokrasiyê ye. Heke hûn demokrasiyê îpotek bikin, bibêjin ez dengên we qebûl nakim, ez kê bixwazim dê wî tayînî vê derê bikim, heke hûn bibêjin ez ê kesekî li vir tayîn bikim, ev yek nabe sepaneke rast. Heke em demokrasiyê biparêzin, divê em di her mercan de biparêzin. Parastina demokrasiyê, parastina mafên mirovan e, parastina wekheviya jin û mêran e, parastina hawirdor û avhewayê ye. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka texrîbatan, avakirina îradeyê ye. Her wiha me got ku yek ji rêgezên me yên sereke jî demokrasî ye.”

‘Em amadene bi hevre tevbigerin’

Kiliçdaroglû ev nirxandin kir: “Divê pêşiya siyasetê bê vekirin. Divê pêşî lê were vekirin û siyaset nebe cihê şer û pevçûna.  Gelo ma ev welat êdî ji şeran bêzar nebû? Dê hinek televîzyonên vî welatî îşev dîsa gelek tiştan binivîsin û biweşînin. Gelo ma hûn ji şeran bêzar nebûn? Li cihê ku mirov hev hembêz bike, mirov were ba hev û mîna mirovên hemdem nîqaşan bike, em çima şer dikin? Em bi kîjan sedemê şer dikin? Em çima civakê dabeş dikin û çima ji hev parçe dikin? Em li gel yekitiyê ne. Em amade ne ku ji bo ev welat xwe komî ser hev bike û hemû pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin. Divê siyaset pirsgirêkan dernexîne. Divê siyaset, pirsgirêkên heyî çareser bike. Heke siyaset pirsgirêkan biafirîne, wê demê bandoreke neyînî li ser pêşketin, mezinbûn, mafên mirovan, wekheviya jin û mêran dike. Em di sedsala 21’an de ne û hêj li pey girtina partiyan ne. Ev yek rast nîne. Helwesta ‘ka ez filan partiyê bigirim da ku dengên wê bo min bên’, feraseteke xelet e. Em tevek jî dizanin ku partiyên tên girtin bi navê partiyeke din derdikevin ser dika siyasetê û gel piştgiriyê dide. Di metna mutabeqeta hevpar de têkildarî girtina partiyan sererastkirin hene û ev yek hatiye zehmetkirin. Divê ji ewil Meclis biryarê bide û di vê mijarê de qanûn hene. Min nêrîna xwe ya di vê mijarê de bi hevserokên giştî re parve kir. Divê tundiya li dijî jinan teqez bi dawî bibe. Di vê mijarê de civak bihestiyar tevdigere û divê saziya siyasetê jî di ruhê xwe de hîs bike. Heke hûn tundiya li dijî jinan bi awayekî teşwîq bikin, ev yek rast nîne. Divê tundiya li dijî jinan teqez bi dawî bibe û saziya siyasetê jî xwedî helwestekî zelal be.”

‘Emê li dijî zextên desthilatê bisekinin’

Kiliçdaroglu da zanîn ku divê divê hemû saziyên siyasetaê erkê xwe bi cih bûne û wiha dom kir: “Divê saziya siyasetê têkildarî hemû komên dezavantaj peywira xwe bi cih bîne. Di sedsala 21’an de paşguhkirina mafên wan hêjayî Tirkiyeyê nîne. Ji bo tevahiya mafên wan radestî wan bên kirin, ji bo ku di her qada jiyanê de cih bigirin, divê em bo wan rê vekin. Îktîdarê daraz siyasî kiriye, li wir mirovên xwe bi cih kirine û li dijî siyasetê wekî ço bi kar tîne. Em vê nêzikatiyê teqez qebûl nakin. Li gorî xala 138 a Destûra Bingehîn, dadger li gorî hiqûqê û qenaeta wijdana xwe biryarê dide. Bendewariya me ya ji dadgeran jî ev e. Bendewariya me ya ji wan ew e ku li dijî zextên îktîdarê li ber xwe bidin. Heke ev yek bibe em dikarin bibêjin dê demokrasiyeke rasteqîn ava bikin. ”

‘Ezê li vî welatî şer bi dawî bikim’

Wîsa xuya dike ku ev serdan ji bo we çapemeniya rêzdar jî pir girîng e. Hemî kamera, bi kêmasî û zêdebûna xwe li vir in. Bi taybetî ez ji endamên çapemeniyê daxwaz dikim ku xwe ji zimanê ku civakê parçe dike dûr bixin. Ji zimanê ku civakê dike dubendî û neyarê hev dûr bixin. Berpirsiyariya medyayê jî heye. Divê medya hay ji vê berpirsiyariyê hebe. Li şûna ku hembêzkirin hebe, destgirtin hebe, parvekirina rojên me yên xemgîn hebe û di rojên me yên bextewar de şahî hebe, çima şer bê gurkirin. Em ê şer bi dawî bikin. Weke namzetê serokomariyê yê 13’emîn ez ê li vî welatî şer biqedînim. Ez soz didim. Ez soz didim miletê xwe, nasnameya wan, baweriya wan çi dibe bila bibe, terza jiyana wan çi dibe bila bibe, mirov mirov e û cihê wî li ser serê min heye.

 ‘Em alîgirên çareseriyêne’

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan der barê hevdîtina li Meclisê got, wan xwestine ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd îşaretê bi navnîşana çareseriyê bikin û wiha axivî: "Beriya her tiştî em spasiya we hemûyan dikin. Ji ber vê baldariyê mala we ava be. Me îro bi birêz Serok û heyeta wî re hevdîtinek kir. Nêzî saetekê em li ser mijarên ku birêz Serok qalê kir, bi hev şêwirîn, li ser pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê em axivîn. Her wiha em li ser bendewariya civaka Tirkiyeyê, bendewariya gelên Tirkiyeyê ya ji me axivîn. Lewma em careke din spasiya Birêz Serok dikin ku di çarçoveya van bendewariyan de ev agahî bi me re parve kir. Mebesta me ya pêşwazîkirina birêz Serok li vê derê ew e ku me xwest nîşan bidin, em alîgirê wê ne ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li bin sîwanê Meclîsê pêk bînin. Ji ber vê yekê me xwest Birêz Serok û heyeta wî li parlamentê pêşwazî bikin, malavaniyê jê re bikin. Me xwest bibe wesîleya vê yekê. Têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li Tirkiyeyê hemûyan, her wiha bendewariyên civaka Tirkiyeyê û karên piştî hilbijartinê em bi hev şêwirîn. Em careke din spasiya birêz Serok û heyeta wî dikin. Qawet be ji we re birêz Serok."

 ‘Piştî me hevdîtin nirxand emê daxuyanî bidin’

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku ew hevdîtinê girîng dibînin û got: "Di hevdîtinê de me gelek mijar nirxand. Beriya niha birêz Kiliçdaroglu bi kurtasî qalê kir. Tirkiye di nava krîzeke gelekî giran de ye. Erdhejê bi êşeke giran nîşanî me da ku em di nava hilweşîneke çawa de ne. Xwezî ev erdhej bi êşeke ewqasî giran neketibûya rojevê, lê bû sedem ku em bikevin nava pêvajoyeke nû. Nabe ku êş ji nedîtî ve bê dayin û bi nedîtina vê êşê siyaset bê meşandin, kar bê kirin. Me hevdîtineke çêker kir. Partiya me di wê baweriyê de ye ku pêwîstiya civakê ya xisareke mezin ji vê hilweşîna li Tirkiyeyê dîtiye, her wiha di mijara jinûve avakirina avahiyan de pêwîstiya xwe bi bernameyeke lezgîn heye. Yanî bi rengekî bi lez pêwîstiya xwe bi avakirinê heye, pêwîstiya xwe bi destpêkeke nû heye. Destpêkeke nû jî li ser bingeha azadî, edalet, mafên mirovan û demokrasiyê bi avakirina sîstem û jiyanekê dibe. Me di vê mijarê de nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Sedema pêkanîna vê hevdîtinê li Meclisê ew bû ku destnîşan bikin; em Meclîsê weke cihê çareseriyê dibînin. Mîna ku Birêz Serok jî destnîşan kir, pirsgirêkên li Tirkiyeyê hemû divê bi lihevkirineke berfireh a civakî bêne çareserkirin, dikarin bêne çareserkirin. Li aliyê din em ê naveroka vê hevdîtinê, mijarên ku em li ser axivîne li desteyên xwe yên pêwendîdar binirxînin, bi hêzên xwe yên tifaqê re vê hevdîtinê binirxînin û bêyî ku dereng bimîne di demeke nêz de daxuyaniyeke hîn berfiren bi raya giştî û çapemeniyê re parve bikin. Em spasiya we hemûyan dikin."