Kabîneya Mesrûr Barzanî tu xebat ji bo gel nekiriye
Kabîneya 9’em a hikumeta herêma Kurdistanê ya ku navê wê nûkirin û hikumeta bi hêz bû bi xwe re tiştek nû çênekiriye, lewre ne nûkirinek heye ne jî hikûmet bi hêz bû. Roj li pey rojan rewşa hemwelatiyan xirabtir bû dagirkerî jî zêdetir bû.
JIYAN ELÎ
Navenda Nûçeyan- Kabîneya 9’em a hikumeta herêma Kurdıstanê ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî û berendamên ku hatin hilbijartin ji bi pêkanîna hikumeta herêmê di 10’ê Tîrmeha sala 2019’an de ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve bi dengê 88 parlamenteran hat pejirandin.
Di dema avakirina kabîneyê de sozên guherînên mezin û xizmetguzariyek zêde ji bo gel hatin dayîn, dirûşma kabîneyê nûbûn û hikumetek bi hêz bû. Bi vê ve girêdayî bi riya hevpeyvîn û ragihandinan bal dikişand ser azadiya fikir û zelaliya di dahata navxweyî û jiholêrakirina qeyran û dabînkirina derfetên kar ji bo hemwelatiyan.
Di vê raportê de beşek ji rewş û jiyana hemwelatiyan di nava çar salan de hatiye vegotin
Ev zêdetirî sê salan e temenê kabîneya 9’em qebareyên deynê hikumeta herêmê zêdetirî 4 milyar û 88 milyon dolar zêde bûye. Qeyran û nakokiyên partiyan beşdarvanên kabîneyê gihîştiye astekê, ne dahata nevxweyî diyar e, ne ya neftê kes nizane wê çi were kirin û çawa were xerckirin.
Kabîneyê di nava van çar salan de 8 trîlyon dînarê hemwelatiyan deyndar e û rewşa aborî ya hemwelatiyan ji ber giraniya pêwîstiyan xirab e, karmend û xanenişîn di rêza girtina mûçeyan de jiyana xwe ji dest didin.
35 hezar kes koçber bûn û azadiya fikrî nemaye
Li gorî daneyên sazî û dezgehan, ji destpêka sala 2021’ê heta niha zêdetirî 35 hezar kes ji herêma Kurdistanê koçî derveyî welat kirine. Bi vê ve jî girêdayî serokê hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îdia dikir ku azadiya fikrî li herêmê heye lê belê ji sala 2019’an heta dawiya sala 2021’ê 969 rêgirîkirin li hemberî 761 rojnamevan û dezgehên ragihandinên cuda hatine kirin û di nava vê de jî zêdetirî 80 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê bi tometên cur be cur hatine girtin û rastî cezayan hatine.
Ji ber bêaramiya siyasî û ewlehiyê, di herêma Kurdistanê de, Îran û Tirkiye êrîşî herêmê dikin, li gorî daneyên Navenda Parastina Gel HPG’ê tenê di nava du mehên îsal de ji 14’ê Nîsanê heta 14’ê Hezîrana 2022’an du hezar û 65 car bi firokên şer û hezar û 493 car di dema şer de li herêmê bombe hatine barandin.
779 caran herêmên cuda ji aliyê leşkerên Tirk ve bi çekên kîmyewî û bombebaranê rastî êrîşê hatine. Li gorî daneyên tîma Kurdistanî ya Iraqê rêxistina SPT ya Amerîkayê daye diyarkirin, di operasyona Nîsana sala 2021’ê de di nava nêzî çar mehan de ji ber vê bombebaranê 35 hezar donim zevî û baxçeyên hemwelatiyan hatine şewitandin 350 lawir hatin qetikirin, xelkên 29 gundan koçber bûne, li ser 150 gundan metirsiya koçberiyê heye.
Di kabîneya 9’em de tu cih ji bo pirsgirêka tundîtujiya li ser jinan nehat dayîn
Pirsgirêka şîdeta li ser jinan, zerar û ziyanek zêde gihandiye civakê bi taybetî gihandiye jinan, tundîtûjî her ku diçe zêde dibe, bi awayekî ku roj nîn e jinek bi destên mêran neyê kuştin, bersiva serokê hikumetê ew bû ku li hemû welatî li hemberî jinan tundîtujî tê kirin.
Di nava van çar salan de bi derxistina 26 zagonan di çarçoveya xizmeta ji bo jinan nebû, ev zagon hene, heta niha heta astekê li hev nekirine, di nava salên 2016’an de heta 2020’an bi rêjeya ji sedî 33 daneyên tundîtujiya beramberî jinan zêde bûye, di sala 2021’ê rêxistinên alîkariya zagona jinan ragihand tu dosyaya kuştina jinan îsal negihîştiye encamê. Di demek de 101 jin hatine kuştin yan jî xwe kuştine her wiha di nava şeş mehên îsal de 82 jin hatine kuştin yan jî xwe kuştine.
Li aliyê din kuştina bi mebest bûye diyardeyek di nava vê civakê de û di sala 2021’ê de 215 bûyerên kuştina bi mebest û 59 bûyerên kuştina bi mebest li herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin, nêzî 600 tometbar hatine girtin.
Mijara ku me bal kişand ser ew bangeşeyên ku serokê hikumetê dikirin digotin em ê di vê kabîneyê de serkeftî bin lê belê rastiya heyî li ber çavan e.