KA.DER’a bû 25 salî dest bi ‘Dibistana Siyasetê ya Şîrîn Tekelî’ dike

KA.DER di Adara 1997'an de hat damezrandin, têkoşîna xwe ya ji bo temsîliyeta wekhev a jinan, di mekanîzmayên siyasî, îdarî û biryargirtinê ya di hemû qadan de didomîne.

ELÎF AKGUL

Stenbol- KA.DER’a ku 25 sal berê ji aliyê F.Suay Aksoy, A. Yeşîm Arat, M. Canan Arîn, Ayşe Ayata, Şule N. Aytaç, Ayşegul Baykan, F. Yildız Ecevît, Nur Ger, Zeynep Guguş, Sunduz Haşar, Çigdem Kagitçibaşi, Meryem Koray, Nilufer Kuyaş, Zeynep Oral, Ceylan Orhun, Şafak Ozsoy, Canan Pak, Şeyda Taluk û Şîrîn Tekelî ve hatiye damezrandin îro li 5 bajarên wekî Mêrsîn, Edene, Îstanbul Kadikoy, Îzmîr û Enqere di asta şaxê de xebatên xwe dimeşîne û li Balikesîr, Rojhilatê Derya Spî û Tûzla jî di nav de bi sê nûnertiyan re xebatên xwe didomîne.

KA.DER'a ku Nuray Karaoglu Serokatiya Giştî birêve dibe, di sala xwe ya 25'emîn de bi Dibistana Siyasetê ya Şîrîn Tekelî xebatên xwe didomîne.

"Dibistana Siyasetê ya Şîrîn Tekelî" ku ji sala 2003'an û vir ve di temsîliyetê de ji bo wekheviyê piştgiriyê dide gelek jinan, îsal bi tevlibûna jinên ji herêmên cuda yên erdnîgarî yên Tirkiyeyê dest pê dike. "Dibistana Siyasetê ya Şîrîn Tekelî" ku bi hevkariya Zanîngeha Kentê ya Stenbolê hat amadekirin û di 27’ê Adara 2022’an de li Zanîngeha Kentê ya Stenbolê hat vekirin dê 10 hefteyan berdewam bike.

“Daxwaza jinan a temsîliyeta wekhev hat pejirandin”

Seroka KA.DER'ê Nuray Karaoglu ya 25 salên KA.DER'ê ji ajansa me re nirxand, wiha got: "Di mekanîzmayên biryargirtinê de temsîliyeta wekhev a jinan ne nîqaşeke sereke bû" û destnîşan kir ku KA.DER'ê di dîroka xwe ya 25 salan de teqez kiriye ku ev mijar weke daxwazek bê pejirandin.

"KA.DER li cîhanê mînakek pir taybet e”

Nuray Karaoglu dibêje ku "KA.DER'ê bi prensîba ku ji hemû partiyên siyasî heman mesafe, bêyî ku nêrînên wan ferq bike di mekanîzmayên biryargirtinê de hemû jinan bi heman awayî piştgirî û hêzê dide, ez dikarim bibêjim ku li cîhanê mînakeke pir bi taybet e” wiha axivî: “Bi piştgiriya femînîzmê ya ku jinan digre nava xwe, ji qadên baviksalar ber bi wekheviyê ve hat avakirin KA.DER. Nêzî nîvsedsalek e ku heye û gelek gavên ku li meclisê bi xwe jî nehatine avêtin, bi rexneyên derdorên cuda girtiye ser milên xwe.

KA.DER çi dike?

* Di jiyana civakî û siyasî de li dijî desthilatdariya mêr bilindkirina hişmendiya wekheviya jin û mêr,

* Jiholêrakirina astengiyên aborî, civakî, çandî û hiqûqî yên ku rê li ber beşdarbûna jinan a siyasetê digrin,

* Di qanûn û rêznameyên partiyên siyasî de polîtîkayên tedbîrên taybet ên demkî yên ji bo temsîliyeta wekhev a jinan di saziyên biryardanê de cih bigirin.

* Ji zagon û rêziknameyan rakirina îfadeyên cudakar ên li dijî jinan,

* Çêkirina zagonên ku maf û azadiya jinan dixin bin temînatê

* Ji bo bihêzbûna jinan, bikaranîna mafên xwe û hatina rewşa parastin û berfirehkirina mafên wan.

* Bi hêzkirina jinên endamên partiyê, di nava partiyên xwe de xuyakirin û teşwîqkirina wan ji bo namzediya hilbijartinên herêmî û giştî.

* Di nava jinên ku di partiyên siyasî de cih digrin; ji bo pêşxistina yekitî û hevkariyê li ser pirsgirêk û polîtîkayên jinan xebatên lobî, parêzvanî, kampanya, rêxistinbûn, hevgirtin û perwerdeyê dimeşîne.

Şîrîn Tekelî kî ye?

Di sala 1944’an de li Enqereyê dayik bû. Xwendina xwe ya dibistana amedeyî li Dibistana Amedeyî Keçan a Enqereyê qedand. Di navbera salên 1961 û 1963’an de li Parîsê fêrî zimanê Fransî bû û dest bi fakulteya hiqûqê kir, paşê li Swîsreyê derbasî zanîngeha Lozanê bû. Di Beşa Zanistên Siyasî de perwerde dît.

Di navbera salên 1968-1981’ê de li Zanîngeha Fakulteya Aboriyê ya Stenbolê endamtiya mamosteya alîkar kir. Lêkolîna Tekelî ku teza wê ya doçentiyê lêkolîneke berhevdanî ya li ser tevlibûna jinan a di siyasetê de ye, ji aliyê Weşanên Bîrîkîm ve di sala 1982'an de hat weşandin (Jin û Jiyana Siyasî-Civakî, Birikim, Stenbol). Di sala 1981’an de piştî ku Lijneya Xwendina Bilind ket meriyetê ji zanîngehê îstifa kir û carek din venegeriya. Di nava tevgera femînîst de ji bo guhertina Qanûna Medenî beşdarî "Kampanyaya Daxwaznameyê" (1984), "Meşa Protestokirina li dijî lêdanê" (1987), "Festîvala Kariye" (1987) bû.

Di sala 1989'an de xebatên avakirina Weqfa Pirtûkxaneya Xebatên Jin û Navenda Ragihandinê da destpêkirin. Heta sala 1996’an li pirtûkxaneyê wek dilxwaz xebitî. Di sala 1988’an de berhevkirina gotarên bi navê Ji bo Jinan (Alan, Stenbol), û pirtûka xwe ya Polîtîkayên Wekhevî yên der barê jinan de ya di sala 1990’an de li gel Meryem Koray nivîsîbû (TUSES, Stenbol) weşand. Di heman salê de pirtûka di Perspektîfa Jinê de li Tirkiyeyê Jin (Îletîşîm, Stenbol) berhev kir. Ev pirtûk di salen 1995 û 2010’an de ji nû ve hatiye çapkirin û çapkirina Almanî (1991) û Îngilîzî (1995) jî hat kirin. Di sala 1997’an de wek damezrîner di avakirina KA-DER (Komeleya Piştgirîkirina Namzedên Jin), Kooperatîfa Anakulturê û Însiyatîfa Aştiyê ya Jinên Tirkiyeyî û Yewnanistanê- Winpeace de cih girt.

Heta sala 2011’an, ji zimanê Fransî û Îngilîzî 25 pirtûk werger kir. Pirtûka wê ya dawî ya bi navê “Fikirîna Femînîzmê” di sala 2017’an de ji aliyê Weşanxaneya Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê ve hat çapkirin. Şîrîn Tekelî di 13’ê Hezîrana 2017’an de jiyana xwe ji dest da.